Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
agit ışık - tirşik
agit ışık
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjek xwediyê dengek nerm e. min berî çend deqeyan bi saya mijara lorîna sibê nas kir û gelek jê hez kir. di înternetê de derbarê wî de hema bêje qet agahî tune.

dengê wî bi min nas nayê, nizanim berê strandiye an na lê baş distire.



25.12.2014 21:37 | simurg56

2. (bnr: kew hêlÛn)



25.12.2014 21:59 | mergehez

3. li ber dilê min qeyda amator ya kew hêlûna ji dev û dengê wî ji qeyda stûdyo-albûmê xweştir e. min hêj guhdarî temamê albûma wî ya nû derketî ya bi navê lorîna sibê nekiriye ji ber wê nikarim zêdetir binivîsim.



26.12.2014 03:12 | endazer

4. dengekî nerm pê de heye, dengê wî aramiyek dide..





28.02.2015 16:51 | ferhenga şikestî

5. par dema pêşangeha pirtûkan ya li amedê, li sumerparkê ahenga wî hebû, ez jî bi tesadûfî lê rast hatim û rûniştim heta dawiyê min guhdarî kir, pêşiya konsertê çend rojan min albûma wî guhdarî kiribû, performansa wî ya zindî jî ne kêmî performansa wî ya li tomargehê ye..

di albÛmê de ji bilî kew hêlûn, stranên semîko, ber derê kî û kî jî gelekî xweş in.

bi mereq li hêvya albûma wÎ ya didoyê me.



01.07.2016 18:30 | endazer

6. Albûma xwe ya duyemîn di 1ê Sibat a 2020an de belav kir.
Navê albûmê (bnr: hez) e, albûm navê xwe ji helbesta (bnr: arjen arî) hez'ê distîne. ev helbest jî di albûmê de hatîye strandin. muzîk ango besteya vê stranê ji alîyê (bnr: mirady) ve hatîye çêkirin.
albûm ji heşt stranan pêk tê. strana bi navê suregul jî bi soranî ye. bi rastî xweş hatîye şîrovekirin, melodîyeke aram di stranê de heye. heft stranên din jî bi kurmancî ne.









03.02.2020 08:39 | lehî baranyan

7. Di vê xelayê de bi hebûna wî serbilind im. Van rojên dawî her sibe bi stranên wî , bi taybetî yên albûma nuh dest bi rojê dikim. Dengekî germ û nerm e.



17.02.2020 02:53 | biaqila malê

8. hunermendê deng û kesayeta wî hev temam dike. Li vê heyamê de hewceyî nirxa wî bê zanin. vê stranê jî diyarî biratiya gelan nakim

..



17.02.2020 09:08 | hector

9. strana gundek ya abbas ahmed çendî xweş gotiye, çendî şox û şeng!



lê çima di albûma xwe ya nû de cîh nedayê nizanim.



17.02.2020 12:19 ~12:20 | endazer

10. dengê wî gelek kubar û bihîs e awazên stranên wî mîna rasthatina bayek îtalî û bêhnek kurdî ye
favorîya min:



13.04.2020 21:16 | lîfikê firaxê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» agit balmiş

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî