Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; pêkenokên kurdî
peyamên çepikkirî

23848. rojekê polîsek dema ku di rê de dimeşe, rastî zarokekî tê. zarok bi herîyê ve tiştan çêdike. polîs ji zarokê dipirse: kuro tu bi herîyê ve çi çêdikî?

zarok: ez polîsan çê dikim.

polîs: ka tu çawa çê dikî?

zarok: ez herîyê tev dikim, avê tev dikim, çêre tev dikim û gû tev dikim dibe polîs.

dûv vê bersivê re polîs hers dibe û berî zorokê dide.

sivetirê polîs heman cîhê de rastî zarokê tê. zarok dîsa bi herîyê ve dilîze.

polîs: kuro tu îro çi çêdikî?

zarok: ez îro parêzer çê dikim.

polîs: tu parêzerê çawa çê dikî?

zarok: ez herîyê tev dikim, avê tev dikim, çêre tev dikim dibe parêzer.

polîs: tu çima gû tev nakî?

zarok: ez gû tev bikim dibe polîs.*



08.06.2013 00:32 | simurg56

51600. di gundeke kurdistanê de mirovekî dîn hebûye. dîno her roj diçe qehweya gund û ji qehwevan re dibêje "gelo çaya te ya cemidî heye". her carê qehwevan heman bersivê dide û dibêje "na welleh, çaya cemidî tuneye". lê dîno dîsa jî bêzar nabe û her roj heman pirsê dipirse. rojekî ji rojan qehwevan difikire û dibêje "ev dînê dîsa were û yê çaya cemidî bixwaze, vê carê ez çayeke bi dem çekim û têxim sarincê. bila çay bicemide û dema ku dîno xwast, ez bidim e". demekê şûn de dîno tê û dîsa dipirse;

dîno; çaya cemidî heye?

qehwevan: erê bavo, vê carê çaya cemidî heye.

dîno: de germ bike em vexwin.*



08.06.2013 00:32 | simurg56

63633. li gundekî her roj gundî li dor mala mele dicivin û meleyî ji wan re dibêje:

-kesên ku kirasekî bidin yekî belengaz, roja qiyametê xwedê deh kirasan ji bihûştê dide wan.

rojekî mele kirasekî nû ji xwe re didirû û dide keça we, dibêje:

-vî kirasî bibe malê, ez dixwazim roja cejnê li xwe bikim.

haya keça wî ji şîreta meleyî heye. rojekî yekî belengaz tê devê deriyî. keça meleyî dinêre ku kirasekî zivarî lê ye. dilê keça meleyî pir bi wî dişewite. radibe kirasê bavê dide wî.

roja cejnê tê. mele ji keça xwe re dibêje:

-keça min, ka kirasê min bîne ez li xwe bikim.

keç dibêje:

-min li ser şîreta te kirasê te da yekî belengaz.

mele diqehire û dibêje:

-hey keça kûçikan. ez ji bo kirasê xelkê dibêjim, ne ji bo kirasê xwe!



08.06.2013 00:32 | simurg56

65657. niha vê pêkenoka bi kurtasi ezê binivîsim rastîye. amojin / jinapeka min rojimêr/teqwîma wan sona salê da wextê teqwîm diqede ji wê şitrê qey gere neqede ewjî ne razîbûna xwe dide nîşan dibêje; ne ji van sengê malê me (der û cîran) a viya ewê vê teqwîma me ewê têra sê çar sala bikira.



27.10.2013 00:18 | endazer

66721. rojekî yekê pir qesîs û kund û çavteng ji xwe re pêlavekî dikire. Û ji bo ceribandinê dike lingê xwe û berê xwe dide nav zeviya xwe. Tam dikeve nav zeviya xwe baraneke xweş lê dike.

ew jî nizane çi bike li dora xwe dizîvire dizîvire û berê xwe dide xwedê û dibêje:

"Xwedêyo ez bêjim baranê bisekinîne wê zeviya min hişk bibe, ez bêjim baranê xweş bike wê pêlava min an nû biqete, hema an baş tu ruhê min bistîne!" *



07.06.2013 18:27 | brusk56

66742. jina mêrik, wî bo zorê dişîne mizgeftê ji bo nimêja sibehê.

mêrik bê dilê xwe radibe diçe û dibîne ku mizgeft girtiye hîn venebûye hema berê xwe bi jor ve dike û dibêje:

oy xwedayo baş e ji te bû ne ji min bû!!



27.10.2013 00:13 | endazer

68082. edît: di serîda bêjim dibe ne pêken bejî

reşşik meşşik tinene temam.





endamekî partîya dehapê bûyê ne ew bûye ez nizanim dibe virbe dibe rastbe

rojek dertê ser dikê o diaxive ey xelqê minî bi rûmet û bi qimet... dîya we dîyamin bavê we bavê min birayê wê birayê min xwûşka we xwûşka min o bi dilê xweyî saf dibêje jina we jina min. hevalê wî divîne evya zêde pêda diçe evya mudahele dike bi dizî jêre dibê hişş başkan te em rezîl kir. başkan jî firên teqîyaye carek ka indî disekine xwe lihev badide o dibê hişmiyorumm! hişmiyorum! hiştik kiştik bu halere düştük.



27.10.2013 00:18 | endazer

68410. Smaîlê dîn rojeke biharê di ber çemê Amûdê de diçe û kera xwe li wan deran diçerîne. Smaîl dibîne ku çend ciwan li wir rûniştine kêf û seyranê dikin, meyê vedixun. Yek ji wan ciwanan bang li Smaîlê dîn dike û dibêje: Xalê Smaîl de ka tu jî qedehekê bi e re vexwe lo. Smaîlêdîn dibêje: kuro lawo hûn vedixun ji bo hûn bibin wek min, ez vexwum ez ê bibime wekî kê.



29.06.2013 02:59 | endazer

81887. pêkenokên yek ji wan jî eve:



yekî mesîhî û misilman li bahevin bi hevra mijûl dibin dipirse dibêje:

- misilmanetî çewaye?

yê misilman jî dibêje:

- divê meriv limêj bike, araqê venexwe, zînayê neke, rojî bigre.. yê mesîhî jî dipirse dibêje:

- niha îro em bihevra çûn meyxanê te araq vexwar, min nedît te limêj jî kir, em çûn te ji qîzikare jî negot na.. niha tu jî misilmanî?

yê misilman dibêje:

- lê elhemdûlîlah ez jî misilmanim. yê îsewî jî dibêje:

- ger wisabe elhemdûlîlah ez jî misilmanim haya min jê tune.



27.10.2013 00:18 | endazer

82743. pêkenok an meselokên yek ji wan jî eve:



qîzikî û dîya xwe heroj hindir simnikdikin/paqijdikin, bûka wan jî hê nûne ew jî rûdinê li wan temaşe dike qizik û dîya xwe tên ba hevdû dibêjin wiha nabe sibehê ez û te emê lihevxin ezê bibêjim tuyê hindir paqijbikî tuyê bibê jî na tu paqijbike wê demê dibe ku bûk jixweber fehm bike bibêje ezê paqijbikim... werhasil dibe sibeh qizik û dîya xwe simnikê dabêjin ba hevdû qîzik dibêje tu dîya wê dibêje kafir kuştîbe tuyê pakijbikî.. neh deh deqe dikin hole hol bûk tê nava wan dibêje derdê we çiye..? ew jî dibêjin hal û mesele eve: qizik dibêje timî ez hindir paqijdikim.. dîya wê dibêje na ezdikim bûk jî dibêje hûn ji bû vî lihevdixin dibêjin belê bûk jî dibêje rojek tu paqijbike rojek ew/îro tu sibehê ew.



27.10.2013 00:18 | endazer

84002. yek ji wan jî ev hinek bêedevîye li gorî berbi jêrde herin ger -18 bî livir bise!:



rojek merivek kerekî tîne daku di kerêne werhasil kerê tîne girê dide û êlekanekî çêdîke xwe êlekan dike dema xwe êlekan dike diçe xwe li kerê dixe.. dema karê xwe di qedîne poşman dibe dibêje yarebî tu min efû bikî ez berbayê şeytan ketim, şeytan jî dertê dibêje xwedê rûyê te reşbike! bixwedê tiştê ku tu fikîrîyî û kirîye nayê hişêmin jî *



27.10.2013 00:18 | endazer

124200. Rojek hinek mirov û feminist dertên qadê dicivin jibû zordarî û kotekiya li ser jinê protesto bikin, herwiha protesto dikin yek jî ji nava wan di qehire û ji nava serê xwe bi dengek bilind dibêje ezê di jina mêra nim! :


Hişyarî ; neyetek xirab têde tune ev pêkenokeke an ne kenoke bikenin û derbasbibin.



27.10.2013 00:18 | endazer

125438. ev pêkenoka pêkenokên kurdî/125369 versiyonek din hanî biramin. Dibe min di bin mijarek xwedê bizanibe de nivîsandibe dîsa bira li vir jî hebe.

Rojek mêrikek berê xwe dide palê, diçe nîvê palê bidengek bilin dişihite(tir dike) jê şitrê qey yek li peye an pêreye ew jî dibêje mala xweyê extiyariyê bişewite.. li dora xwe dinihêre dibîne kes tune cardin li xwe diborîne dibêje welleh jixwe tu ji berêde ew tirekî *



27.10.2013 00:18 | endazer