Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 17 peyam
platon - tirşik
platon
(3) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. feylesofeke navdar û berniyas ê atînayê ye

mamosteyê arîstotales e û avakarê lîseyê ye..



2015.02.28-14:59 | ferhenga şikestî

2. (bnr: eflatûn)



2015.08.31-16:31 | resençiyayî

3. feylesofê ku bi gelek fikrên xwe ve hê li ser jiyana modern xwedan bandor e. di siya wî de em fikrên feyesofe qedîm, ango fikrên sokrates jî dizanin. fikrên platon zêdetir li ser dewlet, bêdawî bûna ruh, idea û li ser zanîn e. fikrên wî yên derbarê ruh û ideayan, îro weke bingeha olên semawî te qebûl kirin. teswîra wî a dinyaya ideayan pir dişibe bihûşta olên semawî.



2015.09.01-10:33 | nazim tolhildan

4. Eflatûn Fîlozofekî yunanî ye Baweriya wî ew bu ku pêwîst e Yezadanek yan jî afrênerek yê gerdunê hebe. Dema ku dibêje, Ev gerdun xwediyê ruerdekî gelek û hertim dinava gohertinê deye. Mirov bi xwe bi xwe çêbibe jî, belku pêwîstî bi afrênerek çêkerek heye, ew afrêner jî Yezdan e. Yekek bi tenê ye, bê dawî ye û hertim heye. Bi xwe çêbûye û li ser serê me hemuyan e. Tê xuyakirin ku ev bawerî ne tenê li cem wî heye, belku li cem hemu ayînên li ser rûyê erdê jî ev bawerî heye. Tişta herî giring di wê deye ku eflatûn bi aqil û fikrê xwe gehiştiye vê baweriyê. Ne li ser ayînekê ye ku ewê ayînê wisan bi wî kirîbe ew razî bibe. ji ber vê jî dibêje Xweda Ezelê Ebedî ye.



2020.05.22-17:37 ~17:39]| sitî cp

5. Platon, Berê Zayînê di navbera salên (427-347) an de jiyaye û ew bi xwe, şagirtekî Sokrates bû. Ev fîlozof, di cîhana îslamî de bi navê eflatûn tê zanîn û naskirin. Platon hemû berhemên xwe, wek diyalogên tiyatroyê nivîsandiye û hemû berhemên wî beyî ku winda bibin, gihêjtine dema me. Endamê malbateke esîlzade bûye û baş hatibû perwerde kirin. Di bîst saliya xwe de bi naskirina mamosteyê xwe Sokrates re hewl dide felsefeyê û heta mirina Sokrates, heşt salan dibe şagirtê wî. Li ser kuştina Sokrates, bi dilekî şikestî welatê xwe terk dike û piştî donzdeh salan, di çil saliya xwe de vedigere welatê xwe. Di wan donzdeh salan de li Megara, Misir, Sicîlya û li Îtalya Başûr, geriya ye. Piştî hatina Atînayê, akademîayekî ava dike, li wir ders dide şagirtan û dest bi nivîsandina berhemên xwe dike.

Di dersan de rêbaza guftegoya dîyalektîkî bikar tîne û hewl dide da ku, eşqa zanayiyê fêrî şagirtan bike û wan mîna fîlozof û
desthilatdaran, bigihîne. Ji ber vê çendê jî; di dersên xwe de giraniyê dide rewişt (ehlaq, sinc, akar) û siyasetê. Ti caran, danasînên naguher nedaye şagirtên xwe û şagirtên wî li hemberê
wî xwediyê yek berpirsiyariyekî bûne, ku ew jî lêgerîna rastiyê bûye. Di çêbûn û xurtbûna ramanên wî de ji bilî bandûra mamosteyê wî Sokrates, bandûra fîlozofên berê jî xwiya dike.

Mîsal: Ji dazanîna Pythagoras, rêgezên Orpheosiyan girtiye. Baweriya nemirinê, baweriya dinya din, hewl dana zilamên olî ên şîretkar, allegoriya şikeftê û rûmeta Matematîkê, mirov dikare di nava wan regezan de bihejmêre. Herweha bi alîkariya ramanên Parmanîdes bawer dike, ku rasteqînî bêdestpêk û bêwext e û divê ku, hemû guhartin, ji hêla mantîqê ve, wek xapînok werinpejirandin. Bi felsefeya Herakleîtos re jî, wiha bawer dike ku her
tişt diguherin. Dîsa meriv dikare bibêje ku, di nava fîlozofan de yê
ku herî zêde li ser têgeha baş an başiyê (rind, qenc) rawestiya ye
Platon e.

Berhemên wî yên sereke ev in
1- Dewlet
2- Gotûbêj (Diyalog)
3- Yasa (Nomoî, Zagon)
4- Parastina Sokratesî.



2020.10.26-20:47 | yûsiv

6. nehatiye gotin lê ev peyama yûsiv platon/127711 ji felsefe amadeyî 2 (Saziya Minhacan) hatiye copy-paste-kirin û lihevanîn. dewama gotarê ev e:

Platon, felsefe bi bidesxistina zanînê, bi awayekî giştî da nasîn. Her wiha bi rêya aqil tenê, têgihiştin çê dibe û rastî jî tê bidesxistin. Girîngî daye gelek mijarên mirovî, mîna zanîn, heyîn, sinc û hwd.
Felsefeya zanînê:
Platon, bawer dike ku mirov ji zayîna xwe ve, xwediyê zanistê ne. Her wiha bawer dike ku giyan berî ku derbasî laş bibe, di cîhana mengî de bû, piştre zîvirîye cîhana me. Wî bawer dikir ku mirov, tiştên ku ji bîr kiriye jî di dema jiyana wî de, tê bîra wî. Tewriya wî ya bîranînê, xwe dispêre tewriya wî ya du cîhanan (cîhana fîzîkî yan a pêhisînan û cîhana mengî, ji ber ku bi sehekan nayê têgihiştin, bi aqil tê zanîn. Forma her heyînekê heye; heta forma heyînên razber jî heye.
Mînak: Çawa ku form û mengiya darê, pel û ya rengê sor heye; ya başî û dadmendiyê jî heye. Platon zanînê dike sê beş:
1- Zanîna rast (mengî)
2- Zanîna çewt (pêhisîn).
3- Bawerî: Bawerî, di navbera zanîna rast û ya çewt de ye.
Di encamê de, tê xuyakirin ku pêhesîn, zanînên çewt dide me û zanîna rast, bi rêya aqil tê hilberandin.

Felsefeya heyînê:
Platon gotiye: "Du cîhan hene: cîhana mengîwerî û cîhana xuyakirî, ango qelp (cîhana pêhesînan). Hemû heyînên ku li cîhanê hene, ew kopiyên (lasayîkirin) heyînên resenî ne, hêz û
hebûna xwe jî ji wan digirin. Lewma jî cîhana resen û mayinde, cîhana mengîwerî ye.

Li gorî Platon, di cîhana mengîwerî de, hemû heyîn mayinde ne û nayên guhertin. Ew bi aqil têne têgihaştin. Lê cîhana xuyakirî ango ya pêhesînan, tê de hemû tişt dimirin û ji holê radibin.
Mînak: Mirov dimirin û ji holê radibin, lê hizira mirov tu caran
namire. Raman nayên guherîn, lê lasayîkirinên wan, hertim tên guhertin û ji holê radibin.

Felsefeya sincî:
Li gor felsefeya Platon, başî dibe armanca jiyana mirovatiyê û bingeha heyîn û zanînê û bextewarî jî di başî û zanînê de ye. Başî, ew tiştê ku hemû kes wê dixwazin. Platon, dema ku li ser pirsgirêkekê mijûl dibe, ne tenê
kesan, lê civakê bi giştî, di ber çavên xwe re derbas dike; ji xwe re wekî pîvan û nimûneyê dibîne.
Di felsefeya wî de, başî di asta herî bilinde ye, ji tevliheviya zanîn û kêfê pêk tê. Her wiha tevlihevî jî li gorî pîvana spehiyê, rastiyê çê dibe.

Li gorî nêrîna wî dilpakî ew aheng, rastî û birêkûpêkiya giyan e. Xerabî jî, xerabbûna vê rêkûpêkiyê û ahengê ye. Mirov çi qasî dilpak be, ew qasî azad e, Lewma giyanê mirovekî wiha, ji aliyê aqilê wî ve, tê kargerandin, ji ber aqilê wî serewer, xwedîpîvan û aram e. Em dikarin feslsefeya Platon, ya sincî wiha binirxînin: Pilaton, li aliyekî girîngiyê dide sinc û cîhana mengîwerî û li aliyekî din jî di pirtûka xwe de, ya bi serenavê Komara Platon,
civakê parçe dike û dike çîn. Bi vê yekê, bi xwe re dikeve nakokiyê; sîstema koletiyê dide pêş û dûrî dadmendiya civakî dikeve.



2021.05.20-15:22 | sitî cp

dengdanên dawîn (Yên Din..)
18.07.2021 sûrprîza mezin ya tirşikê [5]
sûrprîza ku niha di weşanê de ye: (stur: lêgerîna di nav pirtûkên kurd...
ferhengên duzimanî têxistin tirşikê [1]
çênabe.. ev ferheng wek ferhenegeka kurdî û kurdî vebûyiye û li gorî m...
tirşik forum [1]
@merwano ko mijar bibe " kampanyaya danasîna tirşikê a dûyem sala...
yılmaz güney [8]
di navbera yilmaz guney û ahmet kaya de ferqeke gelek mezin heye. roj...
kampanyaya danasîna tirşikê a dûyem sala 2021 ê [1]
Kampanyayên ku wek tîrêj zana gotiye, tu Hêviyam min jî tuneye. Ev 2 s...
belki ev jî bala te bikişînin
» platonîk

Kategoriyên mijarê:: niviskar felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî