Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
deniz şan - tirşik
deniz şan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbestkarê ciwan. mêrdînî ye. Di kovarên wenda, kovara w û çirûskê de xuya dikir. berhema wî ya ewil jînbişirinê ji nav weşanên belkîyê derçuye.



08.02.2015 02:31 | seydayê_peyvan

2. min texmîn nedikir ku nivîskarekî ewqas jêhatî ji kovara jehrê derkeve. kovara jehrê çi, wellehî min texmîn nedikir heya çend salan jî rastî çîrokeke wer tamdar bêm, çîroknûsekî wer hêja binasim. heya min çîroka wî ya bi navê firaqşo qedand, çend car sekinîm, min got lawo ew çi xweş didome. willehî hoste ye. bi min wer tê, hunera wî ya çîroknûsiyê, ne ji lêkolîn an xebatên teknîkî ve pêş ve çûye, ji xwedê ye. pêşniyarî herkesî dikim. kovara jehr, hejmar: 5 sal: 2015.

min got "min texmîn nedikir ku nivîskarekî ewqas jêhatî ji 'kovara jehr'ê derkeve." ne ku kovara jehrê negihîştî an jî kêm filan dibînim. ya rast, bi tenê hejmara 5an a jehrê bi min re heye. û di nav pirtûkxaneya min a kurdî de ez wê wek esereke antîke dibînim. (bnr: antique). gelek jê hez dikim. ji her aliyê ve bo min berhemeke giranbuha ye. tev bi naverokê, rengê wê, qapaxa wê, hemû pir xweş in. min li kevnefiroşê pirtûkan vê hejmarê dîtibû. cihnîşaneke (dodik) jehrê jî ji nav derket. jixwe kovar bixwe nipînû bû. çi bibext im. hûn jî ji xwe re li kevnefiroşê pirtûkan bigerin, hûn jî bibext bin *

bi derketina kovara kurdeçîrokê a mehmet dîcle gelek kêfxweş bûm. gelek jê hêvîdar im. zûtirîn wext ez dê hejmara yekem bi dest xim.



06.06.2021 02:41 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» deniz naki
» şanziman

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî