Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 86 peyam
roja zimanê zikmakî - tirşik
roja zimanê zikmakî
(16) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. 21 ê sibata sala 1999 an ji aliyê unesco yê ve weke roja zimanê dayîkê hatiyê hijbijartin û ji hingî ve hersal weke roja zimanê dayikê tê pîroz kirin.



21.02.2014 01:59 | seydayê_peyvan

2. pêwîst e ku şûna dayîkê peyva zikmakî were bikaranîn



21.02.2014 02:04 | kevçiyê dil

3. her roj roja zimanê zikmakî/dayîkê ye!! (her du jî rast in)



21.02.2014 02:10 | berxweda

4. rojek ji wan rojÊn taybetan e lÊ wek hemû rojÊn taybet Ên din -ji xeynî newroz- ji bo min tu tişt îfade nake. niha sibÊ li fesybûkÊ binÊrin, rûpela herkesÊ/î bi slogana 'zimanê me rûmeta me ye' dÊ tijî bibe lê rojeke din tu kes behsa zimanÊ xwe bi taybetî jî bi zimanÊ xwe dÊ neke. Ê min çi fêm kir ji vÊ barebarÊ?

roja zimanÊ zikmakiyê jî bi zimanÊ neyarÊ xwe pîroz dike lÊ here xwelî li serÊ xwe wer bike wÊ pîroztir be. kî sibe bi tirkî slogan biavÊje di fesybûkÊ de ez Ê wê/î rencîde bikim bila bikevin di nava qelîştekÊn kur û dûr qene di serÊ me de qîreqîr nekin



21.02.2014 03:09 | ferhenga şikestî

5. (bnr: roja zimanê zikmakÎ) - kurmancÎ

(bnr: rocê zıwanê daykon) - zazakÎ

roja ku li ser tirşikÊ peyvÊn xweş Ê derbarÊ zimanÊn şirin pek bÊ ye.



21.02.2014 09:07 | cinorek

6. rocÊ ku bianetÊ seba ey malperÊ xo pir zıwanÎ kerde yo. xwezÎ her roc wina biyo.

http://bianet.org/bianet/2014/2/21



21.02.2014 09:13 | cinorek

7. Zimanên beyanî çek û kincên me ne,

Lê zimanê kurdî çerm û laşê me ye.

/Celadet Elî Bedirxan/



21.02.2014 14:37 | rêzan

8. (bnr: zavayê biyanî)



21.02.2014 18:22 | cinorek

9. eZ GELLEK MEREQ DIKIM GELO JI BER ÇI GELÊN SERDEST YÊN WEKE TIRK, EREB Û FARIS VÊ ROJÊ PÎROZ NAKIN.. hEMA PÎROZKIRINA VÊ ROJÊ BI HÊVIYA ME KURDA VE MAYE. wEKE GELLEK ROJÊN DIN (8Ê ADARÊ, 1 ÎLONÊ) PÎROZKIRINA VÊ ROJÊ JÎ BI HÊVIYA ME KURDA VE MAYE.. hEÇKÛ EV ROJ TAYBETÎ JI BO GELÊN BINDEST HATIYE TE'YÎN KIRIN..gER NE WÛSA BA EZ BAWERIM eV ROJ WÊ JI ALIYÊ GELÊN KU NAVÊ WAN LI JOR DERBAS BÛ VE HATIBA PÎROZKIRIN..



21.02.2014 23:23 | nan û av

10. rOJA KU JI ALIYÊ KCKÊ VE BI PEYAMEKÎ HATIYE PÎROZ KIRIN E. lÊ YA ECÊP EW E KU EV PEYAM BI TIRKÎ YE. EZ DI MALPERÊ DE GERIYAM KU BELKÎ KURDIYA WÊ PEYAMÊ BIBÎNIM LÊ MIXABIN MIN NEDÎt. ha JI WERE PEYAMA KCKÊ: http://www.pkkonline.com/tr/index.php?sys=article&artID=1909



22.02.2014 00:34 | nan û av

11. bi xêra vê rojê 2 hevalên min ên nuh derbasî facebooka kurdî bûn. înşele ne demkî bin..



22.02.2014 04:59 | berxweda

12. nivîsa jêr a Selahedîn Çelîk li ser 21ê sibatê ye ku bi ya min divê bê xwendin.

Here lînkê



ev jî ji min:

Here lînkê



20.02.2015 21:07 | biruya hayao miyazaki

13. roja ku îro li îdirê, beşdarî paneleke li ser zimanê kurdî bûm. lê mixabin mijar her çiqas kurdî be jî panel %50 bi tirkî bû.



21.02.2015 15:22 | nazim tolhildan

14. 21'ê Reşemiyê/Sibatê.

(bnr: roja zimanê dayîkê)



21.02.2015 16:01 | xendekî

15. roja ku, ji bilî kurdan, haya kesî jê tune.



22.02.2015 00:28 | diyako47

16. Ewro yo la xemê ma kurdan nîyo. Goreyê raporê UNESCO yeno vatene ke; ziwanê Kirmanckî yo ke hetê 4-6 mîlyon merdiman ra yeno qiseykerdene, binê xeterê vinîbîyayene de yo.



21.02.2020 19:01 ~19:04 | kajav

17. roja kurd dibêjin pîroz be w bi tirkî dewam dikin. ji min re bûye kul û derd li metropolan biçim kîjan çalakîya kurdan (qonser, panel, şano, sînema ûhwd.) xelk bi tirkî diaxivin. evane ne ew kesên alîgirê dagirkeriyê ne, qaşo hemû xweyî hişmendî w bîrûbawerî ne lê dîsa xwe nagrin. ger xwe bigrin, kurdî qesebikin dê tttep u teqin! Çi benîştek buhaye ev tirkî li ser xwarnê jî navêjin!



21.02.2020 19:14 | hespêsor

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» roja rûreşiya tirşikê
» zimanên kodkirinê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî