Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
spas dikim - tirşik
spas dikim
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji ber qenciya yekî tê gotin.



Berê salan 2000 an zêde jiyanê me de tunebû. Dewsa wê me zêdetir digo "xwedê ji te razî be" "sax bî" yan jî "teşekur dikim"



Dibe ku di jiyana kurdên başûr de hebû, piştî avakirina medyaya kurdî û bajarîbûna kurdan ket e jiyana me yê rojane.



rojekî xalê min û malbata wî diçe dawetekî, li wir pêşkêşvan car caran miletê re spas dike. Kurê xalê min ê piçûk heta wê çaxê seh nekiriye maneya spas dikim çiye û xalê mi re dibêje ev mêrik çima dibêje gelek paspas dikim *



10.01.2015 22:33 | mîr

2. awayê wê yê kubartir; spasiyên xwe pêşkêşî cenabê te dikim..

eheeeyyyttt mala minê zarên xelkê çi arîstokrat in lawww? *




3. Hevokek e ku ji peyva kevnarê Kurdî "supas" û wergera "ederim" a Tirkî pêk tê. Spas nayê kirin lê belê tê lê kirin. Mînak: Spasiya te dikim. Sipasiya şehîdan dikim. Ger yek bixwaze ji kesekî re razîbûna xwe bide nîşan "spas" bi tena xwe bes û rast e, "dikim" zêde û şaş e.



20.05.2015 07:54 | cngsgncc

4. berê ji bo min her cihê pirs û mereqê bû ka gelo dema yek ji min re bêje spas divê çi bersivê bidim.. li ber desta alternatîveke wekê spas xweş hebû ku diyare li ber sihhetxweş û destxweşê hatibûye çêkirin, lê kêfa min jê re nedihat û dilê min lê rûnedinişt.. min jî ji xwe re spastir çêkir û ev çi qas e bi dileke rihet bikar tînim, tişta ecêb ema dibêjim spastir tu kes jî namîne heyîrî û napirse û nabêje te ji kÛ anî ev peyva nazenîn, tê bêjî qey ev sed sal in peyva spastir di ferhega kurdî de heye, temam ez dewa mafê telîfê li tu kesî nakim lê ev helwesta xelkê jî min mat dihêle..



20.05.2015 08:06 | endazer

5. peyva ku gelemperî spas tê zanîn lê nizanim çima wisa ye.
Divê ev peyv wek "sipas" be.
Lê hin deverên başûrê kurdistanê wek "supas" jî bikar tînin.



18.04.2020 23:53 | brzn

6. (bnr: spasiba))



02.05.2021 01:09 | ciruskek ji agir

dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» spasiyên ji bo tirşikê

Kategoriyên mijarê:: jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî