Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
emsal newroz nakem - tirşik
emsal newroz nakem
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteke ebdulla peşêw e. maryam ebrahimpur wê kiriye stran. Ebdulla Peşêw vê helbestê li welatê xerîbiyê nivîsiye û ji her rêzikên vê helbestê bêhna bêrîkirina welat dibare.

stran:



li gorî min divê ku ev helbest bibe sirûdek kurdan. bi taybetî ji bo kurdên li xeribiyê..



soranî



Emsal Newroz Nakem



Emsal bê çiya newroz nakem

Bê bonî giya.. Newroz nakem



Newroz nakem bê bilêse î sûrî agir

Newroz nakem eger ireşbeleki tozne kaw

xom nebim be seri çopî gir



Kizeyî cergim :

Beyanî zû helim sêne!

Zor detirsim.

Ke wêk

karêk.

Gundêk

şarêk

çemêk, çiyayêk le bîr bikem



Zor detirsim.

Darêk,

berdêk ,

kuxtêk ,

gerdîk,

bince giyayêk, le bîr bikem !



Beyanî zû helim sêne!

Dîsan melê : " ba têr xeobê "

Siwêndim be çiya xwardiwe,

ke kurdistane dûrekem

be germên û kiwêstanewe ,

bigwazme we bo xerîbî - bo jûrekem



kurmancî



Îsal Newroz nakim



Îsal bê çiya Newroz nakim

Bê bêhna giya Newroz nakim



Newroz nakim bê rivîna sorahiya agir

Newroz nakim eger reşbelek tozê raneke

Û ez nebim serekvan



Kezeba min

Sibehê zû min şiyar ke

Zahf ditirsim

Kewek

karek

gundek

şarek

Çemek çiyayek ji bîr bikim



Zahf ditirsim

Darek

kevirek

Koxek

tozek

Giyayek ji bîr bikim



Sibehê zû min şiyar ke

Dîsa nebê bila têr xew be

Min sond bi çiya xwariye

Ku Kurdistana xwe ya dûr

Bi germiyan û zozan

Biguhêzim bi xerîbî - Bi oda xwe



15.01.2015 22:15 | berxweda

2. kirmanckîya ci



emser newroz nêkena



emser bê ko newroz nêkena

bê boya vaş newroz nêkena



newroz nêkena bê rivîna surîya adir

newroz nêkena eger sîyabelek toz ranêwurzo

û ez nêbena serekwan



kezeba mi

meşte lez mi haya ke

zaf tersena

zerencêk

karêk

dewêk

şarêk

çemêk koyêk xo vîr ra bika



zaf tersena

darêk

kerrayêk

hozêk

vaşêk xo vîr ra bika



meşte lez mi haya ke

hêna nêbê wa mird hewn be

mi sond bi ko werdo

ke kurdistana xo ya dûr

bi germîyan û zozan

biaçarna bi xeribî- bi oda xo



16.01.2015 00:41 ~2016.05.13 03:41 | endazyar

3. tu çi helbestek xweşik î!

hey tu, çi stranek xweşik î!

te di vê danê şevê de ez dîl girtim li ser kombersê, min azad berde, herim..

dengê wê ji hemû dengên cihanê xweşiktir û bedewtir e di vê kêliyê de, ev kêliya ku dikare heta sibehê bÊrawest bidome..



09.03.2015 22:04 ~22:04 | ferhenga şikestî

4. ez dîsa vegeriyam vê helbest û stranê.

aha ez sozê didim ku ez îsal narim newrozên partiyê û ê zikmeninan bila newroza wan ji wan re bimîne..



14.03.2016 21:05 | berxweda

5. emsal le ber vîrûsa korona hîç kesêk newroz nake.



17.03.2020 23:13 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» emsal newroz nakem
» newroz û serbitackirina qublenameya giyan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî