Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
ji trafîkê re vekirina kolana hunerê - tirşik
ji trafîkê re vekirina kolana hunerê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. biryara wêrek û rast ya şaredariya mezin ya amedê ye.

ji ber ku li vê kolanê êdî kafeyan hemû qadên şinahiyan jî vegirtine û bihustek şînahî nehiştine, şaredariyê weke xeta sor pejirandiye û kolanê ji trafîkê re vekiriye.



25.11.2014 19:49 | simurg56

2. şaredariyê qenç kiriye.



26.11.2014 16:40 | xelîlêzer

3. Li gor min jî biryareke rast e. Lê pirsgirêk ev e ku tenê motr dê karibin ji wê derê derbas bibe. Lewre kafeyan cihê meşê pir biçûk kiriye..

jixwe projeyeke şaredariyê hebû. Dê vê kolanê bikira otopark. Ev jî qey gava ewil e..



26.11.2014 17:29 | mergehez

4. ez hê jî fêm nakim ên ku dibêjin biryareke rast e, li ser çi mantiq û pîvanê dibêjin rast e?

ji serî heya binî şaş e..

ji ber ku;

a yekem cafeyên ha wê dîsa kar bikin

a duyem ên diçin rûdinin serê wan ji teşqeleya erebeyan wê gêj bibe

a sêyam tu xêra wê ji bo bajêr wê çênebe

a çarem sivikkirina trafîqê ne li ser pişta kolana hanê çêdibe, hezar kolan hene dîsa jî trafîq heye, ma dikeve hêşê we ku bi vekirina kolanekê trafîq sivik be?

a pêncem meşa kolanê wê zortir û bi eziyet be



jêrenot: dibe ku kêfa we jê re neyê, lê kêfa min jê re tê û mîna yên min in jî hene, ma qe girîngiya helwestên wan nîn e?

berê min jê hez nedikir lê niha hez dikim û naxwazim gû têkin di devê wê re!

dema hevalên we yên keçik hebin hûn ê mecbur biçin li wir û ew der jî nebe ji xeynî cafeyên din ên ultraluks cihên din nîn in

di hemû bajarên rengîn û pêşketî de cihên wisa hene hûn çima eciz in? min fêm nekir



27.11.2014 02:13 | ferhenga şikestî

5. biryara ku eslê xwe de bi min ne ji ber heşinahiyê ne jî ji ber pirsgirêka otoparkê hatiye standin.

ew kafeyên ku li wir kar dikin, tu pere mere nadin tu kesî. yanê ew derên ku li ser ji xwe re kafe çêkirine ne erdê wan e lê mêrikan ji xwe re kafe vekirine û ji tu kesî re kîre jî nadin. wextê xwe de bawerke pereyekî dane şaredariyê lê niha bûna çete û heçko xwediyê wê kolanê ne tev digerin.

divê şaredarî destûr nede tiştên wisa.

lewma bi min biryar rast e. ji li wê kolanê di derbarê hûnerê de tu tişt tune ye. bi qasê dizanim şûna wê şaredarî difikire kolanek heqqet di derbarê hûnerê de çêke..

lê xwezî beriya hilweşandinê alternatîfa wê hatiba amede kirin.





27.11.2014 13:11 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» vekirina mijarên nû
» kolana îstîklalê

Kategoriyên mijarê:: yendin nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî