Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    tiştên ku mirov kêfxweş dikin - tirşik
    tiştên ku mirov kêfxweş dikin
    (0) (0) (0)
    di mijarê de bigere

    1. bi kurdî axaftina zarokên biçûk û bi taybetî jî yên keçik.*



    2014.12.16-22:42 | xwelî li ser

    2. li ber rûbarekê zelal di gel çaya bi ava kaniyê hatiye çêkirî cixare kêşandin.



    2014.12.17-00:53 | vêca çiyeeee

    3. Gava meriv di metrobusê de ciwanekî dibîne ku pirtûkeke kurdî dixwîne, meriv kêfxweş dibe.



    2014.12.17-02:22 | seydayê_peyvan

    4. helbet 2. xelatên tirşikê



    2014.12.17-09:58 | nazim tolhildan

    5. Evîn e beguman.



    2014.12.17-13:25 | mala te ava

    6. (bnr: çûna pêşmergeyan bo kobanî)



    2014.12.17-16:09 | xendekî

    7. li cafeyek hawadar a stenbolê fîncanek qehweya tehl bi kenekî şîrîn re vexwarin.



    2014.12.25-01:15 | seydayê_peyvan

    8. ligel qedehek şeraba sor a suryaniyan nivîsandina bi daktîloyê.



    2014.12.25-01:17 | seydayê_peyvan

    9. tiştên ku mirovan kêfxweş dikin*



    hezkirin û azadbûna welêt...



    2014.12.25-15:39 | berkeno

    10. li zivistanên sar, sibeh di nav nîvînên stûr de hişyarbûn û dîtin ku sobe hatiye vêxistin û çaydanka ku li ser sobê dikele dike zingezing.



    2014.12.26-00:09 | simurg56

    11. dawiya werzişê vexwarina birayê qet nebe hin caran..



    2014.12.26-00:33 | havka

    12. (bnr: kutan), (bnr: xwarin)

    (bnr: tiştên ku kurdan kêfxweş dikin)



    2014.12.26-00:41 | dijber

    13. (bnr: zivirîna endazer)



    2014.12.26-03:19 | vêca çiyeeee

    14. (bnr: hebûna înternetê di otobûsan de)



    niha ez ji muxlayê diçim stenbolê û dişêm bi pc ya xwe têkevim tirşikê û di bin vê mijarê de dinivîsim.willla ez gelek kêfxweş bûm gelî tirşikvana *



    2015.01.12-22:17 | vêca çiyeeee

    15. kenê zarokekî



    2015.01.12-22:27 | diclefirat

    16. govend, klam, erbane, dahol û zirne.



    2015.01.13-03:47 | brûsk

    17. Di rojên betlaneyê da piştî xwarina taştîyê, berî ku derkevî derve, cilên xweşik lixwekirî û di razanê da dirêjkirî, hejmareka nû ya kovereka kurdî li cem te (kovara kund, ziryab, folklora me, zrîng û hwd.), pênûsek li cem te (ji bo binxêzkirina nivîsaran), derîyê odeyê û şaneşînê li ser pişt vekirî ne. Ba tê. ji bilî bêdengîyê tu deng ji derve nahê.

    Vê çaxê kêfxweşî, rehetî û oxweşîyê ye.



    2019.11.01-14:21 ~2021.12.19 23:30]| mirovekirind

    18. (bnr: xelatên tirşikê 2019)



    2019.11.01-17:30 | cinorek

    dengdanên dawîn (yên din..)
    kurdiya trt kurdî [2]
    kurdîya trt kurdî>Tirkîya min...
    kurdiya trt kurdî [2]
    Kurdiya ku pêşkêşvan dikin ne xirab e lê mêvanên wan rezîl in. To yên ...
    tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [9]
    gelekin , bi sedan textorên tirk ê navdar henin . û gelek endezyarên ...
    ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
    Yek ji wan ez im. Roja kurê min xwededayî û heta naha bi şaşî bê jî p...
    lîsteyên muzîka kurdî [4]
    platformên dîjîtal ên muzîkê ên wekî spotify, deezer, apple music, you...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tiştên ku dema sêrt tê gotin tê bîra mirov
    » mirov di çemekê de tenê carekê dikare avê xwe bike
    » kêfxweş

    Kategoriyên mijarê:: anket
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî