Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
têkoşîn kirin - tirşik
têkoşîn kirin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mucadele kirin.. Lêkera kirina tekoşînê * min heta du sê roj berê jî nizanîbû werê ye. Min wisa bi kar dianî: jin têdikoşin..

minakeke rast:

Jin li hemberî mêran tekoşînê dikin..



09.12.2014 13:50 | mergehez

2. Lêkere û ji bo serkeftiyê hewldan e.. têkoşîn kirin wek hinek lêkerên din, qertafê kêşan a dema niha digir e dibe; têdikoşe, wek lêdan;lê dide,...



01.04.2015 21:19 | ozjan xwenas

3. Lêkera Ku îhtîyaca wê bi lêkera alîkar a " kirin " ê tune ye û ser de jî ew ne tekoşîn e, têkoşîn e. Herwekî:

Têdikoşim

Têdikoşî

Têdikoşe

"jin li hemberî mêran têdikoşin"



01.04.2015 21:33 | ceso

4. ji bela serê tirkmancan rewşa deformebûyî ya lêkera têkoşînê ye

mariv têkoşin nake, têdikoşe..



01.04.2015 21:39 | ferhenga şikestî

5. divê tekoşîn dayîn be



02.04.2015 20:19 | tivirloismail

6. lêkera ku kek ceso serrast kiriye û mixabin dihîne bîra mirovî bê çêkirina peyvan ne karekî hêsan e û ji ber xwe ve tiştan çênekin birano!



22.09.2015 21:40 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» têkoşîna dijî fuhûş û tiryakê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî