Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
gidî - tirşik
gidî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. [kul û derdê mîr bû]



baneşana ku wateya wê tam çi ye nizanim lê hinek bikaranînên wê wisa ne; (eslê xwe de, wateyên baneşanan jixwe tune ne)



- mifte tê de asê maye, gidî! em ê çawa derxin? (min wisa hêvî nedikir lê rewş ji hêviyên me xerabtir derket)



- de tu bisekine gidî, ma destê min ê negihe te? (wateya ku dide?? li vir mîna "kuro" hatiye bikaranîn)



her wiha li gorî ferhengê, ji bo gazîkirina karikan jî tê gotin;http://www.wergerine.com/duziman/peyvek.php?id=109009



20.11.2014 23:56 | simurg56

2. di Strana ax lê gidyê de derbas dibe…



"ax lê gidyê lê gidyê wê

lê gidyê lê gidyê wê

can canê zekirya



belek berfa li çiya wa

lê gidyê lê gidyê wê

li ser singa helîya wa

can canê zekirya



av li deşta kişiya wa

lê gidyê lê gidyê wê

zeko berjêr meşîya wa

can canê zekirya



xweş bû zozan û çiya wa

lê gidyê lê gidyê wê

zeko jêlî ve hat keniya wa"



21.11.2014 08:24 | mîr

3. peyva ku di tirkî de di gotina "seni gidi seni" de derbas dibe û di derbarê vê peyvede ev wate hene di ferhengê tirka de.

*navê gelêkî-nijadekê li konyayê.

*karik(kahrik),kidik(kidîk) yanî çêlîka bizinê.

*kesê bê ahlak ,pêzeweng.(dibeku di farsî de wilo be)



îcar çiqas pêwendî di navbera gidîya kurdî û gidiya tirkî-farsi heye nizanim



12.05.2015 20:52 ~20:53 | hûteheftserî

4. ji ferhenga burhan erdînç bawerkirin.

1. gidi * ax gidî tu seni gidi seni 2. gidi (bir şeye duyulan özlem ve isteği belirtmek için kullanılır) * ax gidî xortanî hey gidi gençlik 3. b aman (rica anlatır) * gidî, wisa mebêjin aman, öyle söylemeyin 4. aman (usanç ve öfke anlatır) * gidî min berdin aman bırakın beni 5. b amanın ~ hey ~ seni gidi seni (veya seni seni)



12.05.2015 21:08 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» gidî şono

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî