Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rengesmerê - tirşik
rengesmerê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneka gelêrî ye, reng e ku ya mihemed şêxo be jî -îlahîe'elem-.. heta niha ji layê gelek kom û stranbêjên kurd ên wekê; mihemed şêxo, yekbûn, diyar-xelîl xemgîn, aynur doğan ve hatiye gotin, duh li ser youtubeê liqay versiyona wê ya ji dengê sîmir rûdan hatim, ji xwe ji berê de min gelek hej vê stranê dikir lê dema min versiyona wê ya ji dengê sîmir rûdan guhdarî kir, ez bûm mûbtelayê stranê, ev du roj in kengî rahêjim kombersa xwe li paş fonê her ev stran heye.. stran di takealbûma sîmir rûdan de cih nagere, ez ne xelet bim cara ewil di bernameyeka li ser imc tv yê de gotiye..

ew stran; http://www.youtube.com/watch?v=Q6wuiXwbW-4&feature=share

gotinên stranê;



Were were li nik min rûne

Dilêm kul e bikewîne

Eger rojê ez te nebînim

Hemî dema li min girîn e



Were were reng esmerê

Wek kulîlka li pencerê

Şev û rojê di xeyalê de

Dil û hinav hatin derê



Were were çavêd belek

Wê xwedana pirça xelek

Tu bi Xwedêkî ji nik min neçe

Kulê dilêm bûne gellek



û vê jî bêjim wek nav û wesfeke ji bo jinan jî peyveke têra xwe xweş û helbestî ye.. navê stranê li ser netê wek reng û esmerê ji hev cuda hatiye nivîsandin lê tişta ez ji gramera kurdî dizanim heq e peve hatibûya nivîsandin ji lew min peve nivîsand..




2. Straneke Mihemed Şêxo ye. Di nav stranbêjên kurd de hema bêje kes nemaye ku xwe li strîna wê neceribandiye. Lê li ber dilê min qeydên herî xweş ya vê stranê ya sîmir rûdan û ya mehmet atlı ye. Herdûyan jî bi deng û terzeke gelekî henûn û nazik strane.

Sîmir Rûdan


Mehmet atli



01.02.2022 01:59 ~02:06 | xeyda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rengesmerê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî