Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
berî hûn min daliqînin - tirşik
berî hûn min daliqînin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. berî hûn min daliqînin

ji min re qala genimên spehî bikin

ew genimên ku qedera serê min û wan yek in

ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin



berî hûn min daliqînin

ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin!...

û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin!



berî hûn min daliqînin

ji kîsê min

an jî bi zêrên jina min

ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin



berî hûn min daliqînin

heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin

te dî adet e tê pirsîn

daxwaza min ev e, guhdarî bikin:

herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin!..



berî hûn min daliqînin çavên min vekin

ez ji we re dibêjim çavên min vekin!!!

û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin!



piştî we ez daliqandim

bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin

serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê

û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!

ez jahr im!



piştî ku we ez xwarim

li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û

bicehemin!...





Rênas Jiyan



Ji Azadiya Welat



21.07.2013 01:43 | cîncoqo

2. mamoste, helbestvan û rojnamegerê kurd F. kemanger berî ku ji alîyê hêzên rejîma îranê ve were dardakirin wiha kelimîyê:

"Bitenê daxwazîyeke min heye, bila dilê min yê serhildêr; piştî ez hatim darvekirin di sînga zarokekî ji min serhildêrtir de lê bide. "



(bnr: ferzad kemanger)

(bnr: dilê serhildêr)



21.07.2013 01:58 | seydayê_peyvan

3. küçük iskender di helbesteke xwe de wiha dibêje:

"asmadan önce beni, bana o bilmediğim kuşları anlatın

onları anlatın, o kımıltısız, haşarı gözlü kuşları

tütsülü tüylerini.. yasaklanan alevi kanat çırpışlarını

ve gerekirse bana uçmayı öğretin

ya da uçan kuşlar gibi onurlu ölmeyi.. "



21.07.2013 14:10 | înano lo

4. mijara ku dema dibînim, dilê min diêşe û naxwazim vekim.

(bnr: ferzad kemanger)



21.07.2013 14:16 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» berî her zarokî
» hûnermendê ku dema xwe didin nasîn ji bo xwe dibêjin hûnermend
» min şêxê dilê xwe pirsî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî