Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
pirtukakurdi.com - tirşik
pirtukakurdi.com
(25) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. Malpera firotina pirtûkan e. Lê ev malper malpera firotina pirtûkên kurdî ye û malperek kurdî ye. Li gor manîfestoya wan mirov dikare hemû pirtûkên kurdî peyda dibin. Heke li ba we nebe jî heta hefteyekî peyda dibin. Pîroz be li Kurdistanê. Va manîfestoya wan:



Merheba ji te re gelê me… Merheba ji we re kurdîhezno… Merheba ji we re xwendayên zimanê kurdî… Meheba ji we re xwendevanên pirtûkên kurdî… Merheba ji we re bikirên Pirtûka Kurdî…



Dikana we ya pirtûkan li ser netê bi navê Pirtûka Kurdî vaya vedibe. Çavê we ronî, çavê me ronî.

Mezinekî gotibû yekê kurdîxwîn “pirtûk nexwîne, kitêb bixwîne” Pirtûk wekî peyvekê him bibû navê pirtûka kurdî him jî bibû sembola zimanê kurdî û kitêb wekî peyveke biyanî him bibû navê pirtûka biyanî him jî bibû sembola biyanîbûnê. Cîhan û colistana biyanîbûnê ruh û fikreke wiha anîbû welatê min. Lê vaya ev ruhê biyan dişike, dihilwile. Em ê bibêjin bixwîne, kurdî bixwîne, pirtûk bixwîne, pirtûkên kurdî bixwîne, Pirtûkakurdî bixwîne…

Êdî hêdî hêdî bazara kurdî çêdibe. Yeko yeko deriyên li ber kurdîyê vedibin û nîrên li ser zimanê kurdî dişikin. Kurdên penaberî çolistana zimanên biyanî bibûn êdî hêdî hêdî ber bi çiyayê kurdiyê ve vedigerin. Lib û lib tilikên ji ûşiya zimanê xwe ditamijin û ruhê xwe yê dêrîn mij bi mij dikişin pişikên xwe. Belê ev rewş dê dûr û dirêj bibe, loma çolistana zimanên biyanî bandoreke giran li ser ruhê me kiriye. Lê mejî û mêjûya kurdewar dê her serfiraz bibe di vê riyê de.

aHewcedariya vê serdemê bi netê heye. Êdî cîhana rastî û şênber yeko yeko diguhere û di netê de cihê xwe digire. Me jî li ser vê hewcedariyê gaveke biçûk avêt û bazara pirtûkên kurdî bi navê Pirtûka Kurdî vekir.

Weşanxane û pirtûkfiroşên kurdî piranî li Amedê ne. Bazara pirtûkfiroşiyê jî li ser vê bingehê rengê digire û di bajarên kurdistanê de kirîn û firotina pirtûkên kurdî kêm e. Carinan ev rewş ji ber tunebûna xwendevanên kurdî pêk tê, carinan jî xwendevan çêdibûn lê pirtûkfiroşên kurdî tune. Xwendevanên kurdî di bajarên din de bi zor û zehmet xwe digihînin pirtûkên kurdî yan jî qet xwe nagihîninê. Hin bajaran de pirtûkfiroşên kurdî hene lê her cûre pirtûkên kurdî nafiroşin. Piranî pirtûkên ku navdar û xweş tên firotin di dikanên xwe de digirin. Ev rewş pirtir hewcedariya Pirtûkakurdî tîne pêşiya me. Şert bû ku li ser netê dikana pirtûkên kurdî vebûya. Me jî xwest em vê şertê bînin cih.

Ev malper wekî fermî bi navê “Pirtûkakurdî basim yayim dağıtım” vedibe. Di serî de em bi 2400 pitûkan destpê dikin. Belê di rojên pêş de mebesta me ew e ku her cûre pirtûkên kurdî di malpera xwe de bifiroşin. Em ê cih bidine hemû weşanên weşanxaneyên kurdî û yan jî pirtûkên bi zimanên biyanî ku mijara wan kurd û kurdî ye.

Malpera me niha bi îngilîzî, tirkî û zaravayê kurmancî weşana xwe dê bike û bi zaravayê zazakî jî tê amadekirin.

Malpera me bi karta krediyê dê firotinê bike û dê ji bikirên xwe re heta 6 texsîtan çêke. Her wiha li 50 TL yê jî kargo aîdê me ye. Ji bo derveyên welêt jî li ser 150 ê TL yê kargo aîdê me ye

Em dikana hemû bajar, navçe, bajarok, tax û gundên kurdistanê ne. Her cûre pirtûkên kurdî wekî çîrok, helbest, roman ferheng, rêziman, wêje, dîrok, teorîk, lêkolînî, olî û pirtûkên zarokan di malperê de bên firotin. Kovarên kurdî hemû jî dê li vir cihê xwe bigirin. Îdîaya me jî ew e ku pirtûkên me di gel pereyê kargoyê dê ji bihayê pirtûkfiroşan erzantir bibe. Pirtûkên di stokê de peyda bibin dê demeke zûtirîn de ji we re bên şandin. Pirtûkên berdest tune bin jî herî zêde hefteyekê de dê bên şandin



05.01.2015 14:22 | xendekî

2. Navnîşana malperê: http://www.pirtukakurdi.com/

Her wiha malper bi sê zimana kurdî, ingilîzî û tirkî weşanê dike.



05.01.2015 14:31 | xendekî

4. venabe. min dixwest jê pirtûkan bistînim lê vêgavê venabe.



23.03.2015 18:16 | simurg56

5. Pir baş e Ku malpereke wisa hatiye vekirin.çimkî li gelek cihên kurdistanê pirtûkfiroş tune ne.bi vê malperê êdî her kes dikare xwe bigehîne berhemên kurdî



27.03.2015 22:15 | cîncoqo

6. Malpera ku xwe têkûz û nû kiriye.

Herwiha kampanyayek jî çêkirine;



Avesta-Newroz %35-40 daxistin

Lîs-Newroz %35-40 daxistin

Nûbihar-Newroz %35-40 daxistin



Pirtûkên bikampanya: Here lînkê



Here lînkê



28.03.2015 12:44 ~12:45 | xendekî

7. malpera ku heke hun bi wan re têkevin têkiliyê û hun bibêjin em ê gellek pirtûkan bistînin buhayan hîn jî dadixîne ye. tew hun bibêjin ji bo zarokan e dadixin buhayên weşanxaneyê yê herî kêm.



min ji weşanxaneyekê jî buhayê pirtûkê pirsî û ji pirtukakurdî jî. buhayê her diduyan gotin wek hev bû. di vir de weşanxane dixwaze hîn bêhtir kar bike an pirtûkakurdî xwe dixesirîne(heqê kargoyê jî heye) min fahm nekir.



13.05.2015 15:09 | berxweda

8. Min wan rojana cara ewil kitêbekî li vir stand, him ji piyase erzantir e him jî bi rihetî gihîşte deste min. Seat nêzîkê çara piştî nîvro min kitêba xwe kirî, seat pênca de mêsaj hate têlefonê min wekî “kitêbê te bi rê ket” sibe seat neha de kargo gihîşte min. Rêya standina kitêba kurdî ya herî hêsan…



15.05.2015 14:49 | mîr

9. xwezî agahiyên pirtûkan (hwd) jî tevlî danustandina wan kirina.



15.05.2015 20:25 | biruya hayao miyazaki

10. weke malperek baş xuya dike.

min sîparîşên (bnr: 3. xelatên tirşikê) ji vê malperê kirin. xwedê bihêle kesê ku derket ser telefonê bi min re bi kurdî axivî û pir eleqedar bû. ji bo tirşikê hinekî ji bûhayê jî kuştin.



14.11.2015 11:21 | simurg56

11. malpera min cara pêşîn tişt jê kirî. weke li jor jî hatî gotin, li gel ku li navçeyeke dur a bajarekê me jî pirtuk di rojek û nîvêde hat ber deriyê min.

destê wan sax be.

vaye pirtukên min standî;

-tirsa bêdiran/helîm yûsiv

-spîtama/rênas jiyan

-1984/george orwell(bi kurdî*)



28.07.2016 17:42 | azadixwaz

12. Malpera înternetê ya firoştina pirtukan.

Min berîya du sê rojan hinek pirtuk jê xwestin nizanim çi halî dene, çi peyam û filan jî ne şandin.
De bi ya xêr...



17.07.2017 18:21 | mijdar

13. Nimreya wan 05315191367 ye, li ser whatsappê pirs û xwestekên we re cewab didin.



17.07.2017 18:31 | mîr

15. Fuara Pirtûkan a Zivistanê a 2. Ya Pirtûkakurdi dane destpêkirin. ne qasî îdefixê be jî daxistinên baş hene li pirtûkan. hingî min qrediya xwe di meha teşrînê *) de li îdefixê tije kir, nikarim nêzî semta wê bim. xwedao! :(

Here lînkê

pirtûkên weşanxaneya apecê ya ji bo zarokan hê jî bûha ne yaw. bibaya ez ê ji xwe re seta morîs û rodî û memo û findo hemû bikiriyana lê mixabin bi xwe ji sedî 20 daxistin dane wê lê, mirov ji bo pirtukekî zarokan ya 25 30 rûpelî bi daxistinî 21 kaxid dibîne ava sar berra paqê meriv dibe ku yên min ew dixwazin rêzepirtûkan in, nabe ku bêyî tevgerekî rêxistinî bêt kirrîn * *



13.12.2017 14:51 ~14:57 | biruya hayao miyazaki

16. malpera ku pirtûk dişîne deveyî welat (ya rastî: derveyî tirkiyê). lê jê re mesrefek mezin ya kargoyê derdikeve tabî.
dema mirov malpera wan vedike, dîrekt teklîfa şîrikbûna ji bo malperê/şîrketê tê kirin. îşelleh ev ne nîşaneya xerabiya rewşa wan ya aborî be. ji ber ku baş dixebitin û valahiyek cîdî dadigirin.



13.12.2017 22:24 | simurg56

17. Min 3 sal berê jî heman tişt otiye lê ez ê ji dubarekirinê xwe venekişim: can in, camêr in, ew li aliyêkî, lê belê divê di malperên xwe de cih bidin agahiyên pirtûkan, bi rêk û pêk û bêkêmasî. niha em nikarin wê dînin ber idefix an kitapyurdu an jî babilê. Wekî mînak çav li wêneya jêr biguherînin, aliyê çep pirtukakurdi ye û a din jî babil.com:

pizdank:
qebûl e, hin agahiyên bingehîn lê zêde kirine, lê belê têrî nake. divê yekî destê xwe biavêje milê navruya malperê. heke hinekî din di nav pergaleke xweş be dê baştir be. (screenshota babil.comê de navê weşanxane nayê dîtin, ji ber ku ev malper di serî de navê pirtûk, li bin wê nivîskar û li jêr jî navê weşanxane rêz dike ku ev navruya babil.comê gelek xweş û kêrhatî ye.)
Here lînkê

navruya niha/berê ya avesta û lîs-ê jî xweş in lê li ber dilê min ya rob389.com pir pir xweştir e.



10.09.2018 20:59 ~21:12 | biruya hayao miyazaki

18. weşanên nameyê ava kirine, gerînendeyê giştî, bawer berşev e, yano pirtukakurdi.com e
adeteke nû înane, pera ji xelkê distînin û pirtûka çap dikin, ez divêm qey naxûnin jî, tiştê ko zora mi çû, çend ro berê hevalkî telefûn kir go pirtûka yekê girtî ê siyasî çap kirine (perîdot-zenda ezer 86 rpl.) ji bo çapê 10 hezar lîre ji malbata kesê girtî sendine, e şaş mam, perekî pir zêde ye.
ev tucar in yan weşanger in?



11.09.2018 18:56 | rojgar

19. ewro hevalkî min bo pirtûka kurdî go: pirtûka kürtçe

(bnr: tirkmanciya aqademîk)



28.05.2019 19:41 | tizbîkêş

20. Ez bawer dikim xwediyê vê malper û pirtûkfroşê zêde zêde çilûz e. Di bêrîka xwe de dûpişk xwedî dike loma newêre destê xwe bike bêrîka xwe. Di platformên cuda de min çendîn caran gilî û gazinan ji wan kirbû lê guh nadin, dibêjin niza em li ser dixebitin niza di nava çend rojan de dê Problem Safî bibe falan û bêvan lê tu problemeke xwe çareser nekirine. Çend car min niyet kir sîparîşa pirtûkan bikim lê ji ber giranî û pratîknebûna malperê Berîya ku pirtûkan hilbijêrim ji malperê derketim. Belkî ji ber sersariya xwe ji firotina barek pirtûkan bûn. Her cara ku ji wan nastînim ji kitapyurdu distînim. Hem versîyona wan a mobîlê ya serkeftî heye hem jî dîzayna wan pratîk e. Emrê min hatiye sîhî ji vê saetê şûnde naşêm bêjim malpera kurdan e, li dewsa tirkan bila ew qezenç bikin... Tew ger ew bala xwe nedin pirsgirêkên xwe, ew xwe nefikirin, vîzyona xwe neyênin pîvaneke bi prensîb wallehin ez hîç xemê naxwim.



23.11.2019 17:03 ~17:07 | ferhenga şikestî

21. pirtûkan zû dişînin Xwedê heye lê ez wê rojê ketime hemû pirtûkên min dixwestin digot di stokê da tune ye!

Ma wisa tişt dibe?

N



24.11.2019 00:16 | gulêê

22. Malpera ya perê ji wan re tê têrî wan nake ya jî hemûyan dixwin. Çaresernekirina pirsgrêkên wan tu carî naqede ez dibêm.



24.11.2019 00:50 | berxweda

23. bi sîparîşa min ya dawîn re, ji bîst heban zêdetir serders jî wek dîyarî şandine. spas. jixwe gelek wenda dibin, loma ev gelek baş bû ji bo min.



30.11.2019 19:58 | simurg56

24. Xweziya lezbûn û pergala wê malperê wekî kargoya wê bûya.



09.12.2019 12:24 | xelîl

25. Ji bo xwedê roja yêkşemê çima girtî ye ?
Ez îro çûm dikana wan a li amedê.
min zîla wan lê da, li ber avahiyê sekinîm sekinîm tu kesî derî venekir. Yekî ji avahiyê derket, ez jî pey wî ketim hûndir, derketim jor. Min li derî xist. Dîsa tu kesî venekir.
Telefonên xwe jî venekirin.

Yanê roja yêkşemê mirov herî zêdetir wext dibîne ji bo herin pirtûkxaneyan. Lê ev jî dikana xwe digirin.
Wele pir aciz bûm yanê.



29.12.2019 18:19 | brusk56

26. Sala 2019



- 51.620 pîrtûk firotine. Nexirab e.
- herî zêde pîrtûk şandine stenbol û mêrdinê. Êdî bêguman mêrdin paytexta bakûr e. Amed bûye tirkmanistan.



18.01.2020 13:29 | cinorek

27. Ji puanên wan rê, min çi jê beşer nekir. 4 sal berê bihayê 2 hezar lire pirtûk kirîn 35 puan dan. Wan rojan bihayê 2 sed lîre kirîn 680 puan dan. Gazina min ji wan re: ji kerema xwe bihayê 2 hezar lîreyî puanan bidin min û malî ava.



18.01.2020 16:43 | dijwarwanî

28. weke ku pirsgirêkên wan bi hinek weşanxaneyan re hene û hinek pirtûk li ser malperrê nayên firotin û xuya nabin



18.01.2020 17:04 | oceancr

29. zaten moralê me bozux e/117080
ji vê kirinên wan fedî dikim.



03.02.2020 12:29 ~12:30 | biruya hayao miyazaki

30. malpera van rojan fûara ferazî ya pirtûkan li dardixe.



27.03.2020 11:22 | hespêsor

31. malpera ku bi mişterîyên xwe re bi tirkî diaxive. berî çend mehan min sîparîşa pirtûkan ji vir kiribû, pirtûk bi qasê mehekê dereng man, ji ber ku di koma xwendinê de bûm û ji ber wan dereng mam, min jî sîparîşê betal kir, çimkî êdî kêrî min nedihat. gotin temam. lê piştî heftîyek-deh roj din, min dît pirtûk hatin. min jî teslîm nestand. mesele çareser bû lê belê di vê pêvajoyê de, bi rîya whatsappê bi wan re di têkilîyê de bûm, her ku min bi kurdî nivîsand, wan an jî wî/wê bi tirkî bersiva min da.
êşîyam.



27.04.2020 22:26 | simurg56

32. her çiqas yek du caran em ketibine qirka hev jî (ne pirsgirekek mezine bû), li gorî min ji ber ku yekem e-malpera cihê pirtukfiroşîye ye û hwd. xwedîyê we jî kesekî hêja û bi qedrê û ji bo gele Kurd xebatên hêja dike. ez nikarim van kesan zêde rexne bikim *



27.04.2020 23:33 | merwano

33. Min jî çendê hanê sê pirtûk ji wan stand. Roja din ez li wan geriyam ji bo guhertinek, çawa min got Elo, yekê got "keremkin".
Herî niha Xebateke baş dikin tiştê ku ez dibînim.



28.04.2020 00:57 | afa

34. Amedê kuçeya hunerê (Sanat) ye. piranî bi Tirkî diaxivin her carî diçe cihekî din.
Carê ji Kocaeliyê hatim Amedê pêşîn min got ez hinek pirtuk bigrim mal eciz nebim.
Digerim digerim dikana pirtukaKurdî nabînim ser înstayê pirsîm min hîn dît min got yaw kekê ma hûn tabelakî lêxin çi dibe wî jî bi Tirkî got "burasi Diyarbekir oxlim" jsjsjs tabela wan hatîye dizîn. ;)



28.04.2020 08:30 | kurdiyan

35. pirtûkfiroşgeh.
Ew malperek xweş e, lê yek ji damezrênerên wê daxuyaniyên bêaqil dike. avahiya xwe zirar dike.
Ez bûm ku ji bo piştgirîkirina pênc pirtûkan emir bikim, lê min bera xwe da.
Ger ez alternatîfek bibînim, ez ê wê ji wir bikirim.



21.08.2020 21:46 | fîriko lao

36. Hinekî dişibe hdpyê.
Bi navê kurdî çêbûye lê zêdetir pîrtûkên tirkî pêş derdixine reklama wan dike.
Disa jî ji tûnebûne rindtir e.



27.08.2020 06:04 ~06:04 | cinorek

37. hespê truvayê
hespê truvayê
qet ji vir tiştek negirin. birêvebir gotinên tirsnak dikin. Bawer bikin ku ew ne Kurd in.
pirtukakurdi.com/126910



27.08.2020 11:09 ~11:12 | fîriko lao

39. qet baweriya min bi sîtên wilo nayê ,
jixwe adressa te wek nimûnê li cem wan e.
ez ji şwîna we bim gava min serîkî li carbekir xist pirtûkê xwe teva bi desta bikirim.



27.08.2020 15:28 | shwinsherm

40. van rojan min ser malpera wan çend pirtûk siparîş kirin ku demeke kin de jî gihîştin mi.
heya niha navan pirtûkan de her tim kevane(ayraç) dişandin wek xelatîyê.
lê vê carê jî nava pîrtûkan de du-se rupêç şandibun ku bona kovîdê tiştek wusa fikirîne.
li maskeyên şandibûn de ew têlên ku ser pozan rudinin tunebû.
hege tiştek wusa fikirîbûn xwezî tiştek pak bişandana ku bihayê maskeyan vê gavê gelek daketîne.



09.09.2020 01:08 | golikvan

41. bawer berşev, Rêveberê malper û pirtûkxaneya Pirtûka Kurdî, rewşa firotina pirtûkên Kurdî jibo rudawê nirxandiye. Gorê agahiyên wî daye Li bakurê kurdistanê sala 2020 rêjeya firotina pirtûkên Kurdî bilind bûye.
Înşalla sala 2021 jîzêdetir bilind dibe.



02.01.2021 10:23 | cinorek

42. min got ez ê çend kitêb bikirim, lê tê bêjî qey bazara îniyê ye, hingî tevlihev e, serê min gêj bû. îja ew reklam çi ne?' min got belkî înterneta min hêdî ye û rûpelê bar nake. lê na! rûpela sereke bûye rûpela afîşên reklaman. bi zorê min xwe avêt ber kitêban.... ji xwe yên kurdî û tirkî ketine nav hev, heta neqandinê mirov dibetile. tew îja wan qedeh û rozet toz û dûman rakiriye... çi karên wan di nav pirtûkan de hene ji bo xwedê?! hûn wiha dewam bikin, aferîn ji we re!

min dev jê berda. hinekî guhên xwe bidin xweşiya dizaynê yaw.



12.05.2021 17:41 | biruya hayao miyazaki

43. Malpera ku ev çend sal e di warê dizayn û rêkûpêkiya malperê de milîmekê pêş ve neçûye. Ku tu navê pirtûka tê bikirî nezanî, lêgerîna kêfî ya ji bo kirîna pirtûkan dibe îşkence. Ev demeke ji wan nakirim. Heta ku hinek xwe nedene hev, ez ê nekirim jî.



12.05.2021 17:56 | xelîl

44. Hama bêje du sal berê Min di vir de pirtukakurdi.com/112398 problemên malperê rêz kiribûn. Lê tevî ku li ser sosyal medyayê ji ber rexneyên min gotibûn em li ser kêmasiyan dixebitin jî bi gavekê jî bi pêş de neçûne. Çimkî wek hemî kesên ku karên kurdî dikin û nebûna bazara kurdî (ne-profesyonelbûna xwe) dikin hincet, ev malper jî kêmasiya xwe dixe stûya nebûna sîstemeke xurt a malperê û dibêje pere lazim e ku em pergaleke xweştir saz bikin. Halbukî di salê de 50 hezar bêtir kitêb difroşin û ez dibêjim qey tu problema wan e maddî nin e. Ger du sê heb raqib peyda bibin ez ê bibînim bê çawa profesyonel dibin.



13.05.2021 00:01 ~00:02 | ferhenga şikestî

45. heke ne ji navê malperê bûya mirov qe fehm nake ku malperekî kurdî ye. jixwe nîvî ji pirtûkên ku difroşin bi tirkî ye, di ser de xwerû û naveroka malperê jî bi tirkî ye. pirtûkfiroşan weke bijarefix.com û epirtuk.com bi qasî pirtukakurdi.com ne mezin in lê belê jê bêhtir dişibin malperên kurdî.



28.05.2021 17:50 | hueyn

46. şerîkeyek wisa ye hem xwediyên wê berika xwe bi saya kurdî tije dikin hem jî her cara ku peyama kampanya dişînin yek kelîme be jî tê de kurdî nanivîsin, bo çi?



06.07.2021 20:58 | ezcan

47. Nizanim çima Bi tiştên tirkî tevlî fuara pirtûkan ya qamişlokê bûne.

Çiftlere Cinayet Dersleri, hmm... ヽ(ー_ー )ノ



02.08.2021 00:27 | asîmanê sêwî

48. ji destpêkê ve şiklê rêvebirinê wan nakeve serê min. navê wan pirtûka kurdî ye lê ji kurdî bêhtir pirtûkên tirkî difiroşin û çap dikin. zimanê bazirganiya wan û ya medyaya civakî giş tirkî ye. taliya talî jî çûne pirtûkên tirkî bi xwe re birine qamişloyê. ka emê meyzênin hê wê çi xwelî li serê xwe bikin ev îşnezanan.



02.08.2021 02:01 | hueyn

49. malpera ku wexta "kürtçe kitap" tê lêgerîn pirtûkên tirkî derdixe;

Here lînkê

wexta li "pirtûka kurdî" digerim jî tenê yekî nîşan dide *

Here lînkê



07.08.2021 14:23 | hueyn

50. Malpera ku min jî 25 pirtûkên kurdî jê kirîn e. Min pirtûkên xwe sîparîş kirin lê, dibêm qey di destê wan de tunebûn û heya 5-6 roja peyde kirin û şandin. Çend cara bo derengmayîna pirtûkan min li wan geriya, canikek derdiket ser telefonê û bêyî ku ez biaxivim ew bi kurdî diaxivî. Lê belê naverok û peyamên wan yê agahdarkirinê bi tirkî bûn.

Werhasil camêran pirtûkên min xistibûn kartonek ku navê malpera wan li ser dinivîse û xweşik wan nixumandibûn ku zirar negihê pirtûka. Ha serê pirtûkê jî yek serdersek jî, jibîr nekiribûn.

Axir, pirtûkên ku min sîparîş kirin li ser malperên wekî din jî hebûn lê biqestî min vê malperê hilbijart ku weha difikirim hem kurd in û hem kurdewar in. Ger rêveber û xwudiyê malperê vê peyamê bibîne, bila bizane ku ev eleqe ji ber kurdbûn û kurdiya wan e. Yan na wan pirtûkan bi bûhayek hindiktir û bi xizmetek bêhtir min karibû peyde bikira. Hêvî hîn bêhtir kurdewar û pispor bibin.



23.09.2021 13:17 | tîrêj zana 21

51. Malpera pirtûkfiroşiyê ya ku min dîsa 4 pirtûk jê kirîne. Pirtûkan di nava 2 roja de dan kargoyê û bi ser de lênûskek nîşeyan a ku wêneyê mem û zîn li ser, wek xelatî şandine.



24.11.2021 00:35 | tîrêj zana 21

52. Ji pirtûkên kurdî behtir pirtûkên tirkî hene* lê baş in. Gelek pirtûkan ji wan kirrîm. Pirsgirek nîne.



28.09.2023 07:53 ~07:55 | horhorik

53. Hêvî dikim ez xelet bim lê êdî malper bi temamî tirkî ye. Vebijarka kurdî hatiye rakirin. * ajahahhs

Sps.



04.10.2023 19:44 ~19:44 | biruya hayao miyazaki

54. li gor agahiyên istixbarata tirşikê wê di demeke nêzîk de zimanê kurdî, elmanî û ingilîzî li pergala malpera xwe zêde bikin. jixwe berî demeke kin pergala malpera xwe nû kiribûn.



04.10.2023 21:59 | xendekî

55. çiqas rast çiqas vir, dibêjin wê navê xwe bike pirtukatirkî.zîç û piştî zimanê tirkî zimanên din jî wekî alternatîf li malperê zêde bike: tirkmenî, uzbekî, tacikî, kirgizî, mongolî. min texmîn nedikir ew malper ewqas mezin(!) be. ne bravo. her ku diçe ji eyar dikeve.



09.10.2023 21:43 ~2023.10.10 00:02 | mirovekirind

56. ji bo vê gotibûn piştî rojanekirina pergala malperê li ser tirkî ew 3 zimanan were zêdekirin: engilîzî, elmanî û kurdî.

texmîn bikin niha kîjanê wan lê kêm e?
dibe ku bersiv di navê malperê de be:/



23.10.2023 00:17 ~00:18 | ciwanzêr

57. Xuya ye amedekirina almanî û yên din ji zimanên kurdî hêsantir û kêrhatîtir e. Belkî jî îstatîstîkên berê (yên wekî tercîhên bikarhêneran bo zimanê navrûya malperê) hêz dane wan ku kurdî betal bikin. Ku texmîn dikim kêm bûye lê dîsa jî wekî kurd hêviya min ev bû ku piştgirî bidin belavkirina kurdî di zeviya torê de. Rexneyên bo naveroka malperê jî di cih de ne. Ji Tirkî mirov nikare yên kurdî bineqîne. Û dîmena heyî û navê malperê êdî li hev nayên. Mixabin. Li aliyê din malpera nû jî negihiştiye asta kitapyurdu, idefix (a kevn) an jî Babilê. Hîn jî agahiyên pirtûkan ya kêm in ya jî tune ne. Texmîn dikim ku malpera nû ne dîzaynekê taybet e lê malperekê ji xwe amedekirî ye.



23.10.2023 08:52 ~08:53 | biruya hayao miyazaki

58. Siteya ku min carekê jî jê pirtûk nestendine ji bo xwendinê ez yekser diçim pirtûkfroşan lê jixwe ez mirovekî modern im* serê xwe bi kaxizan naêşînim zêde (bnr: dengêpirtûkan) heye



24.10.2023 21:38 | qijilyo

59. kurdî Û zimanên din zêde bûn lê ala kurdan çima ne ala rengîn e?
Ev çi ye veca? an ez xelet im?
Here lînkê



25.10.2023 18:18 | horhorik

60. ew kîj şaşaqil e ji bawer berşev re gotî li ser fen û fûtên hilbijartina şirnexê em dişên zikê xwe mezin biken?! qet eybê jî naken! Here lînkê

edît: ji ber nerazînbûnan parveya înstagramê jê birine lê min ss girtibû. Here lînkê



16 roj berê 10:48 ~23:03 | ezcan

61. wana êdî nizanin çawa pere qezenç bikin. tiştên ku ji bo kurdan dibe sîmgeyekî, roja din tu dinêrî çûne li ser îskanekÎ beradayî çap kirine. nahêlin li ser çend roj derbas be. ew tiştekî şerm e. fêdî ji wana nemaye.



14 roj berê 16:46 | renasbutimar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtukakurdi.com

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî