Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pênûs - tirşik
pênûs
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. alava ku bi kêrî nivîsandin û xêzkirinê tê..

gelek cureyên wê hene

qelem jî tê gotin ku bi eslê xwe bi erebî ye



26.02.2015 23:43 | ferhenga şikestî

2. ne peyvek ji peyvê pênivîskê baştire.

mirov pê pênivîskê lê lênivîskê dinivîse. ( te dît ku çi kêşsaze leee)



07.01.2018 20:42 ~20:47 | aqilkêm

3. peyveke gelek xweş e lê ji ber ku pir/gelek/zeh/gelkî bi penis-a îngilîzî tê, me'da min nahêle bi kar bînim bi xweşî. * ka hela ji hevalê xwe bipirse:
- ka pênûsa xwe derxe hela...
yanî di karaktera xwe de qerfiyeke ji hebûnê dihewîne * û bawer im belavbûna kurdî dê vê qerfê hanê mezintir bibe.
..
li gelek deran ji bo lênûskan lênivîsk bi kar tînin, bi xwe ji hêla binyat ve, li pênûsê tê. ji ber wê belavkirina pênivîs an jî pênûsk çêtir xuya dibe...
awanî.



30.09.2018 10:51 | biruya hayao miyazaki

4. Ez li dibistanê bûm. Pênûsa min şikest û min ji hevalên xwe ên pişt min dirûnin pênûs xwest. Lê versiyona erebî ya pênûsê li vir tê bikaranîn (qelem). Ez jî salek berê fêrî kurdî ya "qelem"ê bûbûm.

ji bo ku ew jî hînî kurdî ya qelemê bibe min li şûna "qelem" gotim "pênûs".
"hûn dikarin pênûsekî xwe bidin min?"

Ew li min nêrîn û gotin "çi?" û dest bi kenê kirin. û ew keçik bûn. Tevahiya dersê keniyan, erê bi rastî jî tevahiya dersê. Ez jî wek bacanekî sor bûbûm. ji ber ku bi tirkî ji bo 'kîr' penis te bikaranîn*.. berî bikenin Qet nedihat bîra min.

Min sond xwar ku ez careke din nebêjim pênûs :I



09.09.2023 20:12 | horhorik

5. (bnr: pinus nigra) ; )



09.09.2023 23:33 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pênûsên çardehderb

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî