Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
cejna xizir êlyas û xizir nebî - tirşik
cejna xizir êlyas û xizir nebî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xizirê Kurdên Êzîdî

Kurdên Êzîdî jî Cejna Xizir Êlyas û Xizir Nebî pîroz dikin. Ev wekî cejna dilsoziya bi xwezayê re tê nasîn. Di vê cejna ku destpêka biharê tê pîrozkirin de goşt nayê xwarin û tenê berhemên xwezayê têne xwarin. Piraniya Êzîdiyan vê cejnê di rojên pêncşem û înê ya hefteya yekemîn a meha sibatê de, hinek jî di rojên yekem ên pêncşem û înê yên piştî 14’ê sibatê de pîroz dikin.

Di Êzdayetiyê de Xizir Êlyas û Xizir Nebî wekî pêxember tên qebûlkirin û herdu birayên hev in. Gorên wan jî li Laleşê ye. Di destpêka meha sibatê de şeş cureyên tovên berhemên çandiniyê ku bi navê “Berê Cot” tên naskirin, tên komkirin. “Berê Cot” ji genim, ceh, nok, garis û hwd. pêk tê. Piştre tên qelandin û jê re “Qelandik” tê gotin. Piştî ku tê sarkirin bi destar tê hêrandin û di roja cejnê de jî tê xwarin.

Di rojên pêncşem û înê de “Bêxwîn” ango xwarina xwezayî ya bê goşt, tê amadekirin. “Bêxwîn” ji dendikan, dimsê şêrîn û avê pêk tê. Herwiha hevîrek tê amadekirin û li cîranan tê belavkirin. Di belavkirinê de wiha tê gotin: “Xêra xwe belav bike û li ol û mezheba wî nepirse. Kesê ku Xizir Êlyas û Xizir Nebî ne li mala wî/wê be, para wî/wê tê de nebe!” Êzîdî ji vê cejnê heta destpêka meha adarê goşt naxwin; ji ber ku ev dema zêdebûna ajalan e...

Ya Xizirê kal; tu hêz û hêviyê bide Kurdan û xelkên din ên bindest; ku yekbin, ji bindestiyê û ji hovîtiya ku îro li wan tê kirin, xwe rizgar bikin!..

xelîl dalkılıç



20.02.2015 14:49 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» cejna pîrebokan
» xizir
» xizir
» nebîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî