Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
bajariyên cizîrê - tirşik
bajariyên cizîrê
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. kurmancên ku berê xwe ji kurmancbûnê nedihesibandin, tê bîra min wextê gund wêran bûn û em hatin cizîrê, hingî, hingî cihê feqîrekê koçer an gundî didîtin dibû niçniça wan û di ber xwe de digotin van kurmancan ev cizîr herimandin, neyse mesele ne ev e, tirkiya wan gelek ecêb e, min digo qey devok-qirik û gewriya tirkî li cizîrê nîne lê bi mixabinî gava dî min ferq kir ku heye.. çi bi kurmancî çi bi tirkî bi xwudê şitexaliya wan gelek xweş e, dijÛnên wan jî heyat in *




2. bajariyên ku xwe bi şirnexê nedihesibînin

li zanîngehê hevalên min ên cizirî hebûn, digotin em ne ji şirnexê ne, em ji cizîrê ne*

mi digo hûn mafdar in, jixwe ev sînorên bajarbûn û navçebûnê ji aliyê vê dewleta xwînxwar ve hatiye tayînkirin..

ku bajarê ku têde medreseya sor hebe jixwe hukim qebul nake, bila neke jî*



12.01.2015 19:43 | ferhenga şikestî

3. Ji cizîriyên kevin re dibêjin bajarî, ev kom bêhtir di nava bbajarê kevin de kom bûne. Nava kelhê hemû bajarî ne. Yên herkî eşîrek wa heye. Li Cizîrê rewş ev e:

-bajarî

-harûnî (ez jî harûnî me) *

-kiçî

-teyî

-çiyayî

-batûyî

-şirnexî yên ji şirnex hatîn jî wek komekî/eşîrekî tê dîtin. Hin gund jî hene bûne wek eşîr, lê ev jî rastiyê de çiyayî ne, wek dêrşewî, deştelanî...

Li Cizîrê di gel ku ev kom di nav hev de ne dîsa hemûyan devoka xwe parastiye. Ji ber ku Cizîr evqaa rengorengo ye kurdî'ya Cizîrê jî dewlemend e.

Ha kurmanciya van bajarî'yan kurmanciyek ecêb e. Hema o'yeke wan heye dikene nav hemû peyvên xwe de:

-were bonî (were banî

-îco ko veke mi (Îcar ka veke min)

-momuste (mamoste)

Lê wilê nerm e, herikbar e.

Jêrenîşe: derdekê bajariyên me heye, herkes dikare ser zimanê wn ve bike lê ew nikarin ser bi devokeke din ve bikin. Ev jî kul û derdê wan e.



12.01.2015 21:15 | xendekî

4. bajariyên ku dinya jî cirab bibê ji keyfa xwe nayêne xwarê ne. Gundiyên Cizîrê (Bi gotina wan Kurmancên Cizîrê) heta êvarê dixebitin û xwe diperitînin lê ti zewqê ji heyata xwe jî nastînin. Lê ev bajarî çend qirûşek pere bikevê desten wan wê dawiya heftiyê herin seyranekî an jî pere wan zêde bê wê herin deren wek Entap û Mêrsînê..



13.01.2015 09:27 | nan û av

5. yek ji hersê pêkhateyên cizîrê ne, herdu pêkhateyên din gundî û koçer in, gundî jî du beş in, deştî û çiyayî yanî yên ji ehlê gundên deştê û yên ji ehlê gundên çiyê ez ne xelet bim harûna jî gundekê çiyê ye û ehlê vî gundî çiyayî ne.. koçer jî ez ne xelet bim zêdetirî 12-13 eşîr in lê li bajêr çi bi nûfusa xwe û çi bi nûfuza xwe yên herî zêde navdar, eşîra teyan û eşîra kiçan e..




Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bajariyên cizîrê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî