Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
lîstika şîto - tirşik
lîstika şîto
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstika ku bi şivikek (darikek) dirêj û yekê ji nêvîyê yê dirêj piçûktir û du keviran tê lîstin e. bi du koman tê lîstin.

bi biz didim, ba didim'ê komek dest bi lîstikê dike. ji rêzê ve her endamê komê dora xwe dilîze.

herdu kevir weke bostekî ji hev dûr tên danîn, darikê piçûk danê ser herdu keviran. darikê dirêj dike bin yê kurt, nava herdu keviran ve heta jê bê darikê piçûk pêşve diavêje nav koma li benda darikê piçûk. heke li hewa ango hê neketî erdê bigirin dor dibe ya wan, heke bikeve erdê ew koma li bendê yek jê darik digire û heta jê bê diavêje nêzîkî herdu keviran. (armanca yekem ew e mirov bigihije hejmarekî, em bêjin heta 20'ê.) gava darik avêt, vêca yê/ya darikê dirêj desta de û li ber herdu keviran disekine heke jê bê bi darê xwe darikê piçûk hê li hewa lê bide û ji keviran dûr dike. vêca li vir heke bikare lê bide û dûr rêke baş e, nikaribe lê bide û bikeve nêzîk divê hingî bi darê xwe yê dirêj neqeba kevir û darikê piçûk bipîve. heke neqeba kevir û darikê piçûk ji dirêjiya darikê dirêj kurttir be, dora wî kesî/ê diqede, ji komê yek din tê, heta dora wan biqede ew kom diavêje, kes nemîne biavêje dora wê komê xilas dibe, dibe dora koma din; heke ne kurttir be û jê dûr ketibe vêca bi darikê xwe yê dirêj dipîve, ka çi qasî dûr ketiye, her cara darik li erdê bikeve rabe dibe hejmarek û bi vî awayî heta xwe bigihînin hejmara 20'ê. ji bo dor bigihe koma din kurterêyek heye. gava ji koma din yek darik biavêje û koma li bendê sekinî yek jê darikê piçûk li hewa bigire dor dibe ya wê komê, herwiha hemû hejmarên koma din tên jêbirin, dibe sifir.



vêca em werin ser mesela 20'ê. ji herdu koman kîjan pêşiyê bigihe 20'ê ew nêzîkî serkeftinê dibe * yanî hîna biser neketiye. peywireke vê komê dimîne, divê bi darikê dirêj darikê kurt ji herdu keviran dûr bikin. wê li ber keviran destpê bikin, her endam 3 heqê wî/wê hene, endamê ewil wê bê ber herdu keviran bi serê darikê piçûk bigire û bi destê din jî bi darikê dirêj li nava darikê kurt bide û heta jê bê wê biavêje dûr, wilê sê caran ew ê lê bide, sê caran endamê din, yên din. heta hemû xilas bin, ji cihê endamê mayî wê ji wir dewam bike û darikê kurt dûr bike. gava ev xilas, vêca koma ber têkçûnê şansekê wan dimîne; koma din ew darikê kurt çi qasî ji keviran dûr kiribe, divê ev koma ber têkçûnê jî wê dûrahiyê bi dengê şîtoooooooooo xilas bikin. yanî ji dawiyê heta keviran divê birevin û bêjin şîtooo. endamê/a ewil wê bê, nefeseke xurt bistîne û bêje şîtooooo û bireve heta nefesa wê/wî têrê bike û dengê wî/wê bê birîn wê bisekine, ji cihê wê/wî endamekî/ê din dewam bike; bi vî awayî heke xwe bigihînin ber keviran, heke bêhna wan neçikê û xwe bigihîninê ew komê ser bikeve, heke negihînê koma din serdikeve.

-şîtttttoooooooooooooooooooooooooo *



18.09.2015 18:54 ~2016.02.14 01:37 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» lîstika rojava ya androîdê

Kategoriyên mijarê:: listikrastin cand zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî