Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
ger - tirşik
ger
(0) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. Bi kêfa dîlê xwe rabî herî cihekî din, demekî li wir wext xelas bikî jê re ger tê gotin.



21.07.2013 03:29 | sinanêkriv

2. gerîn.

Ez diçim gerê - ez diçim ku bigerim.

bûka me ji sibê heya êvarê di gerê de ye - bûka me ji sibê heya êvarê digere.



23.07.2013 11:59 | filankes

3. kurtegotina peyva egerê ye.. li deverinên wek cizîrê wek heke jî bilêv dibe.. hoker e û ji bo şertdanînê û îhtîmalan di nav rist û rêzik Û hevokan de tê bikar anîn.. herwiha di berdêla vê peyvê de peyva ku jî tê bikar anîn.. ji bo nimûne:

-ger sibeyî baran neyê ez ê herim bajêr..

-ger ez nexweş nebibûma min dizanî min ê çi bianiya serê te..

-ger ne ji têhn û germaya tavê bûya wê tu tişta zindî li ser rûyê erdê nemabûya..

-ez ê wê bînim serê te ku nehatî serê tu kesî..



23.07.2013 14:58 | endazer

4. toza nebatan, tovê riwekan, toza kulîlkan.. ya ku ba digerrîne da ku li derek din şîn bibe..



23.07.2013 14:59 | endazer

5. li cizîrê di wateya parsekirinê de jÎ tê bikar anîn.. j bo nimÛne:

-feqîro digere lê nan bi dest nakeve..

-eger vê carê jî min ji bo xwe karek nedît îcarê ez ê malo malo bigerim û destê xwe li ber xelkê vekim..

-filankes debara xwe bi gerrê dike..



23.07.2013 15:03 | endazer

6. seredan, ziyaret, hatin yan çûn derekê bi taybetî ji bo dîtina kesekê/î..



23.07.2013 15:06 | endazer

7. ji bo dor, sireyê jî tê bikar anîn.. ji bo nimûne:

- Pêşî dê jin û zarrok biçin, paşî gerra zelaman e.

- gerra tenûrê ya min e.. binêr ji siharê ve min darikê xwe daniye ber dorê.. (bnr: darikê dorê)



23.07.2013 15:07 | endazer

8. gola biçûk, deryaya biçûk, deryaçe, behrik.. birk, gol, gerr, azver, çala avê, gerra avê.. li deverinan wek gerrik jî bilêv dibe..



23.07.2013 15:09 | endazer

9. bi destê dilê aciz girtin û wî li ciyê aramiyê dan meşandin...



23.07.2013 15:12 | cirano

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ger li tirkiyê kurd tunebûna

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî