Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bobelata çernobîlê - tirşik
bobelata çernobîlê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji simurg56 re bûye kul û derd.



Li gor gotina di dema ceribandinekî'de qezaya yekem a nûkleerî ya sedsala 20. pêk tê. Cih li ukrayna, li navçeya kîevçernobîlê ye. Ha li wir di reaktora 4. a hêzê ya nûkleerê de roja 26'ê nîsana 1986'an ber destê sibê re qezayeke nûkleerî pêk hat û piştî vê tivabek(tibabek) berên fîsyonê li atmosferê ango li hewayê belav bû. Hemû cîhan roja 30'ê nîsana 1986'an bi vê xeberê hesiya.

Di encama vê qezayê de ev tiştên han rûdan:

-600.000 (şes sed hezar) personel tevlî xebatên xilaskirina vê qezayê bûn. Gelek ji van bi radyasyona zêde re rû bi rû bûn

-nexweşiya bêhtir derketî penceşêra tîroîdê ya zarokatiyê bû.

-di wan mehên pêşiyê de zarokên ji şîrê zêde bi îyoda radyoaktîf vexwarîn bi wê penceşêra tîroîdê ketin, li gor daneyan heta 2002'yan ji vê komê 4000 hezar zarokan re ev nexweşî derket.

-aliyên serbixwe dibêjin heta bi sedan salan kes nikare li prîpyat û herêmên derdora wê bijî, her wiha hê jî têketina van deveran qedexe ye û polîs nahêlin kes bikeve hin deveran.

-li gor komîteya ny'ê 4000-5000 kes ji ber vê qezayê mirine. Lê belê li gor berhemeke nivîskarên rûs Alexey V. Yablokov, Vassily B. Nesterenko, ve Alexey V. Nesterenko a di New York Academy of Sciences de hatî weşandin heta 2004'an insan ji ber vê mirine û hejmara van kesan gihaye 1.000.000 (milyonekî). Gelek kes jî hêj nemirin lê ji ber nexweşiyan jiyana wan herimî.

-vê bobelatê bi awayên cur bi cur bandor li 7 mîlyon û 345 hezar û 329 insanên ji Ukrayna, belarûs ve rûsya kir.

-yên malên xwe terikandin û li cihnên din hatîn bicihkirin 492.099 (ango nîv mîlyon insan) ev daneyên neteweyên yekbûyî, who, unicefê ne.



Hê jî ev insan nikarin li malên xwe vegerin. Îcar bifikirin dewlet an jî hikumet tê li ber gundê te santraleke nûkleerî çêdike û te û hemû insanên te an dikuje an jî wan nexweş dike an jî wan bêjin/bêmêr (bêkar) dihêle. Û te ji mala te ji axa te diterikîne. Û serde tê bi îstatîskan henekê xwe bi te dike.

Wek îsa berwarî gotî:

"Wey dinyayê, pûçê-betalê, çi jê nayê!"



17.01.2015 20:59 ~2015.09.18 16:15 | xendekî

2. ku îro jî ji ber wê bobalatê di derdora behra reş de nexweşiya pençeşêrê zedê ye..dibêjin xwarina dendikên tiriyan ( bi awayekî hûr kirî) mirovan ji pençêşerê diparêze ku li ukraynayê hin gundî ji ber xwarina dendikan ji bandorên neyînî yên bobelata çernobîlê filitîne..





18.01.2015 17:58 | havka

3. bobelata çernobîlê bobelateka nukleerî ye ku di 26ê nîsana 1986an de di reaktora çaremîn a hêzgeha nukleer a çernobîlê de nêzîkî bajarê prîpyatê ya bakurê ukraynayê nêzîkî sînorê belarûsê qewimiye. Here lînkê

di dema teqînê de atomên îyonîzebûyî tîrêjên şîn-mor pêk anîbûn. gelê prîpyatê ji bo darî vê dîmena xweşik bikin hilkişiyabûn ser pirekê lê bêyî ku bizanin çi qewimiye dûçarî radyasyoneka kujer dibûn. ew kesên ku çûbûn ser wê pirê hemû mirin. niha pir wek "pira mergê" tê zanîn.
Here lînkê

piştî teqîna navika reaktorê radyasyoneka mezin belav bû û heya 30 kîlomêtiran bi awayekî kujer kartê kir. prîpyat ku tenê 3 kîlomêtir dûrî çernobîlê bû hat valakirin. ji gelî re hat gotin ku ev tenê ji bo 2 heftiyan e, lê vegera wan hîn qedexe ye.

piştî teqînê rêjeya kansêrê li ukrayna û belarûsê bi awayekî hestiyar mişe bû. nemaze jî di nav zaroken de û kansêra tîroîdê.

tê texmînkirin ku ji ber kartêya radyasyona çernobîlê dora 9000-16000 mirov mirine. hejmara miriyan a sovyêtê a fermî 31 e.

di 2017an de dora hêzgeha çernobîlê hat rûgirtin û tê texmînkirin ku çernobîl ê 2065an bibe ewle lê hîn jî dê ne jîbar be. ji bo ûranyûm li herêmê bi temamî nemîne 15000 sal divê. Here lînkê

piştî teqînê radyasyon li banê reaktora çaremîn 20000 rontgen bû. ji bo agirê navikê vemirînin bi helîkopteran xîz davêtin ser wê. lê helîkopterek mişe nêzîkî navikê bû û bi kartêya radyasyonê xera bû û ket xwarê. lê hinek jî dibêjin ji ber ku li kabloyê aliqiye ketiye. ev dîmena ketina wê helîkopterê ye:



navik ji ber kêmasiyeka reaktorên sovyêtê teqiyabû. valery legasov, zanyarê serekî yê ji bo bobelata çernobîlê dixebitî û lehengê çernobîlê, ji ber ku li dadgehê ev rastî got hukûmeta sovyêt ew ji karê xwe derkir. du sal ji teqînê şûnde legasovî întihar kir û li paş xwe kasêtên dengî hiştin ku tê de qala çernobîlê, çewtiyên lê hatine kirin, çewtiyên hukûmeta sovyêt dike. beşek ji wan kasêtan bi jêrnivîsa îngilîzî:



piştê teqînê blokên grafît ku dora navikê dipêça û gelekî radyoaktîv bûn, belavî banê hêzgehê û dora wê bûn. agirkujên ku di herî serî de ji bo vemirandina agirê teqînê hatibûn bêyî ku bizanin ev çi ne nêzîkî wan dibûn û dûçarî radyasyonê dibûn. ew agirkuj hatin rakirin bo nexweşxaneya prîpyatê û piraniya wan mirin. ji ber ku heya cilên wan jî radyasyon girtibûn, perestaran ew ji wan kirin û birin danîn bindava nexweşxaneyê. cilên wan hîn li wir in û hîn radyoaktîv in. ji bo pakkirina banê hêzgehê ji blokên grafît pêşî robot hatin bikaranîn. lê li banî radyasyon ewqas mişe bû ku robot demildest xera dibûn. mecbûr man bi mirovan pak bikin. ji wan mirovan re gotin "biyorobot". piraniya wan mirin. wêneyekî wan blokan: Here lînkê

tawanbarên bobelatê anatoly dyatlov, viktor bryukhanov û nikolai fominî 10 sal cezaya giran stend.

piştî teqînê darên daristan nêzîkî çernobîlê mirin û rengê pelên wan veguherî sorî. niha daristan wek "daristana sor" tê zanîn. herwa piraniya lawirên dora çernobîlê mirin, yên mayî jî çêlîkên bêteşe çêkirin. çêlîkeka wê demê çêbûye: Here lînkê

niha çernobîl ji bo geştiyariyê vekirî ye. mirov dikare biçe heya hundirê hêzgehê jî. ger hûn dixwazin çend sal ji emrê xwe kêm bikin ez pêşniyaz dikim *

bobelata çernobîlê ji bo lîska kombersî (bnr: s.t.a.l.k.e.r.)ê jî bûye îlham.

herwa ger we darî zincîreya çernobîlê (2019) nekiribe teqez pêşniyaz dikim.



05.05.2021 17:58 ~2021.05.09 03:45 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bobelata çernobîlê

Kategoriyên mijarê:: dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî