Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
ferzan şêr - tirşik
ferzan şêr
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestkar û rexnegirekî kurd î ciwan e. li navçeya batmanê bişêrîyê jidayik buye. li zanîngeha hacettepê xwendiye. dîsa em dizanin li zanîngeha bilgîyê di beşa edebiyata berawirdî comparistic literature master kiriye. demekê bi (bnr: hamid omerî) û (bnr: ali fikri işik) re di pêveka (bnr: taraf) ê de danasîna pirtûkên kurdî kiriye. niha di kovarên cihê cihê û di malpera kuturnameyê de nivîsên rexneyî dinivîse ferzan şêr li stenbolê dijî.



22.07.2013 01:47 ~2015.04.27 15:20 | seydayê_peyvan

2. xweşkelam û pir camêrê.hay ji zanîn asta helbestê heye,hevîdarim ku berhemên serkeftî li pirtûkxana edebiyata kurdî zêde bike.



23.08.2013 21:26 | tivirloismail

3. nivîskarekî qerrase ye. Lê hay ji xwe nîn e, ketiye deste heft û heştan



11.03.2014 21:43 | bavê salih

4. di kovaran de nivîsên qerase dinivîse. di hejmara yekem a kovara wêje û rexneyê de li ser şanoya rÊnaj jiyanî ya di tuwaletê de, gotareke dirêj nivisîbû û tesbitên pirr xweş kiribû, tabî zimanê wî piçek giran bû têgeh û hevokên giran avêtibû li ser paxşanê, ji bo ku baştir fêm bikim min du car xwendibû..

di hejmara yekem a kovara zaremayÊ de jî li ser hevoksaziyê nivîseke gelek xweş nivîsîbû bi rastî jî hêjayî xwendinê ye

ji xeynî van wek li jor jî hatiye gotin ku ji êlihê ye, li stenbolê dijî û hestiyan dikewîne*

niha jî di zanîngeha bîlgiyê de li ser edebiyata berawirdiyê de mastira xwe dike, ez ne xelet bim mijara wî ya mastirê jî romanên helim yûsiv bû



27.06.2014 16:57 | ferhenga şikestî

5. di hejmara dawîn ya zaremayê de li ser erotikaya yannîs rîsos û eroûtîka ya arjen arî nivîseke balkêş nivîsandiye.



08.04.2015 16:57 | diclefirat

6. rexnegir û helbestvanê ku îro (09.04.2016) li weqfa ismail beşikci gotara xwe ya bi navê "Di Qada Netewbûnê de Hunera Romanê" pêşkeş bike ye.



09.04.2016 13:30 | xewnname

7. Carna ji bo tiştên netişt xwe belasebeb dibeecîne, ev yek luks û konforek e bi rastî.



16.03.2023 23:56 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferzan özpetek
» şêrîna min

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî