52893. Navê helbesteke nazim hîkmet e. Navê wê yê resen bir ayrılışın hikayesi ye. Kurdiya wê:
Çîroka Jihev Veqetînekî / Nazim Hîkmet
Mêrî ji jinê re got:
-Ez hij te dikim,
lê çawa?
wek qeteke camê ya di nav kefa destê min de
dilê min biguvêşî
tiliyên min xwînî bikî
bişkênî
dîn û har bikî
Jinê ji mêrî re got:
-Ez hij te dikim
lê çawa
bi kîlometran kûr, bi kîlometran ripîrast,
ji seda sed, ji seda hezar û pênc sed
ji seda bêsînor carî sed...
Jinê ji mêrî re got:
-Min meyzand
bi lêva xwe, bi dilê xwe, bi serê xwe;
bi hijêkirin, bi tirs, bi tewandin,
ber bi lêva te, ber bi dilê te, ber bi serê te ve.
Niha çi dibêjim
Hemû te fêrî min kir di tariyê de wek kurtepistekî...
Û êdî
dizanim:
Axê
Wek dayikeke rûroj
Herî dawî, zaroka xwe ya herî şirîn mijandiye...
Lê ka çi bikim
pora min aliyaye
bi tiliyên ê dimire
ez ê serê xwe xilas nekim Kabil
ne!
Tu
divê bimeşî
li çavên zaroka nû xwedê dide
binêrî û bimeşî...
Tu
divê bimeşî
dev ji min berdî û bimeşî
Jin kerr bû
Xwe avêtin hev...
Pirtûkek kete erdê...
Paceyek hate girtin...
Ji hev veqetiyan...
Nazim Hîkmet Ran
Wergêr: Rênas Xendekî
|