Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
mizgîn ey şehîd - tirşik
mizgîn ey şehîd
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê straneke xweş ya hesen şerîf e. cara yekem min ji pêşmergeyên kobanê bihîst pişt re jî gelekî kêfa min jê re hat. ji loma ye rojê bîst caran lê gûhdar dikim.

versiyona pêşmergeyan :



û ya hesenîkê şerîf:





30.11.2014 10:08 | oxir

2. Strana ku gotinên wê halê ne:



Mizgîn, ey şehîd roja me helat

Bere xwîna te azadî xelat

Dagirker nema şadî bo me hat

Ken û bişkuvîn dagirtî welat



Rabe ji xewê çavê xwe veke

Ji nava gorê serê xwe rake

Cîhan bihar e, li dor xwe mêze'ke

Mizgîn me anî, xwe xembar neke



Ev çepera te baxçê gulan e

Li dor gora te şahî û dîlan e

Qîz û xortan te li hev civiyane

Alaya rengîn bilind hildane



Me her li bîr e, şer û cenga te

Mûzîk û stranên tivinga te

Dijmin xwe negirt li ber singa te

Xayîn direvin ji ber dengê te



Ji bo helbestan (bnr: asoya helbesta kurdî)



30.11.2014 16:39 | xendekî

3. stran û helbesteke divê di facebookê de bê parve kirin. yanê ew qasî xweş e haa*



01.12.2014 11:38 | nazim tolhildan

4. helbestekê rizgar kêsteyî ye, hesen şerîf di 2004an de sitrandiye û ji nava albûma mizgînî weşandiye. lêbelê cengiz yazgi herimandiye.



20.04.2023 03:19 ~03:21 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» mizgîn
» şehîd şervan muslîm

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî