Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    20 mijar û 29 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bedel boselî
    peyamên çepikkirî

    4. Li gor gotina wî sê meh e ser ev vîdeo xebitiye. Kedeke mezin heye;










    2020.08.06-22:50 | kajav

    5. Ji gundê bosela ser zaxo ye, sindî ye. Xebatên wî yên ser dîroka kurdan hinek dişibe mantiqa dîroknasîya tirkan. (bnr: berde binê te erde)



    2020.08.07-21:49 | hespêsor

    10. pirêzeeeeeeeee!.. hêdî berde tu yê biçirî kes nikare te bidirû.*

    wexta tirk bi derewan dîroka xwe ji nû ve nivîsandin, ne înternet hebû ne jî televîzyon. lê mirov roja îro hewl bide bi derewan dîrokekê ji rastiyê dûr çêke ma dibe qey?

    (bnr: kürt star) ;)



    2020.08.09-16:23 ~2020.08.28 14:25]| ezcan

    12. ecêba giran, bûye heqparêz û ser twitterê şaşitiyên di nav pdk û saziyên nêzîkî pdkê de weke tovê genim direşîne. Bawer nakim di encamê de tiştekî erênî çêbe. Alîgirên pdkê ser îkonên kurd, kurdî, "başûr"¹ êrîşî wî dikin û gotinên nexweş dibêjin. Dîsa weke li her derê cîhanê îqtîdar her tim mafdar tê dîtin. #MeToo ;)

    ¹ne kurdistana Yekgirtû



    2021.04.15-02:42 ~02:53]| ezcan

    14. her rexneyeka wî ya ji bo xelkê başûr û hikûmeta başûr di cih de ye. kurdên li vir ji ber dijayetiya pkkê bi serê başûr sond dixwin hefteyekî di nav sîstema başûr de bijîn wê heft xweziya xwe bi mêtingeha lê dijîn bînin. tembiya min li ciwanên kurd rûnin ser dûvê xwe ji xwe re bixwînin an jî ticaretê bikin û heta ji wan tê xwe ji hemû partî û rêxistinên kurd dûr bigirin. hemû heta qirikê di nav de pîsitayê de ne.



    2021.04.17-12:56 | endazer

    15. îfşakirina pîsîtiyên siyasetmedaran bû mode. îca bedel boselî xwe kir mîna sedat peker û daket meydanê. Here lînkê



    2021.05.23-17:28 ~17:29]| ezcan

    17. Halê me Kurda ev e
    Em neyartiyê bihevre dikin
    Ji xwe ev ji me kêm bû
    #SedatPeker ik ji me kêm bû ew jî temame



    2021.05.23-21:40 | ysfcevher

    18. nikarim bi ti tiştî wî bawer bim. li ser serbest ferhan sindî gotiye daîş e û lema ji başûr hatiye qewirandin. ne ku diparêzim bileks qasê misqalek jî dilê min bi sindî venebûye lê qilafeta bedel jî diyar e. Mirov bê delîl çawa û çima îdiayên wiha belav dike, nizanim.



    2021.05.24-02:19 ~02:20]| asîmanê sêwî

    19. Youtuberê Kurdan e çend ergenên mîna xwe kom kiriye li dora xwe û ev çend zeman e bela xwe derdorê dide. Dibêje Serbest Ferhan Sindî nikare here Başûr, qedexa wî heye lê keça Sindî hevala min e û dizanim her sal çend caran malbata wan tev de bi hev re diçin Başûr ger û betlanê * Tu derewan dikî qet nebe piçekî lêkolînan bike.

    Ez nizanim sî sal berê Sindî çer kiriye di nav kîjan rêxistinan de cîh girtiye , tiştê zanim îro hemû malbata wî di riya netewperweriyê de ne. Sindî jî dibêje ez dikarim bersiva her tiştî yeko yeko bidim. Derdê Bedel çiye dawa çi dike nizanim lê ne tiştekî xweş e wisa bi zimanê xelkê bela xwe li hemwelatiyên xwe bide di nav rayagiştî de û hêviya kîjan bertekiye di vê atmosferê de. Jixwe her kes ji rihê xwe aciz bûye hêviya gel ji hemû partî,serok û rêxistinan qût bûye. Em têra xwe hetikîne, qet nebe bi zimanê xelkê neke. Dixwaze dengê xwe bigihîne kîjan axa û paşayên xwe ku vî karî bi zimanê wan dike ?



    2021.05.24-10:22 ~10:21]| biaqila malê

    20. Pir teqlîda tirkên nijadperest dike.
    Gava behsa diroka kurdan dike fantaziya tirkan a dirokê dûbare dike.
    Wêca xwe re sedat peker referens girtiye û dike bi eqlê xwe çend kesan îfşa bike.
    Zêde naxwazim rexne bikim lê xwezî bila bi zimanên kurdî bikira.



    2021.05.24-14:00 | cinorek

    21. Piştî bûyera xweşewitandina ciwanê kurd ji bo başûr çend rexneyên ku di cî de bûn anî ziman. Îja wekî serbest ferhan sindî çend kes li hembera vî rexneyan pozîsyona dewletperestîyê girtin. hukumet pîroz e, yekî ciwanek agir berdaye laşê xwe ne muhîm e, yê muhîm hukumeta başûr e, selametiya wan e, divê ji wan re rexne neyê kirin! Ser da jî digotin çalakî li hemberê un’yê hatine kirin. Çavê xwe kor guhê xwe ker kirine. Tu dibê qey Ev ciwan tenê behsa rewşa xwe ya xirab dike. Îro bi Sedan kes ji ber doza sîyasî xwe spartiye başûr li gor gotina wan rewşa qet ne baş e. Gilî û gazinca dikin. Ji wan yekî jî IHB ye.

    Xulase rexneyên wî di vê mijarê de dî cî de bûn. Refleksên aqilane tevbigere wê baştir bibe. Sedat peker filan Mînak digre ne hewceyê wan tiştan e.



    2021.05.24-14:25 ~14:25]| kajav