Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 18 peyam
    wall-e - tirşik

    Wall-E filmeke anîmasyon e. Lê ev nayê wê wateyê ku ji bo zarokan e. Na, bêguman ji zarokan gelek zêdetir ji aliyê mezinan ve hatiye temaşekirin. Lehengê fîlmê robotekî biçûk e ku piştî goça mirovan a...
    (6 şîrove)
    wall-e
    (4) (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. fîlmeke anîmasyonê ye. min berî çend salan wergerandibû kurdî û binnivîsa wê ya kurdî li wergerine.comê weşandibû. lê mixabin lînka wê naxebite. dema min kontrol kir, min dît ku binnivîs ji arşîvê wenda bûye. min li yêdekên berî salekê fîlan jî nêrî lê tune bû. mixabin binnivîs niha wenda ye.

    ger li cem tişikvanek hebe û ji me re biîşîne, ez ê gelek bextewar bim.



    2014.12.02-18:02 | simurg56

    2. anîmasyona herî rind ê pixarê ku 2008an de hatîye amadekirin..

    http://www.imdb.com/title/tt0910970/












    2014.12.02-21:25 | rûbar payîz

    3. Filmê ku anîmasyon e. Mijara wê wextê mirovahatîye dinya terk kiriye, wall-e tiştê mayî didê hev. Rojekê evîndara wî tê, evîniyeke pir pir şêrîn dest pê dike. filan ez spoilera nedim.



    2018.03.03-11:19 | tililili

    4. dema min navê fîlmê li deşta tirşikê dît, min ferq kir ku ev fîlm ji bo min muhîm e, çimkî heke di bîra min de şaşiyek tunebe, fîlma pêşîn e ku min bi hezkiriyekî xwe re temaşe kiriye. ya rast, me dest bi temaşeyê kiribû lê xortaniya me îznê nedabû me*. nayê bîra min, ka piştre min temam kir an nekir. ji ser wê deh sal derbas bûye... waa.



    2021.05.13-21:18 ~21:19]| biruya hayao miyazaki

    5. fîlmê ku min heya nêvî wergerandibû kurdî lê min bêhemdî werger jê bir :(



    2021.05.13-21:44 | keyomerd

    6. Fîlma min a favorî ye, dikarim her roj temaşe bikim.

    Her çiqas fîlm wek honaka zanistî ya dîstopîk bixuyê jî bi min fîlmeke evînê ya ûtopîk, jidil, xwenezirkirî û qehremaniyê ye ku em ji mem û zîn ve heta niha şahît nebûne. Ew çi paqijî û safî ye ku wall-e, ji qirêjî û xirabiya mirovahiyê derdixe û li pêşberî eve'a delal radixe. Ew çi wêrekî ye di nav safîbûn û bêhaydarbûna wall-e'yê sade de xwe xef kiriye ku ew bêyî sekinîn û pelikandin xwe diavêje di nav xetereyeke mezin de da ku eve'a şêrîn ji destê otopîlotekî bêwijdan xelas bike û wekî di fîlma singin' in the rain de bi hev re dans bikin û bicoşin.

    Axx wall-e'yê min ê xeyalperest û romantîk, Xweziya te û ya min...



    2021.05.14-03:13 | xelîl

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kesên ku diwarên odeya wan tijî poster, afîş û nizamçik in [6]
    (bnr: kurdê ku odeya wê/î heye) *...
    denîz poyraz [1]
    ew kes e ku beriya salan ji bo jineke bi navê dilan kortak a j...
    17.06.2021 li îzmîrê êrîşa terorî ya li dijî hdpyê [1]
    em ketinê rêzê û li hêviya dora kuştina xwe ne. dê kengî dor were me? ...
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
    Ezê herim nav bexçê gûlan- Erdewan Zaxoyî
    ...
    xemakê [6]
    Nivîskara di vê peyamêde shorbevan/130819 hizkirina xwe piçek be jî jiminre ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » wall-e

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî