Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 30 peyam
ceyrana qaçax - tirşik
ceyrana qaçax
(7) (0) (12)
di mijarê de bigere

1. derd û kula tirkan e..

dema ku behsa pirsgirêka kurd dibe tavilê dibêjin ma hûn jî ceyrana xwe qaçax dikin, hûn ne heqê faturayê didin ne jî tiştek, em heqê we didin niza çi û ne çi..

di nêrîna wan de pere ji canê însanan jî buhatir û hêjatir e..

ceyrana xwe qaçax bikin, ne eyb e ne şerm e, ji barajên me ceyranê çêdikin û axa me dimêhtin û tên heqê xwe ji me dibirrin..

dagirkerî tiştekî wisa ye



2015.02.28-15:29 | ferhenga şikestî

2. Kirineke populer a kurdan e. E bavo, ha ji ber dewlet enerjiya me difiroşe me em wisa dikin ma çima nexwe em heman tiştî li ava şaredariyên me jî dikin?



2015.02.28-17:54 | azadixwaz

3. Ceylan ceylana me ye, av ava me ye. Ma çima em ê pera bidin.



2015.02.28-17:57 | xendekî

4. na, we nav neçê lê kirîye. Ma ceyranê merîya jî li merîya qaçax dibe?
navê xwe yê rast eve; "ceyrana bi taybetî jî li kurdan re helal û xweş"

Ez bê kurdîstanê tu bacê macê nadim tu dewleta. bacê bidim bira dewleta tirka ji li roboskîye bomba bavêje xuşk û birayên mi ha?



2018.01.16-06:58 ~07:04]| aqilkêm

5. ev mijarek wusa ye ku,
heneka [heqaret] tirkan %99 ceyrana qaçaxe.



2018.01.16-11:50 | kurdokercewsî

7. Dema ku li bajarên Tirkan ji bo ceyranê hewldan tên dayîn, li navçeya xweş û şêrîn Farqînê siyasetmedarê kurd Dr. Yûsûf Azîzoglû şaredar e. Azîzoglû, kesekî welatparêz û şareza bûye.

Hê wê demê ku his û pisa ceyranê li Kurdistanê tunebûye, Azîzoglû anîna ceyranê ya Farqînê ji xwe re dike xem û ji bo vê dest bi projeyekê dike. Di dawiya salên 1940’î de Azîzoglû, çend teknîker li Farqînê li hev kom dike û ji bo hînbûna teknîka hilberandina ceyranê ew dişîne Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê.

Di serî de Azîzoglû vê koma teknîker ku mil dane ber vî karî (yek ji van teknîkeran Tûran (Koçer) Beg e) bi biryar in ku ceyranê bînin Farqînê. Di encama lêkolînên xwe de ava Kaniya Mezin di hewzekî de depo dikin, mekanîzmeya santrala hîdroelektrîkê deynin serê û ceyranê hilberînin. cara yekemîn di sala 1949’an de ceyran li Farqînê tê hilberandin û belavkirin. Destpêkê kuçeyên Farqînê bi ceyranê tên ronîkirin, piştre mal û xan pê tên ronîkirin. Herî dawî ev ceyran ji Hezroyê re jî tê şandin.



2021.01.17-22:30 | asîmanê sêwî

8. Mijara ku ewqas ji dewlet ra bûye kul û derd êdî ji bo kontrol kirina kaçaxê bi leşkeran tên. Dema li mal bûm ewqas vesayît hatin gundê me û li paş wan jî vesayîtek leşkerî ya mezin( navê wê nê bîra min) me got şerek çêbûye ew çi ye ewqas, piştî fêr bûn ku bo qaçaxê hatine( em hatin girtin:d) peyama min ji bo wan ewqas xwe damexînin..



2021.03.09-09:55 | navîgiranmezelîwêran

9. dema em li gund bûn cêrancî bata diqêrîyan digotin : gur hat .!! Me navê wan kiribû "gur"
dêmek di binhişê me da "dagirkerîya" wan hebûye.
armanca gur ji nav birê pez mîkî bîre bixwe nine, armanca wî birê pez qirbike. dagirkerî jî qirkirine,îstilaye.



2021.03.10-00:44 | yaqûp

11. Bênamûsa dixwazin pêşî lê bigrin.. xwedê ne biwanrebe, dinêzde yekî li tara serîyê wan bixe..
(bnr: hêvî)
li farqînê jî dilê wan heye ceryanê di binê erdêde bikşînin, cihê dîrek û trafoyan biguherînin *, tînin hîn seetên nû li çiyê xwe dixin ka sayac çendî kîlowetro diçe.. *

ne heqê xwedêye ev, wê ceryanê ji av û bendavê me peyda bikin bînin bi giranî li me barbikin... Yê min dev ji qaçaxiyê berdin abone jî tune * abone nebe çêtire ceza jî tune.., ya minî avê jî abone tunebû, evan ji kerên ser welaqa hatin ji serquzdêtiya xwe abone çêkirin min 370 tl milyon milyar perê abonê da, di vê xelayêda li cihê bereday dikaribûn çavê xwe bigrin lê çavê wan ji nava serê wan derket ; xaniyê me dû taye(kat) li jorê bavê min li xwarê ez ava min bi dû xetan dihat yek qaçax yek jî ji depoya bavê min, hatin kontrolê min hewqas ji serê wanî kerînî re got ava min ne qaçaxe ava min di seeta mala bavê minde diçe depoyê ez jî ji depoyê dikşînim min kir nekir wan nexapand * cîhaz biwanrebûn qaçaxê qefaltin dîtin abone jî tune, qaçaxê nekirin pirsgirêk lê abone hanîn çêkirin xwedê ji xwe ne razî kirin.. fatore jî tê 7-8 20 tl têr xwarina wan tunebe.. ez gazin dikim lê xwezî hertiştê wan wekî avêbûya dîsa yê erzan ave..

...



2021.03.11-23:17 | shorbevan

12. mîjareke ku kurdên tirkînivîs li ser vê mîzah û aforîzma çê dikin



2021.03.12-15:19 | doesntmatter

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
bila gewrê li lewendî vegere [2]
Mijara ku gava min dît têr kenîyam û dixwazim daxuyanîyek bikim. ...
bila gewrê li lewendî vegere [3]
Bi min bira venegere . lewendî xûya ye kesek çav li der e, ç...
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1]
homo sapiens-yuval noah harari [spoiler: ji zûde mi...
bila gewrê li lewendî vegere [3]
Min ticar vê êşê ji xwe re nekirîye bar û Xwedê jî neke. Bes, li ser y...
bila gewrê li lewendî vegere [3]
Daxwaz û qêrîneke min û bawerim tirşikvanên ji ber vê evînê muzdarîb i...
belki ev jî bala te bikişînin
» ceyrana qaçax
» qaçax

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî