Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 18 peyam
    zewaca bi jinbira xwe re - tirşik
    zewaca bi jinbira xwe re

    Navê mijarê ya ewil ev bû:jina birayê standin
    (9) (2) (16)
    di mijarê de bigere

    1. kevneşopeke gelê kurd e û bi ya min a herî kepazeyî ye. dema ku bi sedemekê ve birayê mirov dimire; birayê wî ê piçûktir û bekar, jin a birayê xwe ji xwe re distîne. dibê mêrê wê û tev radizê. heta zarokên nû çê dikin...



    2014.11.24-11:59 | nazim tolhildan

    2. tiştê ku min li (bnr: gever)ê qet nedîtiye.û bi rastî jî min bi tinê di rêzefîlmên tirkan yên li ser kurdan de dîtiye.meraq dikim ku li kîşk bajaran de ev tiştê kirêt û qirêjî diqewime.



    2014.11.25-00:43 | vêca çiyeeee

    3. bi qasê dizanim ne kevneşopîyek e. tenê em dikarin bibêjin û di nav kurdan de realîteyek e.

    erê di nav kurdan de tiştek wisa qewimiye û lê ne qaîde û şertek e. min jî heta niha neditiye û bawewr nakim ku di nav gelê kurd de jî ji têkiliyên ensest berbelavtir be.



    2014.11.25-19:23 | simurg56


    7. Bûyera ku raste , heye û min jî bihîstîye . Le ev nefşê niha wê hew qebûl dike. Ez bawer nakim ku niha hê jî hebe.





    ''Jina birayê standin '' çiye. Bêjeyeke xelet e. Dema ku naverok newê xwendin tiştek nayê fêhmkirin.

    Dibe ku '' jinbra standî'' an jî ''zewaca bi jinbra re'' an jî ''jinbra ku hatî standin''



    2016.04.06-00:50 ~12:44]| gumgumok

    8. zilm û zordarîyeka li ser jina, demên berê tiştên wisa hebûne dema mêrên wan dimir wan jî bimêrê wanre kuştine * divê ne wisabe gelo di îslamêde dibêje wisa bikin? here mêrek xerîb jixwere bike sed qat çêtir nine çima tiyê wan ? çewa razî dibin meriv li viya şaş dimîne lê bawerim bizorêye..



    2016.04.06-02:11 ~02:12]| shorbevan

    9. Mijara Filmê "sultan gelin" ê ku turkan şoray tê de dilîze ev mesele ye. Siltan bi yekî re dizewice lê zava di şeva zîfafê de dimire û siltanê bi birayê rehmetiyê 9-10 salî re mehr dikin. Siltan mêrê xwe mezin dike û... Neyse ez hemû filîmî nenvîsim ji xwe re temaşe bikin *



    2016.04.06-12:17 | kevçiyê dil

    10. Rehên vê kiryar û çandê ji ola cihû tê. Li Tewrat , di pirtûka dûbareya zagon, beşa 25 û di rêzika 5 de wakîno derbas dibe" ji 2 brayan ku yek lawê wî tûnebe û bimre, bila Jina wî bi kesek ne ji malbatê nezewice . Ewê brayê din bila here pê jinik bizewice ."



    2018.02.06-20:14 | umed

    11. zewaca ku heya niha min li derdora xwe qet nedîtiye, tenê carekê min bihîstiye ew jî encam çawa bû nizanim.

    bûyer jî tiştekî wisa bû; lawikek û keçikek dizewicin, herê werê 10 rojan bi hevre dimînin, piştre lawik diçe leşkeriyê û careke din jî navegerê.
    pîştî vê yekê dixwazin ku bûkê bi tîyê wêre bizewicênin...



    2021.05.16-15:05 | merwano

    12. rewşa cînara me jî wusa ye piştî mirina mêrê wê tîyê xwe re dizewice. texmîn dikim ber qelendê ye. naxwazin mirovekî pê pere hildane dîsa bişînin mala bavê wê. wusa kurê xwe yê din jî ji qelendê xilas dikin. tiştek gelek qirêje lê mixabin hene..



    2021.05.16-16:49 | edd

    13. hûn çima wiqas ji rastiyê dûr ketinin qet tênagihim
    bila kes dilê xwe nehêle lê belê gava pîrekek mêrê wê dimir kes wê ne dih'éwand.
    "tew ku bi zarok be hîç hîç"
    ser vê yekê tiyê wê , jinikê li xwe méh'r dikir.
    yanî doza vêya ne çévqehpî û bênamûstî ye.
    anha dem hatiyê guhertin h'epkî rewşek modern standî ye lê miletê me dîsê jî bi çévê xerab li jinbiya dinere.

    -jixwe tiştek wilo asa ye lê gava hûn ji min bi pirsin zewac ferz e ?
    na wille ne ferz e .
    pismamê min xwe kuşt,
    anha tiyê pîrekê li wê û zar û zêçên wê dinerin , bê méh'r.



    2021.05.16-20:49 | shwinsherm

    14. Pîrka minî mezin, asas pîrka dîya min qasî ko dîya min serpêhatîya wê ji min re gotîye, bi darê zorê vê zewacê kirîye. Feqîrê dûv ko mêrê wê ji leşkerîyê tê ku xortek 20-25 salîye, gava di nav civatê de ye hengî xelk pesnê wî û bedewbûna wî, mêrxasîya wî didin, çavînî dikin ko zilam ji nivşekê krîz derbas diki û dimire.
    Bûyerek gelekî trajîk e pîrka min di ciwantîya xwe de bi zaroka xwe yî di pêçek re ye bêmêr dimîne. Çiqas ne bi dilê pîrê jî be Mezinên malê jî dikin ko jinik tîye xwe bike. Tî ji, camêr ji yekî hez dike lê ji ber ko ber birazîyên xwe dikeve ku sêwî mane, diçe jinbira xwe tîne. Dîsa ne camêr tu tamê ji xwe dike ne jî pîrê distire.
    Rojkê pevçûnek li nav gûndîyên me derdikeve û yek xwe davêji li ser bextê apê mezin û ew jî dibêje ser çavan. Lê mixabin, dujminên wî ji ber ko apo ew radestî gûndîya nake, di nav pevçûnê de tê kûştin. îca pîrê cara 2 wa li rasta dimîne.

    Bi rastî jî serpêhatîyek gelekî bi sot e ku meriv carnan li ser dihizire dibêje mirovên berê ji destê hev zêde teda û zilm xwarine.
    Edît:
    Ji bo rastnivîsê



    2021.05.16-21:17 ~2021.05.17 00:51]| pîroz


    16. Di nifşên nû de ez hîn rast nehatime. Lê nifşên berê de li der û dora min bi dehan mînakên trajîk û mecbûrî hene. Carekê ev tişta hew mabû bi serê pismamê min de bihata lê yê kiri bûn Hemûyan heman tişt gotin " qurban me xeletiyek wisa kir hûn nekin. Tu mantiqa vî karê han tune!".

    Heke ez şaş nebim di filma yilmaz guneyî ya bi navê "rê" de jî ev rewşa hebû. Beşa "kurdistan" ê de camêr bi jinbira xwe re hema wê kêlîkê tê mehrkirin lê keçika dildara wî mîna heyva çardeşevî her dem li ser ban û xaniyan xwiya dikir.



    2021.05.17-09:54 | rizgarm

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kesên ku diwarên odeya wan tijî poster, afîş û nizamçik in [6]
    (bnr: kurdê ku odeya wê/î heye) *...
    denîz poyraz [1]
    ew kes e ku beriya salan ji bo jineke bi navê dilan kortak a j...
    17.06.2021 li îzmîrê êrîşa terorî ya li dijî hdpyê [1]
    em ketinê rêzê û li hêviya dora kuştina xwe ne. dê kengî dor were me? ...
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
    Ezê herim nav bexçê gûlan- Erdewan Zaxoyî
    ...
    xemakê [6]
    Nivîskara di vê peyamêde shorbevan/130819 hizkirina xwe piçek be jî jiminre ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zewaca di nav netewan de
    » xwedê qedîm neke

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan cand
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî