Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
qûna tazî tembûrê dixwazî - tirşik
qûna tazî tembûrê dixwazî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. qûna te tazî be heqê te tuneye ji tembur lêxistinê.



(bnr: pîramîda pêdivî ya maslow)



19.07.2013 16:59 | berxêres

2. qûna tazî û tembûr?

qûna tazî ji bo ji gû paqij bibe, avê dixwaze...



20.07.2013 00:47 | devliken kelogiri

3. ez bim, ez ê derpîyekî bixwazim, lê ji qewla tirkan "heyat tercîhtir" heyatim...



20.07.2013 01:09 | keje bemal

4. dewê wî tune ye ji vexwarinê, bi lîmûzînê diçe gû dike.



19.07.2013 17:18 | berxêres

5. nanê bê xwê dixwe tirê şor dike...



20.07.2013 01:22 | keje bemal

6. li ba me bi haweyê,"Nokên bêxwe dixwe tirrên şor dike", dihê gotin



20.07.2013 10:19 | cirano

7.

di strana jan arslan farazî de jî derbas dibe

ev stran şoreşgerê "sanal" rexne dike û dibêje

azadî li derveye rizgarî li derveye

.

di alema farazî herkes ji xwe razÎ

dîsa tembûre dixwaze ev quna tazî..

klib jî gellek xweşe

(bnr: tu pir ğaşiki helaw)

(youtube:

)



21.08.2013 23:35 | çukko

8. navê nivîseka bavê pêlava birîndar, evdile koçer e..



''Siyaseta rih-tazî pîneyên kemalîstî dixwazî



Demokrasiya mal-tazî qet muxalîfan naxwazî



Civaka şilftazî dîktatorên nû dixwazî



Wêjeya berîk-tazî pêşbirkên du sê zimanî dixwazî



Malpera jiqûnaxwerazî pesinandinê dixwazî



Rewşenbîrê jigotinênxwerazî civaka xulamokan dixwazî



Serokê jitextêxwerazî mûrîdên kor dixwazî



Medyaya ji-monologên-xwe-razî xwendevanên xew-kar dixwazî



Mîtîngên çeqçeqok-parêz tirkmancên kulek dixwazî



Saziyên kakil-ne-parêz gûzên pûç dixwazî



Serokbelediyeyê jikursiyêxwe-razî tir û fisên germ dixwazî



Parlamenterê ji-Enqerê-razî helbet Mîsakî Mîlî dixwazî



Civaka qehreman-dixwazî bivê nevê xayînên nû jî dixwazî



Wergera duziman-parêz civata tirkmancî dixwazî



Televîzyona ji-silavûkulavênxwe-razî qebra temaşevanan dixwazî



Kovara ji-tûrkçe-razî kolonyalîzma navxweyî dixwazî



Rêveberê ji-kumê-xwe-razî garana serberedayî dixwazî



Dezgeha qible-ne-parêz tiraliya belaş dixwazî



Welatparêziya titişt-ne-parêz dawa Ergenekon dixwazî



Elîtê jikumêxwerazî gundiyên reben dixwazî



Stranbêjê mîkrofonparêz guhdarên kerr dixwazî



Aştîxwazê şer-parêz trajediyên nû dixwazî



Nivîskarê ji-otosansûra-xwe-razî îmana şêlo dixwazî



Siyasetmedarê reşûspî-parêz rebenên piştkurmî dixwazî



Mamosteyê ji-elîfbaya-xwe-razî zimanê yekgirtî qet naxwazî



Qûna tazî “her dil bir insandir!” dixwazî''



18.09.2013 19:36 | endazer

9. bi ya min bi vê gotinê kurd neheqiyê li qûna tazî dikin.



19.09.2013 02:19 | terkexem

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qûna bavê te qul e
» tazî serşûştin guneh e

Kategoriyên mijarê:: zimandijun kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî