Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
helbestên yildiz çakar - tirşik
helbestên yildiz çakar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: yildiz çakar)



1

Di navbera derî û dilê xwe de mam

Li aliyekî tu

Li aliyekî derî

Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te.

Min çend payizên sar germ kirin,

Ji bo her tiliyên te



Yildiz Çakar



2

Ez zarokeka şeş salî me, di bin pêlaveke qirêj

de.

Awirên bixof ji ser min derbas dibin.

Gule di laşê min de lotikan dide xwe.

Ka bibêje, kujerê min kî ye?



YILDIZ ÇAKAR



28.02.2015 16:08 | xendekî

2. (bnr: kerba dİlekÎ wİnda)



-şewgora sibehekî hatibûm windakirin.

Niha bihare!

Biharekê bêwext.

Û bi diayê windayekî car din, ji bo te têm afirandin.



Niha adar e, adar

Dar gul e, dil bi kul

De were yar de were



-niha ez bûme pinpinîk û tu kulîlk!

Çima cihê me di nava demsalekî de gûherî.

Ka, ez ê bibûyama kulîlk û tu yî pinpinîk.

Çima cihê me di nava qederekê de guherî.



Niha adar e, adar.

Gul e dar / kul e dil bi yar.

Carek bê serdana min,

Silavek, bi maçek

Bide bide bîrîna dilê min.



-te ji bo emrê xwe yê hefteyekê, êşa demsalekê da min.

Niha nizanim li kîjan demsalê û li kîjan biharê em ê

-di xewnan de

Rastî hev bên.



Hay ji xwe hebe.

Adar bi dawî dibe / gul bi avî



Qemika êvarê dil berdide te

Û ez bi diayên windayan rawestgehekê digerim,

Ji bo xwe û ji bo te.



-niha bi xwe re dipeyivim, bi dilê xwe re.

Li ser qada awêneya şkestî distirêm.

Li ser te kilamek dibêjim.

Tê de zilm û zora te.

Wek şîzofrenekê!

Yek ez, yek tu û yek jî windayên adara bi xwîn.

Di dîasporaya evîneke neçar de.

Ne pinpinîk bû xwediyê kulîlk, ne kulîlk bû pinpinîk.

Tanq û topa adarê bû qedera kulîlk û pinpinîka biharê.



-westiyam.

Dixwazim bigrîm.

Barên bijangên min bila werin xwarê.



Adar çû / gul ma bi tenê.

Ne havîn gihaşt zivistanê

Ne zivistan li havînê.

Bekoewanek bi navê biharê

Kenek bi girî hişt ji bo

Pinpinîk û kulîlka dil ya adarê.



-adar jî çû ez mam tenê!

Ne windayên biharê vegeriyan malên xwe,

Ne jî gorên wan hatin dîtin.

Destmalên bi xwîn ya di paxilên porsoran de man diyarî.

Kî çîrokên me dinivîse û kî qedera me.

Çima ez dibim kulîlk û tu jî pinpinîk?



Adar çû / gul ma sêwî

Havîn hat/ zivistan bû xeyalî.

Dil dîn û har bû û da dû yekî

Şopên winda jî xwe avêt bextê berfê.



-temenek!

Tenê bûm xwediyê gorek.

Û laşê min ber bayê dîn ket.

Wek adarê xeyalên min jî ez terk kirim.

Bîranînên min di gola xwînê de.

Hîn distirêm.

Ji bo tixûbên çavên te.



Adar çû / gul ma tiq û tazî

Zivistan li ser dara wê danî.



-de çi bibêjim.

Niha bi xatirê te!

Ger ku car din bêm dinê û car din li te mikur bêm,

Wek zivistan û wek havînê,

Wek siyek,

Li du xeyalek

Ezê bibim gul

Û tu jî

Bilbilek...

Ji bo kerba dilek



08.08.2015 00:05 | mergehez

3. (bnr: gog)

Ez goga li ser kevir bûm

Kî derbasî rêzika sereka bû

Lagên xwe bi ser min de anî

Ne kes guneh bi min anî,

Ne jî destê xwe dan min bi dostanî



Ez kevirbûm min anîn zimên

Ne bûm çîrok û ne jî roman

Bûm leystoka gûndî û bajariyan

Gindir bûm navbera wan



Di leystokê de deh yezdan

Kincên reş li wan her yekan

Sê kêm heft şev û rojhêyvek

Xwe berdan nava şêrwelatek

Agir li mala herkesi ket

Hewar li dergûşên ber şîr ket



Ne gog ma ser kevir û ne jî

Kevir ma ser kevir

Ne rehm bi guneh ve hat û ne jî dest bi dostaniyê ve



"ez miriyeke bê nav im,

Ne navnişana min heye û ne jî rawestgehekî min

Wek gogê li aluleyên goristanan têm

Êdî qiyma xwe naynim

Ez gogek winda me,

Hatiye firotin axa ser ruyê bapirê min"



Ez goga ser kevir im

Bê rumet û bê welat im

Di nav koran de, rastiyek bi çav im

Êdî bese

Canê min ne êşîne

Navê min dîroke, dîroka hebûna te

Ji devla serê min serê xwe bixwe



08.08.2015 00:07 | mergehez

4. edî taqet nemabe cakar dibêje: " dem dema xatir xwestinê ye"



08.08.2015 03:27 | kurêpîrê

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ku tirşikvanan nivîsandine
» yildiz çakar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî