Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
piyangoya neteweyî a sersalê - tirşik
piyangoya neteweyî a sersalê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pereyê ku dewleta tirk her sersal carekî dide ye. kifş bûye kû ya îsal 50 milyon tl ye.



(bnr: nimet abla)



29.11.2014 19:01 | nazim tolhildan

2. buyera ku her sal dibu sedema kêfxweş-buna min. ji ber ku dema amortî ji bo bilêtên bapîrê min derdiket, dianî dida me û perê dima ji me re. lê êdî ew jî bilêt nakire û em jî ji bo wergirtina wan bilêtan zêde pîr bune.



30.11.2014 00:33 | azadixwaz

3. min di sê salên borî de kirî. carekî amortî lêxist. hew. du cara ewil ji nimet ablayê kirîbûm. lê bênamûs nebû qismet.



30.11.2014 00:57 | biruya hayao miyazaki

4. tişta ku her sal dibe hêvî ya milyonan kesan e. ji bo gelek kesan jî dibe sedema xirab bûna tenduristiya derûnnasî. lê gelo pere, tenduristî û bextewariyê tîne yan na?

(bnr: pere vs tenduristî)



30.11.2014 14:31 | nazim tolhildan

5. (bnr: kîjan netewe?)



05.05.2018 23:21 | jifêzagorda

6. A ku li gor misilmanan heram e.
Li eskişehirê bi dirûşma "piyangoya neteweyî heram e" çalakî li darxistine.

https://twitter.com/ensonhaber/status/1211283277576884224?s=19



29.12.2019 18:44 | brusk56

7. Civaka misilmanan bi rastî jî tam vala ye.
Yanê li welatek weke tirkiyê ku, her sal bi sedan jin tên kuştin, destdirêjiya zarokan tê kirin, hikumat diziyê dike, mafê mirovan binpê dike, zirar didin xwezayê, îşkence li ajalan dikin û hwd; civaka misilmanan ji bo piyangoya neteweyî çalakî dike.

Bela xwe dane pîroz kirina sersalê.
Ew xwedayê hûn jê bawer dikin, qet aqil nedaye we.



29.12.2019 18:48 | brusk56

8. min nîyet nebû bikirim, lê dawîya vê hefteyê ez çûm Amedê, hevsera min jî behsê kir, me jî ser xatirê kurikê xwe yê ku heta 4 mehan wê bê dinyayê yek kirî. min nemeyzandîyê nimareyên wê jî; heta eşkere bibe bêhna fireh em ê lê meyzênin.



29.12.2019 19:05 | xendekî

9. Tiştek balkêşe ku heçî kesê pîyangoya mezin bidest xistîbe perîşan buye yanî her tim mînakên xirab tên rojevê. Ku encamek baş heba îlleh wê derketa rojevê an jî ew kesên ku pîyangoyê diparêzin da bikin nuçe .



29.12.2019 19:23 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» piyangoya neteweyî a sersalê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî