Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mikaîl aslan - tirşik
mikaîl aslan
(9) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. di sala 1972'an de Dêrsim-Xozatê hatî ye dinê. Hunermendekî kurd e. strana zazakî dibêje.



19.07.2013 15:56 | dojeh

2. xwediyê sitrana miraz. fermo, metrisin:





19.07.2013 16:06 | filankes

3. stranbêjek kurd û dimilk.. herwiha stranbêjek kurdistanî û welatparêz.. wekê çend stranbêjên din ên bi dimilkî distirên bi vir û xefk û xapên dijmin û xêrnexwazên kurd û kurdistanê nexapiyaye û naxape.. bi piranî stranên ji derûdora dêrsimê yên li ser zar û zimanê xelkê lê nehatîn tomarkirin berhev dike û di albûmên xwe de distire.. demekî bi stranbêjê tirk erkan oğur re bi ser navê çeşmê dil yanî çavê dil li bajarên muxtelîf yên li bakurê kurdistanê û li tirkiyeyê û li çend welatên awropayê rêzekonsertnin li dar xistibûn û li çend bajarên tirkiyeyê liqayî bertek û êrîşên faşîst hatibûn.. piraniya xelkê ji mûzîka wî ne agahdar bin jî strana wî ya bi navê elqajiyê seh kirine û jê agahdar in.. piştî mîkaîl aslan çend stranbêjên tirk jî zimanê xwe li vê strana diltezîn gerandin û gotin.. heta niha ez ne şaş bim çar albûmên wî derketine:



-agerayiş (veger): di vê albûma xwe ya pêşîn de wekê du albûmên li û xwe zêdetir cih daye kilamên ku devera dêrsimê hatîn berhevkirin.. di vê albûmê de ahmet aslan û beser şahin jî di strana bi navê şiyêyê de bi mîkaÎl aslanî re dibêjin û distirên û lêvedigerînin..



kilamên di albûmê de;

1-movete alamuti- gotin û mûzÎk: mîkaîl aslan

2-gimgimize (gimgimî)- gotin: kamer söylemez, mûzîk: mÎkaîl aslan

3-waştiye re (ji delalê re)- gotin, mûzîk: mîkaÎl aslan

4-barkirin - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

5-hal yamano - gelêrî (dêrsim, facîxe)

6-şiyê( çû)- gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

7-kewraniyê - enstrûmental

8-nînnayê- gotin: gelêrî (erzirom - palo) mûzîk: mîkaîl aslan

9-ganfiday dêrsimî- gotin: malmîsanij, mûzîk: mîkaîl aslan

10-qisawete (qeswet, xem) - gotin: cengîz aslan, mûzîk:mîkaîl aslan

11-ni adirî- gotin: ahmet aslan û n. kaygusuz, mûzîk:ahmet aslan

12-agerayîs (veger) - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan



- kilîtê kou (mifteya çiyayan): albûm navê xwe ji gotineka navdar a tarîxî ya serokeşîrê eşîra demanan distÎne.. di komkujiya 1938'an de serokeşîr piştî ku têk diçe ji b têkçûna xwe vebêje dibêje ''mi kilîtê kou kerde vindî'' yanî ''min mifteya çiyayan wenda kir an ji dest xwe da''.. ji xwe kilamên di albûmê de jî hema bêje hemû li ser êş û elemên vê têkçûn û vê wandekirinê ne.. dîsan di kilama bi navê de be wayîroyê de ahmet aslan jî pê re dibêje û distire..



kilamên di albûmê de;

1-tewt (navê ku di cemên elewiyan de ji rêûrismên zikrê re tê gotin)- gotin: kamer söylemez, mûzîk: mîkaîl aslan

2-saya sure (sêva sor) - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

3-ya xizir (wwa xizir)- gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

4-hêştirê araratî (hêsirên araratê) - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

5-tew lê - gotin, mûzîk: mahmut baran

6- dîlbera dêrsimî - gotin, mûzîk: hüseyin doğanay

7- kilîtê kou (mifteya çiyayan)- gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

8- heq şî (xwudê çû)- gotin: hawar tornecengî, mûzîk: mîkaîl aslan

9- kirmanciyê - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

10-remayîsê munzirî (reva munzirê)- mûzîk: mîkaîl aslan

11-de bê wayîro (de were xwedî) - gotin: kamer söylemez, mûzîk: mîkaîl aslan



- miraz (haveyn, hevîrtirşik): di vê albûma xwe de mîkaîl aslan cih daye hêmayên baweriya elewîtiya dêrsimê û behsa serpêhatî û serencamên rêya mirovên ku ketine ser rêya insanê kamil de dike.. di vê albûmê de jî di çend kilaman de aynur doğan û zele melle bi mîkaîl aslanî re dibêjin û distirên..



kilamên di albûmê de;

1- xatûnê - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

2- elqajiyê - gotin, mûzîk: gelêrî

3- aşkın şarabı (şeraba eşqê) - gotin, mûzîk: alîşêr efendî , solîst: aynur doğan

4- miraz (haveyn) beyta 1em.

5- miraz (haveyn) beyta 2em.

6- miraz (haveyn) beyta 3em û 4em.

7- le dezawo (pismam) - gotin: gelêrî

8- zerê mi (dilê min)- gotin, mûzîk: hüseyin ayrılmaz

9- canım efendim- gotin, mûzîk: firîk dede

10-mi rê çı ke (ji min re çi ye, min çi jê ye)- gotin: kamer söylemez, mûzîk: mîkaîl aslan

11-dara gozê - gotin: doğan munzuroğlu, mûzîk: mîkaîl aslan

12-(vbnr: connections- remayişê munzirî
(enstrûmental)



-zernkut (sîmya) di dimilkî de zern zêr e û kut jî wekî di kurmancî de kutan e.. zernkut yanî yê ku zêran dikute an kar pê zêran dike.. li gorî ku mîkaîl aslan qest û wate ji vî navî ev e: di vê albûmê de bi hesasiyet û hestiyariya sîmyagerekî bi dû nêçîra kilamên jibîrçûyî û jibîrûyî ketiye û tişta bi dest ketî anku nêçîrandî ji toz û tirabêlka zemên paqij kiriye û berpêşî guhdaran kiriye.. di vê albûma xwe de cih daye kilamek kurmancî ya ku çaxên berê ji radyoya yêrêvanê bihîstî bûye.. herwiha di albûmê de ji bo nivîskar û rojnamegerê ermenî yê ku bi destê faşîstên tirk hatî qetilkirin jî kilamek heye..



kilamên di albûmê de:

1- bimire esqê mi - qese: kamer söylemez. mûzîk: mikail aslan

2- îqrardar - qese û mûzîk: mîkaîl aslan

3- bêsebeb - qese û mûzîk: mîkaîl aslan

4- dayika delal - gotin û mûzîk: paşayê efo (yêrêvan)

5- gulîzarê - doğê kêwcî (dêrsim)

6- way way nînna - qese û mûzîk: rençber azîz (çewlîg)

7- berteng (şêmûg) - qese: kamer söylemez. mûzîk:mîkaîl aslan

8- mijdanî (mizgînî) - qese: kamer söylemez. mûzîk: mîkaîl aslan

9- dûrî mendo (dûr mam) - qese û mûzîk: hüseyin ayrılmaz

10-yara mi - qese:hıdır çelik (xidirê muska - gimgim), mûzîk: mîkaîl aslan

11-mele me (merhema min) - qese û mûzîk: gelêrî (qocgirî / sêwas)

12-dilo dilo - qese û mûzîk: rençber azîz (çewlîg)

13-sbidak badankov ağavnin (kevoka kirasspî) - qese û muzik: mikail aslan solîst:ilda simonian



19.07.2013 17:43 | endazer

4. Yabo ev çi diqîre? Wele tiştekî ji devê wî fahm nakim û tu yê sûnd bixwe pisîk e û ketîye bin tekerên terextorê...



20.07.2013 01:12 | keje bemal

5. wî wî wî! biborin, min jî qey ahmed aslan e, lê ev mikail aslan e. De tişt nabe, wa ji paşnavê wan xuyaye pismamên hev in...



20.07.2013 01:15 | keje bemal

6. li gorî nûçeyeka rojnameya rûdawê albûma xwe ya heftemîn ya bi navê xozayê derxistiye..



''Piştî sê salan Mikaîl Aslan bi albûma xwe ya nû bi navê “Xoza“ derket pêşberî guhdarên muzîka kurdî. Xoza peyveke kirdkî (kirmanckî) ye bi kurmancî tê wateya “xwezayê".



Derbarê naverok û navê albûmê de, Mikaîl Aslan got: “Li cem me zevî salekê diçandin, salekê şov dihiştin. Ango piştî saleke westanê, salekê rehet dibe, her cureyê giya li ser erdê hêşîn dibe, ji bo xwe derfetên jiyanê dibîne. Erdê ku serbest tê berdan, xwe vedijîne. Di wan demên dawî de însan li hemberî xwezayê bêyî însaf û berpirsyarî ne, li gor kêfa xwe, ji bo berjewendiyên xwe xwezayê wêran dikin. Dîsa di wan salên dawî de dewlet dixwaze li Dêrsimê bendavan ava bike, ango berê avê bigire, ziyaretên me hilweşîne, bi giştî xwezaya Kurdistanê wêran bike. Ez pirr di jêr bandora wan kiryaran da mam. Bi hilbijartina vî navî û klamên albûmê min xwest ez bala guhdaran bikişînim ser xwezaya me.“



Albûma “Xoza“ albûma Mikaîl Aslan ya heftemîn e. Wek albûmên din jî, Mikaîl di vê albûma nû de jî pirranî stranên kirdkî distire, lê straneke tirkî û straneke kurmancî jî di albûmê de hene.''



23.07.2013 02:17 | endazer

7. dengê dêrsîmê



24.07.2013 17:48 | arami

8. di albûma xwe ya dawîn ya bi navê xoza de bi strana çu çem e ji milkê dil baqek silavên kurdistanî li dengê xwe kiriye û verê kiriye ji bo feqîr xidir û tehsîn xidir..

mîkaîl aslan:



feqîr xidir û tehsîn xidir:



28.09.2013 11:24 | endazer

9. li gorî min baştirîn muzkejenê zaza-strên -ev te'bîr çê bû, ne bû ne emîn mi; heke nebûbe biboriN.



29.09.2013 03:34 | seydayê_peyvan

10. elqajiye



29.09.2013 20:24 | newenda

11. serkêshiya kovara "ma" dike, ku kovareke xwerû kirmanckî ye û rêyeke azade ji kurmanciyê dide ber xwe..



11.01.2014 23:55 | gordereş

12. bi musÎk Û kultura xwe dengekÊ kurdistanÊ yÊ pir giring e. lÊ belÊ ne kurdÊn elewÎ ne jî apociyÊn me yÊ kemalÎst qıymeta wÊ nizanin.

klameka wÊ yÊ ez herÎ zede hezdikim, daye hal yamano:





30.01.2014 07:38 | cinorek

13. (bnr: çi çem e)



08.02.2014 07:10 | endazer

14. stranbêj û mûzîsyenê ku li ser hesabê xwe yê facebookê daxwuyaniyek wiha daye: https://www.facebook.com/mikailaslanofficial/posts/629362960433728



wisa dixweye ku pkk anku qeşmerên ku bi ser navê pkkê hereket dikin piştî navên wek şivan perwer, delil dilaner, nizamettin ariç, mikail aslan jî êxistine di lîste û deftera xwe ya reş de..



19.02.2014 02:32 | endazer

15. stirana "remayise munzuri" ku di nav albûma "kilite kou" de ye pir xweş e. gelo konsêreke wî ya li diyarbekirê pêk bê an na meraq dikim.



23.05.2014 11:24 | kurê xelkê

16. ji albûma wî ya vê dawiyê ya bi navê xoza bi navê adirê zerra ma (agirê dilê min) stranek heye ku erkan oğurê cinnetî jî bi gîtara xwe ya bêperde hevaliyê pê re dike, mirov ji guhdarîkirinê têr nabe.. ji bo vê stranê vîdeoklîbeke xweş jî çêkirine, stran jî gotinên stranê jî vîdeoklîb jî erkan oğur jî, mîkaîl aslan jî paşvokala jin a ku navê wê nizanim jî tê bêjî qey vê stranê bistirên hatine dinyayê..



mÎkaîl aslan & erkan oğur :





'adırê zerrê ma, êndi têv madê

barsê pêtaga ma, qurdi mekerê



adırê zerrê ma, êndi têv madê

barsê pêtaga ma, qurdi mekerê



warway şiyu Koyê Duzgıni

kaleka jiyare de qısleyi

dewa Kalmemi u Kureşi

mı ebı çıla sayekerd hêga u mergi

budela fetelino ebı kurasê şayi

dewa Kalmemi u Khureşi



adırê zerrê ma, êndi têv madê

barsê pêtaga ma, qurdi mekerê



Gola Çetu vana, "şiya wê çıla ma

bıxuse çemê ma, vengê to kami bırna



Gola Çetu vana, "şiya wê çıla ma

bıxuse çemê ma, vengê to kami bırna



hela berê no çı kewrano

verê Kanu de çem gureto

ostorê budelayi cıra remeno

budela vano "lalawo persmekerê

ma herdê xo roto medağê çemi weme

vereniya çemi gureta awe kerde lêle

qıler u qertisê ma veciyo gılê dareé



Gola Çetu vana, "şiya wê çıla ma

bıxuse çemê ma, vengê to kami bırna



adırê zerrê ma, êndi têv madê

barsê pêtaga ma, qurdi mekerê



adırê zerrê ma, êndi têv madê

barsê pêtaga ma, qurdi mekerê



adırê zerrê ma, êndi têv madê

barsê pêtaga ma, qurdi mekerê'



gotin û mûzîk: mîkaîl aslan



23.05.2014 12:04 | endazer

17. albûma wî a dawîn (vengê royi) îro di deezer û spotify'ê de cihê xwe girtiye. albûmeke xweş bûye dîsa.



http://www.deezer.com/album/9862452





08.04.2015 12:00 | kurê xelkê

18. Hunermendekî dêrsimî ye. Pirranî bi Zazakî distire. Xwediyê dengekî xweş û helwesteke kurdewar e. Vê taliyê albûmeke nû derxist. Ev strana wî ji wê albûmê ye:

Mel şî:




21.12.2019 11:30 | xeyda

19. Di konserta xwe de gelek balkêş bû. Enstrûmentê cûr bi cûr lêxist. gel wî Cemîl Qoçgîrî hebû. Beşek enstrûmantal bî gîtarê konsert gelek geş kir.



21.12.2019 17:46 ~17:47 | rizgarm

20. Stranbêjekî kurdê zaza ye. Min dereng dengê wî naskir ji ber vê yekê ez xemgîn in. Her wiha qeşeng e jî *



21.12.2019 18:04 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mikaîl aslan
» aslan asker şvayk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî