Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
ups kargo - tirşik
ups kargo
(2) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. kargoya herî baş e. dema hin sparîşê min tên berî werin malê telefon dikin û dema hatinê dipirsin. ger carekê hatibe û we nedîbe rojek din dîsa tên û kargoyê teslîm dikin.

Xizmeta dikin gelekî baş e lê pereyê ji kesan dixwaze gelekî zêde ye. mînak: heke hun bibêjin ez ê pirtûkekê bişînim nav bakurê kurdistanê an tirkiyê divê hun herî kêm 12 tl ji kîsê xwe derxin. heke hun bibêjin ez ê ji bakur bişînim başûr divê hun 100 dolarî ji kîs derxin *



24.02.2015 23:13 | berxweda

2. kargoya ku dema min erebeyên wan didît min digot qey pera bar dikin.

ev cara ewil e ku kargoya min wê pê were lê xûya ye di 5 roja deಥ_ಥ



04.12.2021 16:20 | merwano

3. Kurtenivîsa united parcel service ye. Şîrket an companyeke emerîkîye ku di sala 1907an de ji bo ragihandina postayan hatibû avakirin.

Li tirkiyê û bakurê kurdistanê bi karên kargoyan radibin. Gelemperî bi wesayîtên transît yên reş an qehweyî veguhastinê dikin û mirov dixin di meraqê de. Lê mirov kare bêje performansa wan li ber companyên xwemalî yê tirkiyê li paş dimîne. Li tirkiyê û bakurê kurdistanê, anha ji ku dibe bila bibe kargoyek bê şandin herî dereng di 2 rojan de digijêje cihê xwe. Lê belê ev kargoya ups di 5 an 6 rojan de kargoyê teslîm dike. mirov heqê wan nexwe li gor kargoyên din erzantir tê hesêb. 4 roj berê kargoyek min bi ups kargo hat teslîmkirin ku qebareya wê 180 dm^3 bû û ji 10 koliyên mezin pêk dihat, bi 200 lîreyê tirkî hat teslîmkirin. Lê wekî me got 6 rojan de kargo gihaşte destê min.



04.12.2021 21:05 | tîrêj zana 21

4. dema vê kompaniyê dibînim gotina merivek me yî henekvan tê bîra min. Ji bo kalikê min î mirî digot bi upsê ji zarokên xwe re erdan dişîne. Lê helbet ne wiha bû * dema kalikê min de deselet jê erd sitandibû niha li me vedigerîne.



05.12.2021 18:33 ~18:36 | navîgiranmezelîwêran

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» ups kargo
» kargo

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî