Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; nivîskarên ku tirşikê diterikînin
peyamên çepikkirî

60268. Heyfa wan. Li gor xwe belkî rast bin lê ne rast e, yanî tu dikarî her roj her deqe nenivîsî, belkî wextê te jî nîn be lê nebêje va ez timamî diterikînim, heta te xwest heta wextê te çêbû car caran binivîse. ji xwe re neke bend û rêzik.

Jixwe em ne ji bo popûlerbûna kurdî an jî tirşikê dinivîsin an jî vê tirşikê mijûl dibin. Em dibêjin an jî ez dibêjim qe nebê bila di derheqê hin tiştan de cîhana kurdî ya qompîtûrî jî dewlemend bibe. Ango kesek rabe tişteke kurdî di googleyê de bigere bila google nebêje tiştek nehate dîtin. û dîsa bila dema lîsteya ferhengên înteraktîv hatin weşandin yek jî be ferhengeke kurdî jî hebe.



07.06.2013 18:27 | brusk56