Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
eyndîwar - tirşik
eyndîwar
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. li ser sînorê cizîr û dêrîkê gundeke pir xweş e. min li ser nexşeyan didît lê qet bala min nedikişand îşev li ronahî tvyê di bernameya bi navê gundê me de ev gund nîşan dan. gundeke bi şînahî, çem û kanî ye. bi rastî jî dema ku min li vê bernameyê temaşe kir gelekî kêfa min ji vê gundê re hat. ger ku min derfet hebûya cihê min ne cehnima stenbolê bû ev gund bû..



serastî: ne rojhilati ronahî tv. pêşkeşkarê wê jî ferhad merde bû.



14.01.2015 04:22 | oxir

2. bi navê eyndîwarê paytext e ku wek dêresorê jî tê zanîn straneke xweş a gelêrî heye, ev çi qas e min jî ji xwe re digot bê ka ev eyndîwara paytext li kû ye? *

ji dengê karapetê xaço û zadîna şakir ew stran;




3. di bernameya derbarê de behsa kevnarebûna gundê jî hate kirin. pêşkerkarê bernameyê meselaya paytextiyê jî ji nîştecîhên pirsî lê kesî nekarî bersîvê bide. her wiha hinekan behsa hebûna dêreke hilweşiyayî jî kirin lê belê wê demê dêra sorê nedihat bîra min *



14.01.2015 05:37 | oxir

4. (bnr: dêresorê)




5. dema mere di googleêde eyn dîwar dinivîse mere dibêje qey li navê mihemed arîf cizîrî geriyaye. lewra rûpela ewil hema hema bi encamên ku navê mihemed arîf cizîrî dihewînin, tijî ye. navê straneke wî ya bi navê eyn dîwar û emo heye. weke versiyoneke dêra sorê ango eyndîwarê paytext e'yê ye..



xêndî ev stranan taybetmendiyeke din a vî gundî cihê wî yê jeopolitik e:

"Saziya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Qanûnê ku navenda wê li bajarê Bonn a Almanyayê ye nexşeya Rojavayê Kurdistanê ji gundê ‘Eyn Dîwar’ a bajarê Dêrika bi ser parêzgeha Hesekê da destpêkirin ta Bakûrojhilatê ‘sînorê’ Sûriyeyê xêz kir bi dirêjahiya ‘sînorê’ Tirkiyeyê ve ta digihêje Îskenderûnê."

çavkanî: http://www.haberdiyarbakir.com/rojavaye-kurdistane-ji-libnane-mezintir-e-56146h/



14.01.2015 18:04 | mergehez

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» eyndîwar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî