Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hêvî - tirşik
hêvî
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. straneke koma ferec;



Hêdî hêdî roj ava bû

Mayîme hêviya te tu nehatî

Tu bûyî stêrk li esmanan

Tu bûyî hêvî dilên şevgirtî

Ez bûm mirin dilê min da tu bûyî jîn



Hêdî hêdî roj hil bû

Mayîme hêviya te tu nehatî



(Gotin û mûzîk: Kaya Baratarna)



21.07.2013 20:55 | simurg56

2. libendemahiya bi dilekî germ û xemilandî...



21.07.2013 22:09 | cirano

3. barek belasebe ye!

hebûna "hêvÎ" yê pisgirêkek mezintir e ji tunebûna wê.



21.08.2013 23:16 | gome

4. Li gor fikr û boçûn û hin analizên ku min kirine (tew ji ber vî hawî ez çûm min bi george orwell re hevpeyvînekê kir, yeqîniya we) ez îdia dikim ku miletê ku herî pir hêviyê dihebīnin kurd in. Ev bi sedan sal e ku em li bendê ne ku xwedê hêviyê bi ser me de biresîne. Em ne diwestin ne jî tī dibin. Ecêba giran kesî ne diye ne jî bînaye.



21.08.2013 23:27 | înano lo

5. vÎ mirovê hêja, hêvÎ û bêhêvÎtÎ ji xwe re kiribû derd! (bnr: samuel beckett)



21.08.2013 23:47 | gome

6. (bnr: hêvî lgbti insiyatifi)



http://www.firatnews.com/news/guncel/hevi-lgbti-inisiyatifi-kurt-mucadelesinde-yeni-bir-umut.htm



12.10.2013 14:53 | biruya hayao miyazaki

7. "hêvî, nebaşî ya hêrî nebaş e, ji ber ku îşkenceyê dirêj dike"

(bnr: friedrich nietzsche)



29.01.2014 01:20 | nazim tolhildan

8. navê yek ji xweştirîn helbesta şairê nemir ê ku bi pey giyayê nemiriyê ketiye, arjen arî ye..



''Hêleke min diqutife ji sermê

Çiya keleheke asê, rê asê,dem asê

Hêviya min kulîlka binê berfê

Ha bel bû ha bel bibê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê,

Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..!



Wê vebe rengo rengo

Piştî taveke xwêjinkî keskesor

Sihareke rûbihar e hêviya min

Tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor

Ha hilat ha hiltê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê

Berf li hêlekê, tu li hêlekê

Hêviya min jî bihar e''



05.02.2014 01:17 | endazer

9. straneke siya şevê e.



http://tinyurl.com/k4sna2b



Li serê çîyayê bilind

Qulingan difire

Dengê qulingan tê me

Wek qêrîna Mazluman



Ya zulfîkar bighêje

Hewara me bindestan

Oy Xidir,Îmam Cafer

Em bendan û Şahmerdan

Çerxê me diherike Elî

Jîn buye serê çîyan



Ya zulfîkar,imam Baqir

Em bendan û Şahmerdan

Çerxê me diherike Eli

Jîn buye serê çîyan



Serhildanan silav dide ronîya duwazde imam

Hey pîrê rêberan

Hêvîya meye çêla

Ez bim li pêş wan Egîda

Em dixwazin nujîyan



Ew Egîdên serbilind,nevîyên Seyîd Rizo

Ew destê wan zulfikar,tirs bun ji boy yêzidan

Ewin tew bazê welat dora çemê Munzuran

Ew şahmerdanên Kurd ne hoy

Di rêya heq canê can



Ew gerîllanên Kurd ne hoy

Di rêya heq canê can



01.05.2014 23:45 | xwelî li ser

10. peyva ku em bi wateya "li bendê" jî bi kar tînin.



- ev çend saet in em li hêviya te ne, tu zanî malnemîrat?



30.06.2014 21:51 | simurg56

11. nan û ava me ye an go bûye pêdiviyeka me ya bingehîn



30.06.2014 22:41 | renas

12. Mîna "hêvî û rica" jî tê bi Kar anîn. Tê Maneya wek ji kerema xwe re, bi navê xwedê hwd.



Mînak: Ji te hêvî û rica dikim zû were em ê herin dereng e



08.12.2014 22:43 | mîr

13. ew peyva ku divê kurd ji dest xwe bernedin. kêm tiştên mîna wê xweş di dest me de mane.



08.12.2014 23:27 | diyako47

14. navê helbesteke rondik gulşeng e:



Hêvî



Eşq

di çavên payîzî de

ji nû ji dayîk bî ve

bi sîmayekê dî

vîyan saz kir

û soza xwe

li ser belgên dilî wêne kir

her êk bo layekî

kefte rê

da peyama eşqê

bigihînine dildara

û jiyan

ser û ji nû

ronahiyê bibarînêt

da rûbarêt vînî

wê payîzê

av diteve û

şev tariyêt xerîbkirî

hembêz bikit

û cergê bê umîd

hawîş bikit

da jivanêt sînorkirî

bihîne azadkirin.



rondik gulşeng



09.03.2015 01:38 | xendekî

15. Zadê mirovên mezin û xîretkêş e.

Ling û hêza xîretê ye.

Xeyal û raman di nav axa hêvîyê de aj didin, şîn dibin, gewr û geş dibin.

Însanê ku hêvîya xwe winda dike, ida tistekî wî nemaye ku winda bike.

Mifta xezîneyên pêşerojê ye.

Ava gulîlkên gulîstanê ye.

Ji çavên korr re ronî, ji guhê kerr re dengikî efsûnî ye.

Ji berxikê re , şîrê singê ye.

Dermanê brînê, hibra li ser kaxezê ye.



xwidê me bêhêvî neberdê



10.05.2016 10:50 | gumgumok

16. tişta ku esas meriva dikuje ye hêvî.



06.09.2017 10:50 | bûtîmar

17. li gorî hinekan, koletî, li gorî hinekan, şahiya jiyanê...

Nizanim. dibe ku bijîn koletiyê ye.



15.05.2020 20:11 | fîriko lao

18. navê albûma (bnr: serhado) ye nû ye. serhado li vê albûmê 1ê pûşperê 2020 a parve kirîye. nav vê albûmê da 5 stran (kurdî-rap) heye.
nav vê albûmê da 2 stran zehf xweşa min çû
ev stranan > hêvî û ez heme.
albûm:





edît: parvekirina lînkê da problem hebû ji bo vê problemê min vê lînkê da.



26.06.2020 13:35 ~13:42 | doesntmatter

19. peyveke ku fîlma (bnr: the shawshank redemption)ê da bûye dîyalogek navbera red û andyê.
andy; dinyayêda bo bîrnekirina tiştên ku bi kevir nehatine çêkirin hene wek xêncî te kes nikare bigîhîje an jî destê xwe lêkin. ev tişta a te ye.
red; behsa çi dikî?
andy; hêvî
red; hêvî! te ra tiştekî bêjim hevalêm.
hêvî zehf bi tehlîkeye. hêvî dikare mirovek dîn bike û hindirê da jî (behsa hepsê dike) wateyaka vê tûne. xwe hînê vê bike.
andy; wek brooks ê?
red; (sandalyeyê radibe û diçe)


cîroka brooks; 50 sal hepsê dimîne û qet hêvîya wî tûne ku hepsê derkeve lê piştî 50 salî wî texlîye dikin. brooks wisa xwe hînî hepsê kirîye ku qet bawer nedikir derkeve û hêvîya wî jî tûne bû. lê dema derdikeve derve êdî nikare bijî û xwe darda dike.
wateya hêvî û cîroka brooks



nêzikê dawîya fîlmê jî red hepsê derdikeve û nota andy dibîne, andy nota xwe da vê nivîsîye;
bîr neke red hêvî tiştekî rinde, belkî her tiştî jî rindtire



18.07.2021 18:02 | doesntmatter