Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 41 peyam
dara benê - tirşik
dara benê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dara "ben"ê yek ji dara herî girîng a axa Kurdistanê ye. Gelek feydeyên wê û girîngiyên wê hene. Nivîskarê qedirgiran muhsîn ozdemîr li ser benê nivîsiye. Her aliyê dara benê nivîsiye. qezwan, qehweya qezwana, sabûna qezwana û hemû di nivîsa wî de ne:



DARA KU BILBIL LI SER AZAD E



Dara ku hûn dibînin dara bitimê ye. Bi sersedema şer û pevçûnên di herêmê de qewimîn ev bist sale maye bêxwedî. Lê hê jî li berxwe dide da ku careke din bilbilê dilxem li ser wê deyne û xemê xwe biwerîne.



Dibe ku nîşanek ya pirsê di serê we de çê bibe, di derbarê vê darê de. Heke hûn hindekî çiyayî bin jixwe ev dar li we biyanî nayê. Heke hûn deştî bin, ezê we hevnas bikim bi vê dara têr xêr û bereket re.

Ev dara ku bûyî derman ji gelek birînan re, bûyî kaniya debarê ji gelek gundên çolteran re, bûyî dendikên şevbûrkên zivistanan û cihê lîs û xemrevîniya bilbilê dildar dara BENê ye. Ji darên ku kezwan û bitim pêve tên re dibêjin BEN



Fistaq (fistiq) li ser vê darê tên fitrûm(aşî)kirin. Benîştê dara benê jî heye û ji bo çêkirina derman tê bikaranîn. Ji bo ku benîştê wê heye dema ku agir pê dikeve zû jî dişewite. Weke dara berû û dara maziyê li ser xweliya xwe hişîn nabe. Ji ber vê li gundên çiya pîroztiyek ya vê darê heye û nayê birîn. Ji dara fêkî tê hesibandin û hema bêje pîroz tê pejirandin.

Ji hemû hişîntiyan bêhtir biberheme û tu darên fêkî biqasî wê pêdiviyên mirovtiyê pêşwazî nakin. Weku fêkiyên hişk, ne sereke jî be yêk ji xemlên bergeşên(sînî)mirovan e. Jixwe dema bayê nû werdigere û soratî cihê xwe ji keskîtiyek zelal re dihêle teyrik û tiyûr jî di nav de hemû zindî cejnê dikin.

Ji tama wan têrbûn zor e.Yên nazik û qayîm jî hene. Dibêjîqey xwezayê hemû dev û dinan fikirîne û wisa afirandine.

Navê berhema(fêkî) ku dikara(qala) wê tê kirin kezwan (kizwan)e. Qehwa kezwanan jî navdar e. Piştî ku gundên çiyan hatîn wêrankirin êdî bi destê her kesî nakeve qehwa kezwanan. Ango nabe nesîbê herkesî. Mixabin êdî bipiranî tama devê dewlemendan xweş dike.

Dibe ku berhema herî navdar ya benê sabûna kezwanan be. Ji şampoana herî biqedir, qedirtir e sabûna kezwanan. Ji serdema Nolotîk bigre heta bi wêrankirina welatê min, ji bo paqijiyê hey



03.01.2015 16:24 | xendekî

2. bena bilind. dema kesek gelek bêhal be nik me dibêjin "qey tu ji bena bilind ketî?". darek pîroz e li herêma me. nayê birîn. heger yek bibire xelk nifînan li wî dikin; tê bawer kirin dê ew belaya xwe bibîne. heger belayek bêt serê kesê dara benê birîyî teqez sebeb birîna benê ye.

ben gelek tê hez kirin. xemla wê pir xweşik e. ji dûr kifş e. qurmê wê stûr û rast, sera wê wek hatî şeh kirin û girêdan bi aheng gilover e. belçimên wê peyîza dereng pêşî zer paşê sor her ku diçe xemrî dibin û zû bi zû narizin.

mêw jî gelek hij benê dikin, ji ber ku behna wê xweş e. çandina benan zehmet e, dehan car hatiye tecrube kirin, gundîyên me şitlên benan çandine lê hişkbûne. ben li erdê nêzîkî benên dî, di xwezaya xwe de şîn dibe.



01.03.2020 02:05 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» dara miradan

Kategoriyên mijarê:: nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî