Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 46 peyam
agirê jiyan - tirşik
agirê jiyan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Komeke muzîka kurdî ye.



di Salan 90 an de dest pê muzîkê kir û heta niha pênc heb album derxistin wek:



Adarê (1996)

Hêlîn (1999)

Konsera Harbiye yê (2002)

De were (2006)

Aştî (2014)



Strana Hêlîn a wan Gelekî Hatibû ecibandin, heta Hevalê Minên tirk jî jê zanibû. Gava Din ê min li youtube de Lê Nêrî klîbê hêlîn ê 2 mîlyon car hatiye temaşe kirin, heta emê bêjin çend heb ev stran ser youtube heye dibe ku nêzikê 5 mîlyon Car Hatîye temaşe kirin.



Min Du Car Çûbû Konsera wan a.



di Salan 90 an De jiyana kurda guheriya, mîlyonan kurd li bajaran mezin de cih digirt û terza muzîka wan jî guheriya û politîze bû, êdî bi kilam û stranan klasîk têr nedibûn.



Loma komên muzîka kurdî ya nûjen derket holê



terza muzîka agirê jiyan jî hinekî dişibe muzîka protest, marş û ozgun muzîka Tirkî.

li gorî min Bin Bandora wan terza mane.



Ez şaş ne bim, Navê Komê ne 'agirê jiyan' gere bibûya wek 'agirê jiyanê'



15.12.2014 22:38 | mîr

2. Koma ku me bi strana hêlîn ê nas kir. Û bi strana rehşan û adarê û zer mircan ê domiya.



15.12.2014 22:41 | xendekî

3. jiyan(m) ne rengdêr e, navdêr e, dibe qertafên diyariyê an jî qertafên tewangê bigire bibe agirê jiyanê.. mîna bi kar anîna azadiya welat çewtiyek heye..an jî ya rast mijarek ku li ser gengeşiyan dikin e..bi gotina mamosteyekî dibêjin hin peyvên pîroz natewin, qertafên diyariyê, tewangê nastînin..



15.12.2014 23:28 | havka

4. solîstê komê ali geçimli ye.

di nav komên kurdî yên mûzîkê de karim bêjim ku ya herî serkeftî ye.

min guhdarî albûma wan a dawîn bi navê aşitî kir, albûm ne kêmî albûmên berî xwe ye. di serdema îroyîn de kêm kom û stranbêj karin kalîteya xwe ya berê berdewam bikin, gelek stranbêj û kom hene ku albûmên wan ên nû derketî nahêjin seriyek pîvazekî

neyse dirêj nekim, di albûma xwe ya nû de cih dane straneka rêncber ezîz ya bi navê çira çira, rêncberê rehmetî di strana xwe de gilî û gazindan ji kurdên ku wê demê ulkucu an îslamcî bûn û niha jî bûne zazacî dike, û ji wan dipirse çira çira?

agirê jiyan - çira çira;



16.12.2014 00:02 | uciezkvidyêvp

5. komek ji komên nçmê ye. komeke ku tawîz ji qelîteya muzîka xwe nadin. û ez dikarim bêjim ku sembola dewreke gelê kurd e. bi taybetî jî ciwanên navbera 1990-2010an de kesekî guhdarî nekiriye, hestên xwe bi stranên wan nejîye tuneye.



16.12.2014 13:17 | nazim tolhildan

6. di nav koMên muzîka kurdî de yek ji komên herî serkeftîne. stran û albûmên ku li pey xwe hiştine xwezîya berê mirovê tînin. solîstê komê ali geçîmlî niha li ser youtubê stranên xwe parve dike. heftê carekî bi weşanê zindî tê pêşberê hezkiriyên xwe.
kanala wî: Here lînkê



14.12.2020 00:33 | kajav

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» agirê bidû aşkere ye
» jiyana birûmet

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî