Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
parastina rewa - tirşik
parastina rewa
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Parastina li hember êrîşeke li dijî xwe an jî li dijî kesek din tê kirin, parastina mafdar, parastina meşru. Ev parastin dikare ji bo sekinandina êrîşê an jî ji bo kêmkirina bandora êrîşê be. Heke kesek li hember we çeka xwe derxe û bera we bide hûn jî ji bo xwe biparêzin beriya ew we birîndar bike an jî we bikuje hûn dikarin wî birîndar bikin. Bi vî awayî kesê/a xwe biparêze ne sûcdar e. Lê helbet şert û mercên vê jî hene. Divê di navbeyna êrîş û parastin hevgirtî be ango heke yek bi kulm û pehînan êrîşê we bike û hûn jî rabin çeka xwe derxin û wî bikujin ev nabe parastineke rewa.



Şert û Mercên Parastina Rewa

-Divê kesek bi neheqî êrîşî we bike, ev êrîş ne tenê qesta kuştinê qesta girtinê, birîndarkirinê û hwd jî dibe.

-Divê êrîş dewam bike, ango heke êrîş sekinî êdî xetere tunebe û tu herî parastinekî bikî ew nakeve nav parastina rewa de.

-Divê ji xeynî parastinê rêyeke din nebe.

-Dive yê/ya êrîşê dike mirov be.

-Divê parastin li gor pîvanekî be ango hevgirtî be, kesekî ji te lawaztir were kulmekî li te bixe tu herî li wî yê jixwe lawaztir bixî ev nabe parastineke rewa.



Herwiha:

-Li hember parastina rewa parastina rewa çênabe.

-Heke êrîş li dijî kesek din jî be kesek din dikare parastinê bike.



(bnr: têgehên hiqûqê)

(bnr: hiqûqnas)



04.02.2015 00:53 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» parastina rewa
» rewakirin

Kategoriyên mijarê:: jiyan hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî