Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
helbestên seydayê tîrêj - tirşik
helbestên seydayê tîrêj
(0) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. (bnr: pend û şîret)



Li ber bayê di zana guh bidêre

Ku cêza te bibî tev dir û gewher



Li ber bayê nezanan qet medêre

Wê cêza te bibe wirdê êmê ker



Temaşe ke li tawis ey birader

Binere ew çiqa bi neqş û nîgar e



Ji rûtbûna di lingên xwe ew her

Ji ber xwe pir fehêt û şermîsar e



Birayê min tu berya gotina xwe

Xweşxweş bibîne û paşê bibêje



Bila tirş be hevîrê gotina te

Bi şikevayî li ser sêlê nepêje



Cihê kêmasiya xwe têd bibînî

Tu jê bar ke here cihkî dinî dûr



Eger karî bi merdî dest hilînî

Bi mêrxasî bimir tu l'bin siya şûr



Tiştê ku can pê nerm dibî

Paldan e yan razan û xew



Lê yê ku merva pûç dikî

Bê şik bizan fort û derew



Dema ku baran tête xwar

Lib hûr e şil nake cihî



Li ku giha hev bû yeker

Jê çêdibî pêl û lehî



Meriv du tişt in , ne zêde

Yek ziman yê duda dil e



Tiştê ku mayî guh medê

Ew hestî û xwîna şil e



Hemû dar bi avê têne avdan

Ji bil dara jiyanê ew birader



Eger ne b'xwîna sor ya xort û lawan

Tucar nabişkeve , qet nagire ber



Di kêmasiya dinyê de qet nepojin

Di dil de tev dibe derd û qirêj e



Kesê xemgîn li milk û malê dinya

Serê wî her di teqreqê de gêj e



Xebatê di ber kufletê xwe'd bike

Eger roja te pêk ve bes bi yek nan



Sezatir e tu destê xwe bibeste

Bi koletî li hember mîr û sultan



Seydayê Tîrêj



28.02.2015 16:49 | xendekî

2. (bnr: bilbilê dilşadî)



Bilbilê Dilşadî



Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan

Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e

Gorî te bikin cerg û dil û mêlak ê hem can

Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê



Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye

Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye

Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye

Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e



Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî

Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî

Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî

Warê me welat e ey heval, rêla me dûr e



Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin

Me ji hev radiqetînin bir bi bir , heyf û mixa bin

Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min

Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e



Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar

Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e



Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev

Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev

Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev

Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e



Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader

Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der

Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seranser

Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e



Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye

Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye

Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye

Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e



Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran

Hêvî û hawara me bi Yezdanê dilovan

Her çare û hêvî ya me ji serdarê di Berzan

Wek Tîrêj dibêj cejn dibej:kotek û zor e.



Seydayê Tîrêj



28.02.2015 16:54 | xendekî

3. (bnr: ey gelê kurd)



Ey Gelê Kurd, tev bibin Yek

Dest bidin hev wek Bira

Dahola Cengê li darxin

Hûn li meydana şer a



Firsetê îro ji dest xwe

Bernedin, dem ya we ye

Ala kesk û sor û zer

Hildin li ser xan û sera



Serxwebûna milletan

Nayê bi sed ax û xwezî

Dest bidin hev merdino

Da hûn nebin şîva gura



Dewleta Baz kurê Dostik

Hûn vejînin, wek berê

Dameya Farqîn bi derxin

Hûn ji destê zorkera



Rengê Guvara li meydanê

Bikin qîr û hewar

Tola Bapîra hilînin

Hûn bi şûr û xencera



Ger nekî kar û xebatê!

Tu di ber xwe'd ey millet

Tê wisa bindest bimînî

Serxwebûn nayê ji te ra



Dest bide destê hemî

Şoreşgerê dewra Cîhan

Guh bide xêzên di Tîrêj

Êdî bes a min j'te ra.



Seydayê Tîrêj



28.02.2015 16:56 | xendekî

4. (bnr: gerdena nazik)



Gerdena nazik ji rîhanê nede ber pencerê

Bejn û bala tey tenik tirsim belak jê re derê



Zilf û xalan tu veşêre ebrû çavan bernede

Nabî kes vana bibînî û li wana binêre



Porê zer sor û dirêj qet min ne vêt ba lê bidin

Mîna şitla şox û şengê bejn û bala esmerê



Ev surra bayê seher pêre hezar êş û elem

Vê qebûl nakim tu caran ji wê bircê tu derê



Dergevan im bendewar im mal û halê min tu ye

Vî dilê Seyda ditirsim tu bidî ber xincerê



Ji birînan pir ditirsim ger biçin nêv cerg û dil

Wê hinavan bidne sotin tev bi carek her derê



Min nexe nêv kul û derdan min berê dil tije ye

Ji neyaran pir ditirsim ko biçin koçk û serê



Min nevêtin ku hinek bên bi bûrin çav li te kin

Wê demê êş û elem xurtin li nêva cegerê



Ev neyar ger te bibînin wê bisojin vî dilî

Tê belakê bo min çêkî dibe ku can tê herê



Her neyar ji min di tirsin û ji ber min direvin

Lê li ber te xûz û xwarim ma li min tu nanerê



Xet û xalên qelemî dijmin di wan nabuhurin

Pir ditirsim ku ji dest min herî find û fenerê



Nazik û şêrîn û rindê ser û surra periyan

Ser me danî ber piyên wê pût û lat û mehderê



Bejin û bala te yê taze wek çinara zeviyê

Nêrgiza sîka zinarê ney û naya deverê



Nazika min dilbirîn im ji xem û derd û kulan

Ka li halê min binêre bide min yek xeberê



Min ne xoş im mest û gêj im sebir û saman im nema

Ez ditirsim ku nemînim nebînim qozeqerê



Şerbeta şêrîn ji lêvan ez dinoşim şev û roj

Aşiqê bejina bilind im zêr û durr û gewherê



Tu ye hêl û hinera min bi te bawer min heye

Min ji kalî ve digerînî bîstûpênc salî berê



Kaniya ava heyatê kî vexwî wê her bijî

Pê dibim mîna Ebanos ta bi sed salî derê



Wê ji bo min her bimînî ser bilind û payedar

Tac û textê min ji zêrin sînga eywan û serê



Te bi lawê Sîna nadim ne bi Luqmanê Hekîm

Tu ye dermanê dilê min wê bi te ruh vegerê



SEYDAYÊ TÎRÊJ



28.02.2015 16:57 | xendekî

5. (bnr: mizgîn li te be, cegerxwînê kurd)



Mizgîn li Te be, Cegerxwînê Kurd

Seydayê nemir, zana û rêber



Warê tu lê bû, nemaye xalî,

Di pey te îro, maye Dilawer



Şehr û bajarê tora gelê Kurd

Nemaye vala , bêkes û xwedî



Barê te’y giran, daye milê xwe

Şopa te îro, ewî daye ser



Seyda de rakev, bê derd û bê kul

Ala te îro, wa hildaye jor



Xortê çeleng û jîr û hinerbaz

Şahê evînê li textê keşwer..



Seydayê Tîrêj



Hisiça, 22.6.1985



28.02.2015 16:59 | xendekî

6. (bnr: hate hundir)



Hate hundir ew ji nişkave li min çoglerizîn

Ji piyan ketme bi carek dest û pê tev tevizin

Rist û birbisk û guhar û gerdenî xemla giran

Lê dixun tud bê ji malbat û nijadê hur mizîn



Wek memê hundir û jer li min bûn wekî baxê dimir

Cejn û Newroza min e kubê civan hatiye zîn

Em ketin warê evînê bê hiş û sewda diman

Wek beko gundî û ciran li min û xar qelizîn



Bes li dun xayê ji mer işq û evînî sosrete

Pêjn û sawêrek ji kûbê em ji tirsad qovizîn

Bi gilî û gazinan derdê xwe mej hevre digot

Dil li me bûye birîn hestî li me tev derizîn



Seydayê tîrêj



28.02.2015 17:31 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên favorî ên nivîskaran
» seydayê gerok
» tîrêj zana 21

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî