Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 15 peyam
    parsek - tirşik
    parsek
    (4) (1) (8)
    di mijarê de bigere

    1. Kesê ku, bê dêl tişt û pere ji mirov dixwaz e, parsê dike..gellek cara cîhê ku dilê mirov zîz dibe (mînak:ber mizgeft, dêr û nexweşxane )disekinin û parsê dikin.



    2015.01.15-14:24 | tirşikçi

    2. yên ku debara xwe bi parsê dikin..

    di stran-helbesteka mehmet atlı û arjen arî ya bi navê kolî poşman de wiha derbas dibe;



    'Bi parsê ketibim

    Li kolanên te evdal

    Li dev deriyê te qereçî

    Têr bike vî dilê birçî

    Keçê ka maçekî'



    mehmet atlı - kolî poşman;











    3. yên ku nietzsche dixwest hemûyan komkuj bike.

    apê nîçe digo: "divê hemû parsek bêne tinekirin. lewra mirov pere bi wan bide jî nede jî mirov poşman dibe." ma ne rast e? ger bidî tuyê bêjî "gelo vî ez xapandim an na?" ger nedî tuyê bêjî "belkî ji dil hewcedar bû xwezî min pere bidayê.."



    2015.01.15-17:50 | oxir

    4. xwazok, kesê muhtac an ne muhtac yê destê xwe û devê xwe li ber xelkê vedike daku pere an tiştekî bidinê, bi tirkî dilenci



    2015.12.13-01:15 | shorbevan

    5. sala dawî ya zankoyê hevalek min ê ji rihayî re vê gotinê di nav hevokeke de gotîbûm…wekî gotinek nû hîn kirî.. bersiva wî “xwezî vê gotinê qet nizanîbûma, bavê min tune, ji ber nexweşiyeke miriye, dema ez zarok bûm diya min parsekî dikir, cîranên me diya min re parsek digot…hwd dîmenên jiyana trajedîk..” dimûrîbûm, sor bûbûm, tavilê mijarê guherandîbûm..



    2016.03.05-00:51 ~00:57]| havka

    6. Peyva ku ji navê farsa yê berê hatî ye
    Di dema dewleta medan de navê wan pars bû û karê wan parsekî bu



    2020.02.01-23:35 ~23:36]| tîrêj zana 21

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    darbestên rengorengo [3]
    Darbestên ku li sergiya ahmet güneştekin a li Amedê ye. Ji ...
    darbestên rengorengo [4]
    Yek ji berhemên ahmet güneştekin e li pêşangeha wî ya Bi nav...
    ahmet güneştekin [2]
    Wênesaz û nizamçîkê rexneyên li ser tê kirin ne ji ber hunera wî ye ,...
    درود [1]
    درود (dorûd) peyveka farsî ye ku bi wateya silavê tê. ji proto-îranî *...
    stranên ku dema zarokatî dihêne bîra tirşikvanan [1]
    Eyaz Yusif Zaxoyi- heger dinya hemû gul be
    ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » parsek

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî