Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 8 peyam
    rojen barnas - tirşik
    rojen barnas
    (5) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî û Nûdemê de gelek nivîs nivîsandine.



    23.07.2013 20:51 | serhed7

    2. Nivîskarekî ji nifşên (bnr: tirêj) ê ye. Navê wî yî fermî (bnr: mehmet gemici) ye. ji silîva ya amadê ye. Hemû helbestên şaîrê gewre ROJEN BARNAS bi navê (bnr: kadiz')ê ji weşanên (bnr: nûbihar) ê derçûne. her wisa (bnr: ciwan haco) helbestên rojen BARNAS ên bi navê (bnr: min navê xwe kola li bircên dîyarbekir) , (bnr: serbûrîyek) û (bnr: dîlbera qeşeng) jî bi deng û avazên xweyî zîz şîrove kirine. li derveyî welêt dijî.



    24.07.2013 00:53 | seydayê_peyvan

    3. mixabin ji ber sedemeka ku ez jî pê nizanim dev ji nivîsandina helbestan berdaye..



    24.07.2013 04:03 | endazer

    4. (bnr: rojbaş roza)



    24.07.2013 06:01 | endazer

    5. rojen barnas, şoreşgerê dewrana dijwat, helbestkarek barnas û bargiran e. rojen barnas bi razbarî û nefsbiçûkiya xwe tê zanîn. hema b3eje qet nakeve pêş qemere û çapemeniyê. ji ber ku ne "medyatîk"e ji hêla girseyên mezin ve nayê zanîn. lê yên ku wî dizanin û dixwînin qedrê wî û gewre şairtiya wî baş dizanin. Heta niha pirtûkên wî ên helbestan wek Bandêva spêde, heyv li esmanê diyarbekirê (ev her dû pirtûk bi navê şi'r hatiye çakirin) milkê evînê hatiye weşandin. hemû helbestên wî herî dawî bi navê kadiz hat çapkirin. niha li stockholmê dijî.

    ev jî rûpela wî ya facebookê: https://www.facebook.com/RojenBarnas



    14.10.2013 15:03 | alasor

    6. di nav helbestkarên kurd de helbestkarÊ herî mîstîk ew e.



    24.10.2013 21:24 | zero

    7. nivîskarek heja , dema ku ew camêr dinîvîse mirov zide pÊ keyfxweş dibe ku mirov hemnîştimanîyÊ wî ye. kurdên helbestên rojen barnas ne hesayî mixabin gelek tişt winda kirine. helbestên xwe da kurdîyek welÊ dixebitîne mirov dıbe nava deryayên xewnan. ka kerem bikin lê binerin:



    sira sibê li ba bû

    dara hewrê veciniqî û hişyar bû

    tevziyek da xwe

    tevziyek kûr û rahişt bilûre danî ser diranan

    sedsalên dûr û ji kezeba kûr sitira

    kaniya bin dara hewrê

    bi dengê bilurê re nehirand

    hêstir xûrxûre melûl melûl

    dilê heyfa ji kovanên xwere

    kerî bi kerî kezext û dirand

    bilbilek firî ...ji hêlîne çu danî...li gulya gulê

    xençeyak mijand ji pêsîra xwe

    berda dilê wan xuriyê

    dilop dilop niqutî û xurî

    niqut niqut û xurî

    di dilopa pasî de sefeq beyan bû

    ji bilûrê his birî kanî xayis ket

    li bine kema gulê bilbil ji can bû

    jînek nû dest pêkir bi sira sibe

    sefeq zelal xuza xuyan bûn

    (bnr: ciwan haco sira sibê)



    Dîlbera qeşeng terhîn û ciwan

    Li serî zerzeng di dest de piyan

    Pêşkêşî min kir, mayî ji lêvan

    Bi vexwarin da kirim netîwan



    Pênûs kişabû birhên kevanî

    Çavên şîn neqşîn rengê Çîmanî

    Lêvên roj û dirûv hiş û giyanî

    Hilkir hilkişa ji laş deranî



    Dîlbera nazdar tak ji rihanan

    Buharên rengîn mîhên gulanan

    Gîyanên kovî dan ser zîndanan

    Hilkir hilkişa xist nav însanan

    (bnr: ciwan haco diber a qeşeng)

    ez dibêjim qay helbestên rojen barnas bersivek kurdewarîye ji wan kesanre ku ewên dıbêjin gelo ma kurdî ji zimane heger fêhm bikiran ji van gotinên xwe yê vala wê fedî bikiran



    20.05.2014 16:11 | birazî

    8. xwediyÊ helbesta ''min navê xwe kola li bircÊn diyarbekir''Ê e.



    20.05.2014 19:06 | xelîlêzer

    9. piştî salên reşên nivîskariya/helbestvaniya bakur de yekem kes e ku pirtûkeke helbestan bi temamî kurdî çap kiriye.

    navê helbesta wî ya rojbaş roza min her tim vediceniqîne.



    18.03.2015 00:56 | berxweda

    10. Pirtukek li ser farqîn ê nivisîye bi navê "Farqîn" ji wesanên nûbihar ê derketiye. ji cand û dîrok a farqinê bigrin heta behsa xwarin û dawetên farqin ê jî kiriye biwenêyen dirokî.



    08.08.2015 03:45 | kurêpîrê

    11. EZ MENDALEKÎ ÇAR SALÎ ME, MAMO!

    Ez mendalekî çar salî me, mamo!

    Ez mendalekî çar salî

    Li kolaneka Mehabada xopan mame

    Li kolaneka Mehabadê

    Kolanên Mehabadê xir û xalî

    Roj,

    Mîna kiloreka rûnî, ji genimê sorgul

    Ku di tendûrê de sorgizirî

    Di şebaka me de,

    li rojhilat

    li esman

    ji min re

    Wekî bişirandinên dayika min dibişirî

    Û

    Ez nizanim çawa bû, mamo!

    Çarşevek ket navbera me

    Mîna cubê Îmam Xumeynî tarî

    çarşevek reşvegerî

    Û

    Mîna tavanê teyrokê

    Agir barî

    ji balafiran bi diyarî

    ya sala mendalan

    li me.

    Ez mendalekî çar salî me, mamo!

    Di sala mendalên dinê de

    Ez mendalekî çar salî

    70

    Li hewşê;

    pitik li ber dil,

    pitik li hembêz

    laşekî,

    Laşekî parî bi parî

    cenge cenge

    ji bombeyên mêtingehkarî

    Ew laş yê dàyika min e.

    Ez mendalekî çar salî me, mamo!

    Ez mendalekî çar salî

    Ragihînin Dehakê virnî Îmam Xumeynî

    Bêjnê:

    Te Mehabadê xopan kir,



    Li ser kavilê



    mendalekî çar salî

    Niha

    Bi avakirina Mehabadek nû,

    bilî

    Ez mendalekî çar salî me, mamo!

    Ez mendalekî çar salî

    Ez niha malokan çêdikim ji xwe re

    Ezê ji malokan ava kim Mehabadê

    Mehabadek ku

    Ji avahiyên xweydana min xemilî

    (min vê helbesta rojen barnas di kovarekî de dîtibû, ez bawer im navê kovarê "gulîstan" bû. min rojen barnas bi vê helbestê nas kir.)



    26.11.2015 01:43 | mahîr amed

    12. Hevalêkî min bi vî navî heye. Lê mixabin! Bênamûsê me kesê kû navê xwe jê girtîye nas nake.



    27.11.2015 01:17 ~2019.03.06 01:00 | bager elih

    13. Helbestvanê ku em tu car di Medya an cihê din nabîn e. Ne popîlîst e.



    27.03.2016 20:47 | sibatok

    14. Nemirekî hêja ye



    27.09.2017 12:09 | robar cilo

    15. Di nava helbestvanê kurda de ji bo min, cîhekî wî ye pir û pir giring heye. "Rojbaş Roza, Dîlbera Qeşeng, Sira Sibê" helbestên vî ye herî bi zîzin. Min berê vî çar sala pirtuka vî ya bi navê "Kadiz" kirî bu u xwendî bu.



    09.04.2018 17:06 ~21:58 | hesen bira

    16. yekem min navî wî li Enqera dinav koma xwendinê a mestûre erdelanî de qala vî helbestvana hêja kirin, û bi rastî jî ji wê rojê vê di dilê min de ye. Wê rojê çend kesên hêja helbêstên wî xwendin û li ser jiyana wî axivîn. Yek ji wan helbestên wî,jî bi navê rojbaş roza bû.



    24.04.2020 00:01 | merwano

    17. helbestkarê hêja ku di kovara nûbiharê de dinivîse.



    24.04.2020 03:05 | roberz

    18. helbestkar e. Heqê helbestê dide.

    Helbesteka wî di kovara tîrêj de hatiye weşandin:

    Bi avê bi nan

    Bi avê
    Bi nan
    Bi serî hildana Roja mefermend di serê Sîpan
    Û bi karîna me
    Ew ê
    Bi zarî
    Û bi nemana qidûm di çokan
    Serî deynin.
    Ji Dehaq
    Ji Çar
    Ji Şah
    Rebentir bin
    Ma nayê bîra wan ku
    Mêran jinên xwe
    Dê weledan
    Davêtin ji xezeba me
    Û revîn
    Tu cî û nivîn
    Li wan sitarî nekirin.

    Bi avê
    Bi nan
    Bi jîn bişkifîna di bûtikên kulîlkan
    Fermandarê fermandaran her em in.
    Bîhna me fereh e.
    Lê em ne yên xezebê carekî...
    Bila bi bîrbînin
    Me
    Çiyayê Pentagonê
    Mîna arvan
    Bi hêran
    Çawa hêra li Wîetnamê,
    Li Îran
    Û me
    Çeka di dest Hîtler çawa kir dijminê serê wî
    Û me çawa hejand Mûsolînî
    Mîna dewkula li sêpiyê
    Li daran.

    Bi avê
    Bi nan
    Bi dilopa xwêdana eniya xebatkaran
    Bê mefer û xemgîn me bin
    Nêzîk e bibişkife felatî
    Di gerûya Rojê,
    Bi sariya asiwayê li navsera Sîpan de.



    11.05.2020 14:08 | hespêsor

    19. Bi stran û bi dîlan wer dîwanê rasterast
    Ew in bizota mayin û jiyanê rasterast

    Li benda te rê dipêm ku du mijûlî bikin
    Bi rêkûpêk bi edeb bi erkanê rasterast

    Periyên Dîcle w Firat rastûçep reqsê dikin
    Wilo divê reqsa wan ne b` vê manê rasterast:

    Ku em jî fetl û çiva bidin ber xwe, negihên
    Tu armanc û qûnax û tu ramanê rasterast

    Ku em xwe wekhevê hev bibînin û dest pê kin
    Dê nemîne tu asteng li meydanê rasterast

    Ne tenha gul û beybûn an sosin û binefş e
    Divê her gul, gulçîçek li bûstanê rasterast

    Bişên bijîn û vebin, bê xeter û serfiraz
    Mebest ev in ji jîna li cîhanê rasterast





    09.08.2020 15:46 | fîriko lao

    dengdanên dawîn (yên din..)
    kurdgpt [1]
    Pergalek Jirahiya çêkirî ya kurdî ku binesaziya chatgpt bikar tîne. Ew...
    kesrewan [2]
    serpoşa jinan e ku ji heft rengan pêk tê. berê li aliyê hekarîyê jinên...
    bismil [2]
    Navçeya ku cara pêşî ji alîyê dewletê ve koçerên bulgar lê ...
    tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1]
    Di hevpeyvînek kolanê de gotinên kurdekî heye. Kesî ku Hevpeyvîn çêdi...
    epictetus [1]
    Epictetus fîlozofekî Stoaparêz bû ku di navbera salên 55-135-an de jiy...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » rojên berê yên ku mirov her tim li bêriyê dike

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî