Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hucam sorçî - tirşik
hucam sorçî
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Yek ji wan pêşmergeyan e ku canê xwe goriyî Kurdistanê kiriye beriya Çend mehan hatibû dîlgirtin. Berî Çend rojan daîşê ew jî înfaz kir pêş çavên me ew serjêkirin. Û gava wî înfaz bikin li qemereyan nihêrî ew awirên wî ketin nava bîra hemû kurdan. Ew awirên wî ji hişê min dernakevin

Awirên wî dibêjin heyfa min nehêlin erdê, dibêje de kurdno bibun yek, zarokên min sêwî û Tenê nehêlin, ew awirên wî:

http://goo.gl/NgKKj2



01.02.2015 00:26 | xendekî

2. basnewsê hatiye gotin bila navê wî bi kampanyekî li dinyayê belav bibe. Bi hagtasê em navê wî li ser twitterê û facebookê belav bikin. Hagtas:

#weareallhujam



Ev e nûçeya wê:

http://basnews.com/kr/news/2015/01/31/bila-em-nave-sehid-hucam-li-duniyaye-belavbikin/



01.02.2015 00:31 | xendekî

3. şehîdê kurdistanê ye. xwedê cih lê bike cinnet.



01.02.2015 09:58 | simurg56

4. Pêşmergeyê pakrewan ê ku daîşa hovane bû sebebê qetla wî. Xwedê wî bi bihuşta xwe şad bike.



01.02.2015 18:49 | seydayê_peyvan

5. Li gor nûçeyên dawî pêşmerge heyfa wî distînin. Li gor nûçeya malpera rojevakurdistan.org ew kesê gava hucam tê înfaz kirin di wêneyê de xuya dikelii mûsilê ji aliyê pêşmergeyên qehreman ve hatiye Kuştin. Va delîla wê:

http://goo.gl/30kvUv



01.02.2015 20:29 | xendekî

6. Şehîdê hemu kurdan e. Wê xwîna wî li erdê nemîne.



01.02.2015 21:06 | azadixwaz

7. Wênesazan wêneyên wî xêz kirine:



+ http://goo.gl/elRqwA



+ http://goo.gl/svH3lr





02.02.2015 15:33 | xendekî

8. li gorî nûçeyan, xwediyê 11 zarokan bû. îşelleh bi rastî jî ew kesê ku di dema mirina wî de li cem wî bû, hatibe kuştin.



02.02.2015 16:49 | simurg56

9. şehîdê ku peykerê wî tê çêkirin ;

http://rojnews.net/Ku/drejey-hewal.aspx?id=11330&LinkID=26



06.02.2015 09:52 | brusk56

10. ew peşmergeyê ji destê daişê ve şehîd hatî xistin. Malbata wî li maleke yek qat û mutewazî malnişîn e. 2 jê berasteng, 2 peşmerge bi timamî 11 zarokê sêwî li dû xwe hiştine. Tê gotin ku wê hukumeta herêmê peykerê wî çêbike.



06.02.2015 13:04 | diclefirat

11. sed heyf û mixabin ku ji aliyê kurdek ve hatiye serjêkirin.

erê, li gorî nûçeya rûdawê, ev pêşmerge yê kurdistanê, ji aliyê kurdek bênamûs ve hatiye serjêkirin û her du birayên vî cehşî ji aliyê pêşmergeyan ve hatine kuştin.



20.02.2015 21:07 | simurg56

12. Li gor nûçeyên îro kurdekî din ê di nava daîşê de li mûsilê kujerê hucam kuştiye, û heyfa hucam nehiştiye erdê.



Nûçeyê ji vir bixwîne:



Here lînkê



03.03.2015 14:03 | xendekî

13. Pêşmergek Hucam Surçî di 25ê çileya 2015an de li Mûsilê ji aliyê DAIŞê û bi awayekî din hat kuştin. Şehîd Hucam bi helwesta xwe bû sembola berxwedan û qehremaniya Pêşmerge.

https://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/250120233



25.01.2023 22:41 | wulfila

14. Pêşmergê ku berî niha bi navê (bnr: hucam sorçî) mijar ser navê wî hatî vekirinê ye. Lê li her derî navê wî wek hucam surçî derbas dibe.
Pêşmergê ku heta mirina xwe jî serî li hember daîşê netewandî ye.



25.01.2023 23:51 ~23:59 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hucam surçî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî