Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
destgîrkirin/binçavkirin çi ye û mafên mirov çi ne - tirşik
destgîrkirin/binçavkirin çi ye û mafên mirov çi ne
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ev xebateke min e, min hinekî lêkola û ji parêzerekî vî karî dike ev tişt berhev kirin. Ez bawer im wê ji herkesî re sûdwer be.



Destgîrkirin/Binçavkirin Çi Ye û Mafên Mirov Çi Ne



destgîrkirin bi navê xwe yê bicihbûyî binçavkirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihekî diyar û ji bo demeke diyar ragirtina kesekî/ê ye. Di vê nivîsê de em ê qala vê rewşê bikin, gava mirov ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin divê mirov çi bike, mafên mirov çi ne, ew hêzên ewlehiyê (ewlekariyê) dikarin çi ji mirov bikin, çend seetan dikarin mirov destgîr bikin, gava îfadedanê divê mirov çi bike, em ê ji bo van pirsan li bersivên hiqûqî bigerin.



[*Ev rewşa destgîrkirin ango binçavkirinê ji bo kurdên bakurê Kurdistanê ye.*]





zabitnameya destgîrkirinê Şerh bike!

Di dema destgîrkirinê de Dozgeriya Komarê biryara destgîrkirinê dide, herdemî îtirazî vê biryarê bike. Heke asayîşa tu girtî ango polîsan êşkence li te kiribe çîroka wê êşkenceya xwe ji parêzerê xwe re ragihîne. Ango di destpêka girtinê de divê mirov du tiştan bike; 1 Danezana tawanê êşkencê, 2 Îtirazî biryara destgîrkirinê bike. Mirov çawa vêya dike, bi daxwaznameyan; daxwaznameyên xwe yên ji bo van herdu tiştan bigihîne Dadgerê "Sulh Ceza"yê. Ew dadger mecbûr e ku di nava 24 seetan de bersivekî bide te, erênî an neyinî divê mirov vê tiştê bike. Ew îtiraz wan tiştên (îfade, îmze) pêşiyê bi rêyên nehiqûqî ji mirov standîn nehiqûqîbûna wan îspat dike.



hişyar be!

Dema mirov di destê polîsan de bi her awayî ser mirov de tên, dixwazin psîkolojiya mirov xir û xopan bikin û jixwe ew pisporê vê tiştê ne. Ji ber wê ew çi nîşanî te bikin, çi delîlê danin ber te, wilê bi sedan belgeyan wêneyan nîşanî te bikin jî xwe ji wan re bernede, qebûl neke, tu nikarîbî tiştekî bikî hiş be, tiştekî nebêje.



destgîrkirin/binçavkirin!

-Divê te bibin cem doktor. Di muayenê de divê tenê tu û doktor hebin, polîs divê ji oda muayenê derkeve. Heke doktor dernexe tu bêje doktor bila polîs ji odê derkevin. Ev ji bo çi ye; ji ber ku kesên êşkence li te kirîn ser serê te bin jixwe li wir jî tu nikarî wê çîroka xwe ya êşkencê ji doktor re bêjî, ji bo wê heta ji te tê polîs ji odê derxe. Jixwe li gor qanûnê jî divê polîs ji odê derkeve; tenê bi awayekî polîs dikare bimîne odê, ew jî dema doktor ji saxiya xwe bitirse bêje ev girtî wê tiştinan limin bike û ji polîsan bixwaze bê ew jî di odê de bimînin polîs dikarin di odê de bimînin. Wekî din polîs/asayîş divê ji oda muayenê derkevin. Di vê rewşê de divê mirov çi bike; heke doktor got bila polîs bimînin tu jî dikarî parêzerê xwe bixwazî û her wiha divê tu vê rewşa di bin çavdêriya polîsan muayenekirinê bêjî doktor bila doktor vê rewşê derbasî zabitnameya xwe bike. Bila mînaka vê zabitnameyê yek jê li cem te bimîne.



mafê bersivnedanê

Mafê bersivnedanê/hişbûnê mafekî qanûnî ye. Di pêvajoya destgîrkirinê mirov dikare her demî vî mafê xwe bikar bîne û her demî ev maf ji bo mirov avantaj/sûd e. Her wiha çi belgeyê bînin ber te û bêjin îmze bike/destnîşanê biavêje her demî xwe ji îmzekirinê dûr bixe; pêşiyê vê hevokê binivîsin "Ji ber ku ev ne tişteke hiqûqî ye ez xwe ji îmzekirinê dûr dixim / Bu belgenin hukuka uygun olmadığını düşündüğümden imza atmaya imtina ediyorum" û îmza xwe biavêjin vê hevoka xwe. Hûn dikarin "Ji ber ku ev ne tişteke hiqûqî ye" ji hevokê derxin tenê bêjin "Ez xwe ji îmzekirinê dûr dixim / İmza atmaya imtina ediyorum."



teşxîs

Di pêvajoya destgîrkirinê de heke bixwazin mirov dibin teşxîsê ango mirov dibin cihê bûyerê û dibêjin ka te çi kir carek din ji me re nîşan bide. Di vir de her demî mafê xwe yê bersivnedanê bikar bîne ango deng neke, tiştekî nebêje. Tu yek tiştê nîşan bidî hingî ew ji bo wan dibe delîlek, dikarin li hember te bikar bînin.



destgîrkirina jêbihurî/jêderbasbûyî: Heke bêsedem dema destgîrkirinê jê bibihure heqê cirmê ji we re çêdibe û doza cirmê (tezmînatê) veke û cirmê ji dewletê bistîne.

biryara hacîrkirinê; biryara di dema hatî destgîrkirin de di 24 seetên pêşîn de ji aliyê dadgehê ve nehêle bi parêzer re hevdîtinê bike.



baldar be!

Ji bo îfadeyê heke parêzerê/a te nebe baro ji mirov re parêzerekî/ê dişîne. Di hin dozên mezin û xeternak de dibe ku polîs parêzerên nêzî xwe bişînin. Hay jixwe hebe, heke pir pir gumanên te çêbûn tu dikarî ji parêzerê/a hatî nasname û qeydên baroyê bixwazî. Lê helbet ev tişteke pir îstîsna ye, zû bi zû nabe. Di dozên pir mezin de dibe ku bibe. Ji bo wê parêzerê/a mirov hebe baş e, jixwe heta parêzerê/a mirov hebe pêşiyê ew tê.



Îfade (daxuyan)

Di dozên siyasî de gelek caran di odeya îfadê de kursiyên ji bo rûniştinê bi erdê ve tên zeliqandin û kursiyê parêzer li pişt yê/ya girtî ye. Ev jî ji bo ku girtî bi parêzerê/a xwe re rû bi rû nebe, xwe tenê hîs bike, hîn bêhtir bitirse û baweriya wî/wê hîn bêhtir bişikê. Rasterast dixwazin psîkolojiya destgîr xira bikin. Ji bo wê bila parêzer neçe li pişt te rûnenê, hewce be bila jipiya bisekine ji bo çavên te çavên parêzerê/a te bibîne û baweriya te xurt bibe.

Di dema îfadê de divê tenê yên îmzê bikin li wir bin ji xeynî wan kes nikare di odê de bimîne û yên bixwazin nikarin têkevin odê û dîsa ji odê derkevin, herin-werin.

Qeydên nasnameya xwe rast bide, xelet neke. Lê ew nikarin di derheqê malbata te de ti pirsî bipirsin, nikarin ji te di derheqê wan de agahiyekî-tiştekî bixwazin. Heke biixwazin bersivê nede.

Di dema îfadê de bila parêzer ne tebitî be. Polîs dixwazin parêzer tebitî û kerr û pasîf bin lê divê parêzer ne tebitî be. Heke ew ji te bipirsin "Tu tevlî vê bûyerê bûyî" bila parêzer xwe di ber re bike û bêje "Pirsa te şaş e; ne tevlî bûyî, guman heye ku tu tevlî bûyî an jî hwd." Parêzer tenê nikare tiştekî bike, ew jî ew e parêzer nikare xwe bikê cihê te û şûna te îfadê bide.



xala herî girîng!

Di gel hemû tiştan tu dibêjî belkî ev ne li gor hiqûqê ye ango ev tişteke nehiqûqî ye îfadeya xwe jî şerh bike: "Ez xwe ji îmzekirinê dûr dixim / İmza atmaya imtina ediyorum"

Şerhkirina îmzeyê her demî sûdwer (bifeyde) ye; heke tu wê îmze bikî jixwe her tişt xilas bûye êdî zor e tu xwe ji wê îfadê xilas bikî, lê heke tu şerh bikî tu dikarî wê dozê heta DMME'yê bibî.



merheleya dozgeriyê

Heta vê merheleyê we nekarîbe êşkenceya li we hatî kirin îspat bikin, gava tu hatî pêşiya dozger cara ewil bêje bisekine û jê sewqa tipa edlî bixwaze. Her wiha ji bo îspata êşkenceyê parêzer bixwe jî dikare wêneyên derbên êşkencê bikişîne û bike delîl û derbasî zabitnamê bike.



Piştî van hemûyan destgîr digihe ber destê dadger.



R. Xendekî



[Jêrenîşe]: biryara lêgerînê

Di lêgerînê de asayîş/polîs tenê dikare li gor mijara lêgerînê lêgerînê bike.

Di dema lêgerînê de tu dikarî parêzerê/a xwe bixwazî, ev ji bo her tiştî (ji bo hîleyên wan) bi her awayî baş e, ji bo parêzer bixwaze bila bi wî/wê re lêgerînê bikin. Di cihên sergirtî de gava lêgerînê bikin tenê dikarin bi biryara dadgerî/ê lêgerînê bikin. Di lêgerînê de pirî caran bi deh kesan dikevin hundir û dikevin odeyan bi vî awayî ew bixwe jî dikarin delîlên tawanê çêkin û biavêjin odeyekî, ji bo ku nikaribin van dek û dolaban bikin bila parêzerê/a we jî di lêgerînê de li wir be.



ferhengok

tawan: Sûc, Suç

Destgîrkirin: Girtin, Yakalama, Gözaltına alma

asayîş: Polîs

daxwazname: Dilekçe

danezana tawanê: Suç duyurusu

cirm: Tazminat

biryara hacîrkirinê: Kısıtlama kararı

tebitî: Pasif

DMME: dadgeha mafên mirovan a ewropayê



27.02.2015 00:14 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» destgîrkirin/binçavkirin çi ye û mafên mirov çi ne
» çiyayên kurdistanê
» mafên bersûcan
» mirov desmond
» çingo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî