Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
bedel boselî - tirşik
bedel boselî
(15) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. mirovekî ku bi navê ey malperek xweş heye (http://www.bedelboseli.com/) min teze ji hesibim lêbelê xuyaye ku mirovek welatperver e.



14.02.2015 17:01 | cinorek

2. Bedel Boselî li ser malpera xwe ya fermî xwe wisa dide naskirin: (fermî: Bedel Encu, z. 25 adar 1980, Bêjih, Qilaban, Şirnex, Bakurê Kurdistanê pisporê medyaya dijîtal û dîplomasiya dijîtal e. Nivîskar û rojnamevanê kurd e. Pirtûkek bi navê "Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê" weşandiye. Di warên SEO (Search Engine Optimization, webmaster û dublaja kurdî de jî pispor e.
Malpera wî: Here lînkê

Min berê jî li ser YouTube çend vîdeoyên xweşik û watedar ku ew amade kiribû ditîbû. Niha li ser kanala xwe bi awayekî profesyonel vîdeo amade û parve dike. Mijar û naverokê parvekirinên wî gelek balkêş in. Di vî warî de min heta niha Wek wî kurdekî pispor nedîtiye. Xebateke wî li vir parvekim. Hûn dikarin aboneyê kanalê wî bibin:




12.06.2020 12:07 ~12:11 | kajav

3. min jî berî niha bi 2 salan li ser youtubê qenala wî dîtibû.
vîdeoyên wî gelekî profesyonel xuya dikir in an jî li gorî wan roja wilo bû.
aniha bi xêra korona ez dibê qey li malê sebra wî nehatiye, dîsa li ser qenala xwe ya youtubeê çalak bû ye.
Here lînkê

aniha di vîdeoyên xwe yên nû de hem bi kurdî û hem jî bi tirkî vîdeoya amade dike.
Gelekî serkeftî xuya dikin vîdeoyên wî. Axaftina wî ya kurdî jî pir xweş e û her kes jê fêhm dike, ez dibê qey *



12.06.2020 14:39 ~14:43 | merwano

4. Li gor gotina wî sê meh e ser ev vîdeo xebitiye. Kedeke mezin heye;



06.08.2020 22:50 | kajav

5. Ji gundê bosela ser zaxo ye, sindî ye. Xebatên wî yên ser dîroka kurdan hinek dişibe mantiqa dîroknasîya tirkan. (bnr: berde binê te erde)



07.08.2020 21:49 | hespêsor

6. Camêreke li ser kenala xwe ya youtubeyê behsa dîroka kurd û kurdistanê dike ye. Rûken û xwînşêrîn e. Car caran vîdyoyê wî derdikevin pêşberî min û heya endamê kenala wî me. Lê mixabin xebatên wî bi tirkî ne. Şêwaza vegotina wî aram e. Wekî ku ji kera re bibêje, hêdî hêdî yeko yeko dibêje.



07.08.2020 22:16 | tîrêj zana 21

7. bedel boseli can e,ez zude wi dışopinım camere ,zılame ,netewperwere, tışten heja çe dıke. ger bıbe ıdol bo zarya *



08.08.2020 13:06 | keskesoor

8. ji gundê bêjuha ser qilabana Şirnexê ye. Jixwe paşnavê wî encû ye.



08.08.2020 13:12 | berbest

9. Belê ez rêz digrim xebatên wî re lê vîdyoyekî ku saetek kişandiye ku mirov bixwaze agahiyan ku besel daye ji werbigre ew agahî dibe ku 10 xulek bikişîne.50 xulekên din de dibêje bibe abone , vîdyoyên me bişopîne , em ê pêşerojê de wî mîjarê jî bidin nîşan filan û bêvan in.
bi ya min vîdyoyên zêdetirîn 15-20 xulekan çê bike û tenê agahiyên zelal bide temaşevanan wê baştir bike. ya duyem jî vîdyoyê de pirr bi zoom dixuyê mirov dibê qey wê ji ekranê derkeve der xzlkmcvlkdfsnjlk



08.08.2020 19:30 | brzn

10. pirêzeeeeeeeee!.. hêdî berde tu yê biçirî kes nikare te bidirû.*

wexta tirk bi derewan dîroka xwe ji nû ve nivîsandin, ne înternet hebû ne jî televîzyon. lê mirov roja îro hewl bide bi derewan dîrokekê ji rastiyê dûr çêke ma dibe qey?

(bnr: kürt star) ;)



09.08.2020 16:23 ~2020.08.28 14:25 | ezcan

11. bedel boselî berê binnivîsa dikşand binê videoyên kurdiya soranî gava min bihîst qanala xwe dizayn kir ye û dest bi videoyê dîrokî kir ye min go ka ez lê binerim. .

her ji gavkê digot mala minê tirko ..
erê wille mala te qeşmer hawa ev giştî hezar sal tu di bin hikma tirka de ye mala minê tirko çi ye?

gava ewropa ji ber destê tirka qelaqê de bû aghê te çav berda bû qîza nizanimçik nizanimçika .
vêga hişê xwe bi serê xwed .
dibêjin tirk gotî ye ana doldur bû ye anadolu û henekê xwe bi wan dike lê bi ya min ya te jî ji ya wan ne cihêwaz e .

te em kirne hetiketî û tu bû ye fetîşa kurdên belengaz û nezanan.


tew mala minê bi zimanê tirkî me dide nas kirin bi me .
ah weşte mala minê tirko ..
tu di vê rewşê de ye.



28.08.2020 00:36 ~00:38 | shwinsherm

12. ecêba giran, bûye heqparêz û ser twitterê şaşitiyên di nav pdk û saziyên nêzîkî pdkê de weke tovê genim direşîne. Bawer nakim di encamê de tiştekî erênî çêbe. Alîgirên pdkê ser îkonên kurd, kurdî, "başûr"¹ êrîşî wî dikin û gotinên nexweş dibêjin. Dîsa weke li her derê cîhanê îqtîdar her tim mafdar tê dîtin. #MeToo ;)

¹ne kurdistana Yekgirtû



15.04.2021 02:42 ~02:53 | ezcan

13. rûyê wî pir mîna rûyê ibrahim halil baran xuya dike. Fikrên herdûyan jî zêde cûda ninûn. Ewqas ku di heman demê de herdûyan jî rexne li sîstema başûr kirin.
Nizanim di navbera wan de eqrabatî yan tekiliya siyasî heye ya na.



16.04.2021 08:55 | cinorek

14. her rexneyeka wî ya ji bo xelkê başûr û hikûmeta başûr di cih de ye. kurdên li vir ji ber dijayetiya pkkê bi serê başûr sond dixwin hefteyekî di nav sîstema başûr de bijîn wê heft xweziya xwe bi welatê lê dijîn bînin. tembiya min li ciwanên kurd rûnin ser dûvê xwe ji xwe re bixwînin an jî ticaretê bikin û heta ji wan tê xwe ji hemû partî û rêxistinên kurd dûr bigirin. hemû heta qirikê di nav de pîsitayê de ne.



17.04.2021 12:56 ~2022.01.13 11:21 | endazer

15. îfşakirina pîsîtiyên siyasetmedaran bû mode. îca bedel boselî xwe kir mîna sedat peker û daket meydanê. Here lînkê

Here lînkê



23.05.2021 17:28 ~17:29 | ezcan

16. dendikê zebeşan dideynim kêleka xwe *
Here lînkê

henek li aliyekî bedel boselî serbest ferhan sindî di vê twîta xwe de tawanbar dike, çiqasî rast xelet bê belqe bê wate dimînê, ya bi xêr ka em bibînin, wê çi bibe...



23.05.2021 21:02 | merwano

17. Halê me Kurda ev e
Em neyartiyê bihevre dikin
Ji xwe ev ji me kêm bû
#SedatPeker ik ji me kêm bû ew jî temame



23.05.2021 21:40 | ysfcevher

18. nikarim bi ti tiştî wî bawer bim. li ser serbest ferhan sindî gotiye daîş e û lema ji başûr hatiye qewirandin. ne ku diparêzim bileks qasê misqalek jî dilê min bi sindî venebûye lê qilafeta bedel jî diyar e. Mirov bê delîl çawa û çima îdiayên wiha belav dike, nizanim.



24.05.2021 02:19 ~02:20 | asîmanê sêwî

19. Youtuberê Kurdan e çend ergenên mîna xwe kom kiriye li dora xwe û ev çend zeman e bela xwe derdorê dide. Dibêje Serbest Ferhan Sindî nikare here Başûr, qedexa wî heye lê keça Sindî hevala min e û dizanim her sal çend caran malbata wan tev de bi hev re diçin Başûr ger û betlanê * Tu derewan dikî qet nebe piçekî lêkolînan bike.

Ez nizanim sî sal berê Sindî çer kiriye di nav kîjan rêxistinan de cîh girtiye , tiştê zanim îro hemû malbata wî di riya netewperweriyê de ne. Sindî jî dibêje ez dikarim bersiva her tiştî yeko yeko bidim. Derdê Bedel çiye dawa çi dike nizanim lê ne tiştekî xweş e wisa bi zimanê xelkê bela xwe li hemwelatiyên xwe bide di nav rayagiştî de û hêviya kîjan bertekiye di vê atmosferê de. Jixwe her kes ji rihê xwe aciz bûye hêviya gel ji hemû partî,serok û rêxistinan qût bûye. Em têra xwe hetikîne, qet nebe bi zimanê xelkê neke. Dixwaze dengê xwe bigihîne kîjan axa û paşayên xwe ku vî karî bi zimanê wan dike ?



24.05.2021 10:22 ~10:21 | biaqila malê

20. Pir teqlîda tirkên nijadperest dike.
Gava behsa diroka kurdan dike fantaziya tirkan a dirokê dûbare dike.
Wêca xwe re sedat peker referens girtiye û dike bi eqlê xwe çend kesan îfşa bike.
Zêde naxwazim rexne bikim lê xwezî bila bi zimanên kurdî bikira.



24.05.2021 14:00 | cinorek

21. Piştî bûyera xweşewitandina ciwanê kurd ji bo başûr çend rexneyên ku di cî de bûn anî ziman. Îja wekî serbest ferhan sindî çend kes li hembera vî rexneyan pozîsyona dewletperestîyê girtin. hukumet pîroz e, yekî ciwanek agir berdaye laşê xwe ne muhîm e, yê muhîm hukumeta başûr e, selametiya wan e, divê ji wan re rexne neyê kirin! Ser da jî digotin çalakî li hemberê un’yê hatine kirin. Çavê xwe kor guhê xwe ker kirine. Tu dibê qey Ev ciwan tenê behsa rewşa xwe ya xirab dike. Îro bi Sedan kes ji ber doza sîyasî xwe spartiye başûr li gor gotina wan rewşa qet ne baş e. Gilî û gazinca dikin. Ji wan yekî jî IHB ye.

Xulase rexneyên wî di vê mijarê de dî cî de bûn. Refleksên aqilane tevbigere wê baştir bibe. Sedat peker filan Mînak digre ne hewceyê wan tiştan e.



24.05.2021 14:25 ~14:25 | kajav

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» bedel boselî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî