Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirkî - tirşik
tirkî
(10) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. vîrusa qûna kurdan...

nexweşîya sedsala bîst û yekemîn...

nexweşîya ji pençeşêr bi tesîrtir...

kujerê zarokên kurd...

mushîla kurdên kesayetvirikî ku bi saya wê kurdperwer û kurdqirêj ji hev vediqetin...



23.07.2013 14:28 | devliken kelogiri

2. Zimanê tirkan û devleta tirkîyê ê fermî.Ji mabata ural-altay e.Di destê Tdk ê de ekl û tahma vî zimanî bi peyvên çêkirî hatiye edem kirin...



23.07.2013 15:09 | cirano

3. zimanê ku kurdan herî zêde asîmîle dike, ye.

gelek caran xwediyên zarokên ku tirkî diaxifin xwe bi gotina "ma em çi bikin hînbûna tirkî bi wan gelekî hêsan e, kurdî ji wan re zehmet e. loma tirkî diaxifin" diparêzin.

ji bo pîvana zehmetiya zimanan nizanim parametreyên objektîf hene an na, lê ez bixwe bawer nakim ku zimanekî rehet be.

ji ber ku bikaranîna gelek qertafan li ser heman peyvê û rêzkirina wan zehmetiyeke mezin dide vî zimanî. weke mînak

karîna gitina "gidiyorum" ne hêsan e. ji qertafên git-yor-um pêk tê ku ev lêker gelekî ji rêzê ye. loma turîst dibêjin "ben var gitmek"

(bnr: çorumlulaştıramadıklarimizdan mısınız)

(bnr: de were û çêke)



23.07.2013 15:23 | simurg56

4. Zimanek ûral-altayi ye. Zimanekî ku li ser qertafan ava bûye. Kesên ku vî zimanê aidê xwe dibînin ji wan tirê hemû ziman jê derketine. Lê mixabin gelî temaşevanan kes nizane bê ka tirkî ji ku derketiye. Her çend eçoyê dîn bêje ji newala hopo jî, ez jê bawer nakim tew ku dîne jî. Lê ya rast hun bipirsin, ev tirkî zmanê kurdên! Ku ji çiyayan hatine deştê û li wir asîmîle bûne ye. Ez bim, min ê bawer bikira!

(bnr: zimanê kurdên deştî)



01.10.2013 09:29 | ceso

6. Agirê dilê keç û xortên kurda ye. Dibêjin Tirkî zimanê cinnetê ye û yê ku bi Tirkî nizanibe, wê neçe cinnetê :P ewqas yanî :D



01.10.2013 20:33 | tolazek

7. Zimanê tirkî yan zimanê romî, zimanê tirkan e û roja îro zimanê fermî yê Tirkiyeyê ye. Zimanekî ji malbata zimanên altayî ye.

Zimanê tirkî ku niha li Tirkiyeyê tê axaftin. Jimara kesên ku pê diaxivin li dor 63 milyon kes e. Tirkî gelek peyv ji zimanên kurdî, erebî, farisî û demên dawî de ji îngîlîzî jî girtine û ji aliyê çend kesan, bi emrê ataturkê tirkan hatiye afirandin

Herwiha ev ziman bûye sedema pişaftina kurdên bakur. Vê çaxê kurdên ku li Kurdistana bakur ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, hema bêje bi temamî kurdî zanin. Zanîna zimanekî biyanî bêguman xwedî feyde ye, lê ya kambax ew e ku, kurdên bakur vî zimanî ji ya xwe bêhtir dizanin. Ev pişavtina kurdan bi xwe re tîne.



19.10.2013 00:57 | ceso

8. zimanê yekemîn ku li ser rûyê erdê zimanekî çêkirî ye û li ser navê wî olimpiyat têne lidarxistin.



19.10.2013 01:22 | dîno

9. zimanê KU di kurdên bakûR de wekî zimanê dayikê tê bikaranîn e.



(bnr: bilingualism)



19.10.2013 09:44 | biruya hayao miyazaki

10. zimanê ku ligel hemû hewldanên xwe hê jî carinan dibe zimanê refleksên min..



20.12.2013 01:17 | endazer

11. zimanê ku nizanim bê ka hêsan e an zehmet e.

kurdên me vê dawiyê hîn bûne û dibêjin "ev tirkiya nelet, zimanek ewqas hêsan e ku em çi jî bikin zarokên me zûzûka hîn dibin. lê kurdî ne wisa ye, em nikarin li wan bidin hînkirin"

ez vê yekê qebûl nakim lê ya rastî nikarim bi awayeke objektîf lê binêrim. ji ber ku her du zimanan jî dema zarok bûm, hîn bûm.



20.12.2013 21:30 | simurg56

12. benîştê devê keçêN KURDA YE.



20.12.2013 22:14 | bakur-başûr

13. zimanê ku êdî dimÎne di bin tesîra kurdiya min.

îro min ji hevalê xwe re peyamek wisa nivîsandiye ;

"tamam yarın musait im" *



14.03.2014 10:23 | brusk56

14. zimanê zikmakî yê şanoger, stranbêj û siyasetmedarên kurd.



14.06.2014 10:54 | kardoxî

15. zimanê dagirkerên bakurê kurdistan.



14.06.2014 15:34 | ciwanpiroz

16. Zimanekî ku di destê saziyekê (TDK) de gişê ekla wî li ser navê pêşve xistinê jê hatiye derxistin.Nuha weke girara rijî ye lê axaftarên wê jê bê hay in...Hinek Kurdên me jî dildibijin ku bi peyvên çêker kurdî jî têxin vê rewşê.Lê hêvîdar im ku zimanê kurdî wê wan vereşe...



14.06.2014 16:38 | cirano

17. bi rastî jî zimanekî pêşveçûyî ye lewra mariv bi vî zimanî hemû pêdiviyên jiyana modern a sedsala bîst û yekemîn, dikare pêk bîne, hînbûna wî zehmet e yan hêsan e? ew gengeşe karê pisporan e lê bi ya min hînbûna zimanekî ne girêdayî zimanê hanê ye ango giriftbûn an zelalbûna zimanê di vir de diyardar nîn e dema zimanek bibe zimanê jiyanê û tu di nava wê jiyanê de bijî, hêsan e ku hîni wî zimanî bibî. niha dema zarokên kurd digihîjin û emrê wan dibe 6 an jî 7 hînî tirkî dibin. gelek normal e em seranser bi bandora tirkî mezin bûne û kurdiya ku me hînî zaroyên xwe kirine, ne kurdiyeke resen û herikbar û rast e jixwe ji me ve kurdiyeke felişî û hetikî hîn bûne dema jî diçin hînî tirkiyê dibin pirr rehet hîn dibin. bînin bîra xwe, dema bavê me behsa leşkeriya xwe dikin çawa mînakan didin? bavê mim dema behsa leşkeriya xwe dike dibêje çend kurd hebûn ku dema nû hatibûn leşkeriyê bi tirkî nizanibûn û dema çûn jî ji xeynî dijmîn û tekmîlên fermandarên xwe yên kirêt, tiştek hîn nebûn û çûn. çima? ji ber ku wan salan di nava civata kurdan de kurdî zimanê jiyanê bû tevî ku qedexe bû dîsa jî di malan de dihat axaftin û tv, radyo û înternet û jiyana metropolî tunebû ji ber wê ye ku wan çaxa hem kurdî nelewitîbû hem pêdiviya kurdên me bi têgehên nûjen û teknîk tune bû û hem tirkî li gorî niha pêşve nebû û hem jî di nava kurdan de belav nebûbû. ez bawer im ji ber van sedeman hînbûna wî niha hêsan e.

nexeyîdin lê bi rastî jî dewlemend e jixwe dewlemendbûna zimên, girêdayî zimên nîn e, girêdayî civat û netewa ku wî bi kar tîne ango netewa ku wî zimanî wek zimanê fermî hilbijartiye û dişuxulîne, çi qas pêşve ye? ya girîng ev e. mesela îngîlîzî tevî ku ji sedî heştê bi peyvên din tijî ye dîsa jî wek zimanê dewlemendtirîn ê cîhanê tê qebulkirin. çima? ji ber ku gelek tê bikaranîn û sedema bikaranîna wî jî berê îngîlîzan û niha jî abdyê ye ma malmîratno bû 300 sal e ku hukumraniya cihanê dikin ji 20 zêdetir dewletan de zimanê fermî ye.

tirkî zimanekî 90 salî ye û szt (tdk) ji bo ku ev ziman pêşve biçe di salê de 27 mîlyon dolar xerç dike. tu zimanekî nû jî çê biki, 90 sal hewl bidî û gelek pere xerç bikî ew ziman jî dewlemend dibe yanî



14.06.2014 18:38 | ferhenga şikestî

19. zimanê ku demekî dema min metneka kurdî an îngilîzÎ dixwend, tê de dema reqemek derbas dibû, ji ber xwe de min ew reqem bi tirkî dixwendin, lê niha, metn bi kîjan zimanî be ez bi wî zimaNÎ dixwînim.. herwiha wextekî refleks û bertekên min ên bêhemdî jî bi vî zimanî bûn, lê piştî tirşikê êdî kengî lingê min li derekî bikeve ez dibêjim; heyla min di quzzê diya.. kengî çav bi spehîtayiyekî dikevim di ber xwe de dibêjim; sed hezar hemd û sena ji wî huner û sinetê te re, dema tenê dimînim; di dilê xwe de bi kurdî diştexilim filan..



(bnr: berî tirşikê)

(bnr: piştî tirşikê)



14.06.2014 20:29 | endazer

20. bi qewlê teyyîbê sergolik ku serokkomarê dewleta tirk e zimaneke kêmendam e û mirov nikare bi vî zimanî felsefeyê bike camêr ji bo cihê zimanê osmanî çêke zimanê tirkî reş dike li ber dilê xelkê.. erê ew jî ne kêmî osmanî ye, di nav vî zimanî de nîsbeta peyvên bi eslê xwe tirkî ji sedî 10î derbas nabe yanî pirraniya peyvên di nêv zimên de biyanî ne lê xweş qalib girtî ye û berovajî gotinên teyyîb mirov dikare bi hêsanî qala her tiştî bike..



not: şeytanokeke slovakî me mala min jî li nepalê maye.. *



26.12.2014 04:46 | endazer

21. gava nazim hikmet bixwînim dibêjim çi xwaşe vî zimanî zanim. paşe tê me serxwe dibêjim ez vÎ zimanî bi kêfweşiyêkîde hîm nebûm . berxwedikevim. carınan dibêjim xwazil navê vÎ zimanÎ tirkÎ nebûya ji tirka re tu tekîliyê vî zimanÎ tunebûya an jÎ me tirk hev akî nasnekiriya. ez du zimana zanim , ê zanim zimanin herÎ xwaş hene ji tirkî ê kurdÎ jÎ ji van zimana yek e . lê mixabin gava bixwazim helbestekî bixwÎnim kurdÎ pir kêm dimÎne . carinan jÎ dibêjim ev ne xweşbûna ziman e mezintiya nazim e kê bizanibe dibe rojek were nazim hîkmetek î me jÎ derkeve.



ne güzel şey hatırlamak seni:

ölüm ve zafer haberleri içinden,

hapiste

ve yaşım kırkı geçmiş iken...



ne güzel şey hatırlamak seni:

bir mavi kumaşın üstünde unutulmuş olan elin

ve saçlarında

vakur yumuşaklığı canımın içi istanbul toprağının...

içimde ikinci bir insan gibidir

seni sevmek saadeti...

parmakların ucunda kalan kokusu sarduya yaprağının,

güneşli bir rahatlık

ve etin daveti:

kıpkızıl çizgilerle bölünmüş

sıcak koyu bir karanlık...



ne güzel şey hatırlamak seni,

yazmak sana dair,

hapiste sırt üstü yatıp seni düşünmek:

filanca gün, falanca yerde söylediğin söz,

kendisi değil

edasındaki dünya...



ne güzel şey hatırlamak seni.

sana tahtadan birşeyler oymalıyım yine:

bir çekmece

bir yüzük,

ve üç metre kadar ince ipekli dokumalıyım.

ve hemen

fırlayarak yerimden

penceremde demirlere yapışarak

hürriyetin sütbeyaz maviliğine

sana yazdıklarımı bağıra bağıra okumalıyım...



ne güzel şey hatırlamak seni:

ölüm ve zafer haberleri içinde,

hapiste

ve yaşım kırkı geçmiş iken...



nazım hikmet



27.11.2015 00:09 | xeteraqirêj

22. waliyê mûşê bi karmendan re civînek lidardixe û di dawiya civînê de dixwin û vedixwin. karmendekî jî çend iskan araqê vedixwe û bi walî re dikeve nava niqaşan.

karmend: yaho walî beg, em dibêjin heyv, hûn dibêjin ay.
em dibêjin meh hûn dibêjin ay.
em dibêjin hirç hûn dibêjin ay.
em dayîka we jî bigên hûn dibêjin ayyyy.
ma zimanê we ziman nîne ziqum e û hûn bi vî zimanî jî kurdî inkar dikin.



23.06.2017 04:58 | tizbîkêş

25. mijara ku mirov nikare gora xwe binivîse çimkî moderator aciz dibin



23.06.2017 16:35 | mindal

26. tîmekê cerdevana, rojek xeber digihe wan ku wê qomtan serdana wan bike. amadekariya xwe dikin, paşê ji hev dipirsin ka kÎ ji wan tirkî zanê ku xêrhatinê li qomtan bike û pê re biaxive. yek tenê dibêje ez zanim. yên dî jê bawer nakin ku tirkî bizanibê dibên em wî biceribînin. ser xwarinê ne. kefçî nîşe dikin dibe 'kîfçî', savarê nîşe dikin dibe 'sîvar', ji xwe re dibêjin xudê tirkiya wî zehf başe.
piştre qomtan tê, li ber derî diçin rûyê hev û zilamê qoricî jê dipirse 'ma qomtanim jordan mi geliyorsun jêlî mî?' qomtan fêm nake ,qoricî dîsa dipirse 'ma qomtanim jordan mi geliyorsun jêlî mî?' û dîsa 'ma qomtanim jordan mi geliyorsun jêlî mî?' heta qomtan dikeve ser wî şimaqa....

halê qoriciyên zimanê tirkî jî ev e. ne ku her yek yaşar kemalek dihewîne li ser zimanê xwe.



23.06.2017 18:24 | nestêle

27. Zimanek nû û emrê wî hema hema 100 sale.Lewra tirkîya bi rastî tirkîya ezerîya ye.
Tirkîya tirka , q , w ,x jê hatîye avêtin û bûye zimanek din.



27.03.2019 10:48 | brzn

28. Şewba xedar û taybet ya Kurdan e. Dev ji xwîşk û biraderên bakur û başûr û rojava û dîasporayê berdin, kurdên sovyetê, nemaze ciwanên belarûs, krasnador, saratov û moskowê bûne ezmantirk. çî îşê we pê ketiye malnemîratno! mîsal ev xanim gelek caran stranên tirkî yên popmuzîkê parve dike: Here lînkê



08.03.2021 23:28 ~2021.04.18 16:14 | ezcan

29. Roj bi roj axaftina xwe kêm dikim. Daxwaza min êdî dev jê berdim. Kesên kurd bi vê zimanî bi min re diaxive wek dijûnan bi min dike. Hêvî dikim bikaranîna vê zimanê hêsanî dev jê berdim.



31.08.2021 22:07 | rêwîyêrêyeknenas

30. Lêkolînek ku delîlên zimannasî, genetîkî û arkeolojîk berhev dike, koka malbata zimanên "Transeurasian" (transavrasya) dişopîne ya ku di nav wan de Japonî, Koreyî, Tirkî, û Mongolî ya nûjen heye û bi tevahî 98 ziman dihewîne, di encamê de gihiştiye vê zanyariyê: ev makeziman nêzî 9,000 sal berê li herêmekê bakurê rojhilata çînê dihate peyivîn.
nûçe: Japanese-Korean-Turkish language group traced to farmers in ancient China (10.11.2021)
çavkanî: reuters.com Here lînkê



13.11.2021 15:18 ~15:23 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkî

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî