Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
çemê çetelê - tirşik
çemê çetelê
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. çemekî sar e *



29.03.2017 15:01 | bûtîmar

2. Çemeke li Agirî ye.



03.04.2018 19:41 | xwelî li ser

3. (bnr: gundê çetelê)



03.04.2018 19:43 | xwelî li ser

4. Çemekî Qereklîs/ Agirî ye. Heya klameke xweş de derbas dibe.

ez herî zêde bi versîyona (bnr: kawîs axa) hez dikim. Hîç ji bîra min naye çend salan berê dema dewleta dagirker a tirkan li cemê çetelê 7 heval kuştibûn ji mizgefta gundê me ev strana danin guhdarîkirin.



04.04.2018 01:13 ~21:27 | jifêzagorda

5. Navê kilama ku dengbêj gevez(dilketiya elî ye) ji devê elî xwarziya ve ji xalê wî evdo begê re gotiye. Çîroka çemê çetelê ku qala serpêhatiya xal û xwarzakî dike, mirov dikare tê de rast li komkujiya geliyê zîlan, li serhildanan, li koçberiyê, li îbo begê parsînê û li evînê bê. Li ser vê serpêhatiyê gelek dengbêjan kilam gotine lê hema bêje tev jî beşên kilama ku yekem car li ser vê bûyerê hatiye gotin in. Vê kilamê jî dilketiya elî, dengbêj gevez gotiye û tê gotin ku kilamek gelek dirêj bûye. Niha du beşên van kilaman hene ku li ser vê bûyerê tên gotin, yek jê kilama çemê çetelê( de xalo) ye ku elî xwarziya dibêje:

De Xalo , xalo çemê çetelê çemekî sar e
Kesî xêrxwazî cewabekî bibe ji xalê min ê evdo begê ra
Destê min di kelepçê de riziyane xalo
Wî de xalo ez girtîme, xerîbiyê...

Û kilama din jî kilama elî xwarziya ye ku evdo begê dibêje:

Elî lo lowa dilê xalê te germa vê havînêê
Elî lawo qidûmê di çokên xalê te de tine ye
Vê sibê tilî û pêçiyên xalê te nagirin merhemekê çê ke bide ser devê kambaxa birînê ye
De rabe, rabe eliyo lo lawo xal bi qurban be
Êla mîra giran e, bête nabe...


Û Carna ez jî wek evdo begê destê xwe didim ber guhê xwe diqîrim û dibêjim
Elî xwarziya vê felekê çima li me ha kir
Çima konê me li serê me de xera kir...



03.08.2020 01:35 ~03:32 | tûjo

6. çemekî ji kosedaxê dertêye.
kosedax, çîyayekî navçeya elajgir an jî zêtkaya agirîyê ye.

(bnr: pel fîlm)ê di kanala xwe a YouTubeyê da di bernameya çîrokbêj da li ser mesela kilama çemê çetelê da belgefîlmeke xaş çêkirîye.





08.11.2021 20:07 ~20:11 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» çemê badîşanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî