Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
mala minê - tirşik
mala minê
(9) (0) (9)
di mijarê de bigere

1. Wekî refleks, bertek tê gotin, mîna Tehe! tehew! wax wax! tê bi kar anîn.



Mînak:



Eyşe: kurê te çima wekî dîka ketiye li pey mirîşka me, Ji wan a ber dide?



Fate: mala minê! qey kurê te şêr e ketiye li pey xezalan



20.11.2014 22:47 | mîr

2. ya ku weke mala minê erzîncan jî tê gotin û dema wisa were gotin hişê min jê diçe. nizanim çima wisa dibêjin.



20.11.2014 23:35 | simurg56

3. (bnr: pif malika minê) cureyek yê mala minê ye e. Lê bes wateya wê yê pêjber piçûk u bêqiymet dike



21.11.2014 10:46 | birazî

4. (bnr: mala min ji te re)



21.11.2014 10:47 | birazî

5. rêzefîlmek nû ya bi kurdî ye. sîtcom e. yanî ji bo kenandinê ye û bi efektên wek hahaha hatiye xemilandin. ava entertainmentê daye çêkirin. ez bawer im ava tv qenalek ya satalaytê ye û li başû weşanê dike. tam pê nizanim.

lîstikvanên rêzefîlmê nas in: hamdi kahramanê ku lîstikvanê çok güzel hareketler bunlarê bû, selîm akgulê ku bi lo dublajê navdar bû, rehîm qoserîyê ku di rêzefîlma cîran cîranê de dilîst, deno ozerê 72deno û hwd.

kadroya fîlmê gelekî baş e. bi taybetî yên li jor. xuya ye ji alîyê teknîkî ve jî pişta wan saxlem e. senaryo jî wê têrê bike înşelleh.
bi ya min, di nav rêzefîlmên kurdî de, ya herî baş e. min gelekî eciband. bi taybetî di sahneyên deno û selîm de, mirov jixweber dibişire.

ji bo yek ji tiştên xweş û balkêş jî ew bû ku di dîalogan de gelek biwêjên resen bi kar tînin. bê yekê ji bo min tama fîlmê gelekî zêdetir kir. beşa ewil di youtubê de hatiye weşandin.
(bnr: ay dilê min êşîya)





07.11.2019 21:59 ~22:00 | simurg56

6. rêzefîlma kiriye ku li rêzefîlmeke kurdî temaşe bikim.


tu hişk î hişk
*



07.11.2019 22:19 | berxweda

7. Dinyayek heye. Herkes bi kurmancî diaxive li vê derê.
Çi ûtopik e.
Beşa yekem li ser youtubê rind hatiye seyr kirin.
Min jî seyr kir.
-ne weke rêzefilmên tirkî pir dirêj (çeppik)
-ew lavkê por dirêj bi devokek xweşik diaxive.(çeppik) Înşalla emê li beşên din deokên din jî bibihizin. Minak devoka meletî-mereş. Û of course zaravaya zazakî jî lazîm e.
-carna dengên folklorik jî tewlê kirine (çeppik). Ew lavkê por dirêj tiştek mina seydiko dibeje. Min pir kêf jê girt. Strana keçikê jî xweş bû.
-lê tiştek heye min zêde hez nekir: pir bang dikin (reşşik). Tenê dengê wî lavkê por dirêj aram û natural e.



08.11.2019 18:13 | cinorek

8. rêzefîlmeka nuwaze ye. wellehî pir baş e. ne wekî rêzefîlmên trt kurdîyê ye.

li gorî dilê min nebe jî, /109610 yek bi yek temam dibin: me go kanaleka televizyonê be. ew çênebû, bila kanala înternetê be. bo destpêkê ew jî baş e. Bi dîtina ava entertainmentê û xebatên wê yên nû Ez pir kêfxweş bûm. tiştên ku mirov kêfxweş dikin van tiştan in.

jixwe kovara me yê xêzeromanê jî êdî heye (bnr: zrîng) bê nezer! van rojan kêf kêfa min e.



08.11.2019 22:26 ~2019.11.09 14:09 | mirovekirind

9. Bi beşa xwe ya duyemîn potansiyela lîstikvanên jin jî Derketiye holê. Sahneya girîna jinan xweş bû. Temam dijwar komîk e lê divê Çeto jî bêtir derkeve pêş.
Hinekî kurt e ji ber ku tê de reklam tune. Lê ne hewce ye dirêjtir be. Şûna ku xwe biwestînin û paşê topê bavêjin, bila wisa kurt û domdar be.

Beşa yekem heta niha bi qasê 75 hezar caran hatiye temaşekirin. Wê zêdetir jî bibe bêguman. Hejmarek baş e ji bo vê gavê.



12.11.2019 22:47 ~22:49 | simurg56

10. piştî xweşiya beşa ewil di ya duda de, sehneya herî serkeftî dersa girînê bû. yên din nakin pênç qurûşan. çi beşek vala, bêwate, bêçîrok û nizanim çi bê-yitiyên din....



13.11.2019 17:45 | biruya hayao miyazaki

11. Ji bo sê beşên ewilîn dikarim bêjim rêzefîlmeke serkeftî ye.
beriya ku temaşe bikim pêşîhikum bûm çimkî hemî rêzefîlmên dî yên beriya niha giş nedikirin serê derziyekî.
dengê sê karekteran xweş e lê ez dibêjim qey dixwazin di nava senaryoyê de jî wan kesan bi dengê wan derxînin pêş lê ev yek ji wextekî şûnda bo min ecizîyê çêkir. ger stran an jî kilam bi bûyerê re têkildar be ango bûyer û strandina strana hanê li hev were ne problem e lê di cihekî bê eleqe de dema karekterek stranek dibêje bê hemdê xwe eciz dibim. mesela di malê de stran sevik ji nişka ve strana gulbarîn ya keybanûya muzîka kurdî hanî mûctehîdî dibêje. hem jî ji serî heya dawiyê. çi eleqe? hem hetka stranê bir hem jî bi a min gelek detone bû. hewceyî van hereketan nîn e babê min.

herçî ev e ya me ye loma ezê heya heyayî temaşe bikim. selim akgul yanê dijwar pirr baş dilîze hem bi kurmanciya xwe ya şêrîn hem jî bi şanogeriya xwe ya serkeftî pirr baş e. özlem taş jî yanî sitî xanim jî baş dilîze. tevî ku hîç kêfa min ji ozlem taş re nayê jî nikarim heqê wê xanimê bixwim. her sê keçik baş nalîzin pirr zêde zimanê wan li hev diherbile, baş dixuye ku ev her sê keçik di jiyana xwe ya rojane de zêde zêde li ser zimanê tirkî meyldar in.
arifo bi devoka xwe dipeyive, xweş dipeyive, dengê wî jî gelek xweş e. ew dikare stranan bistrê,*



22.11.2019 23:25 ~23:26 | ferhenga şikestî

12. bi beşa xwe ya çaremîn nîşan da ku wê proje her ku biçe baştir be. beşa çaremîn ji gelek alîyan ve karîbû hevsengîyek dane. beş hinekî kurt in lê herî kêm 4-5 caran bi dengê bilind kenîyam. ji xwe ji ber wê xanima min got ew li çi dikenî ka were em bi hev re temaşekin.

bi taybetî li sahneyên çeto û axaftina dijwar dikenim.
sahneya gotina zûgotinan gelekî xweş bû. mixabin li cem me jî zûgotinoka navdar ewa ya hirçan e.
Here lînkê


ê metkê, ku serê biçûçik be û çavên we evqas bin, nexwe rûyê hemû çav e



22.11.2019 23:47 ~23:47 | simurg56

13. Direjiya xwe pir baş e.
Dive rêzefîlmek ji saetekê direjtir nebe.



23.11.2019 14:55 | cinorek

14. Rêzefîlmeke serketî ye.aliyê komediyê de evqas ne baş e lê dîsa meriv dibişire û kêfa meriv pê tê.heta niha ji bilî cihên stran tên gotin ez jê eciz nebûme û niyeta min heye her hefte seyr bikim.



23.11.2019 22:30 | bayesar

15. Ez û keça xwe her hefte temaşa dikin. Rêzefilmek xweş e. Kurmanciye listikvanên ji pir baş e.



24.11.2019 16:24 | xwendekarêkurdî

16. Merax dikim ew hamdi kahramanê her tim bi rola pîrekê berdevam bike.
Tenê beşekê baş bû lê êdî mirov aciz dike.



26.11.2019 20:14 | cinorek

17. piştî temaşekirina beşa çarem ez pê werqîlim ku ev rêzefîlm hew li ser têkiliya dijwar û asyayê ava bûye. ji xeynî wê tu fikereke dî tune ye mixabin.
di destpêka beşê de dijwar dixwaze asyayê bibîne heta dawiya beşê dekûdolapan dike di dawiya beşê de tên ba hevudu lê dekûdolapên dijwar derdikeve meydanê û asya jê re hêrs dibe û diçe û bi stranekê beş diqede.
ev her çar beş in ku senaryo eynî ye.
eger senaryo heta dawiyê wisa be bi xwedê me pê girt. ma wisa dibe gidî?



27.11.2019 19:45 ~19:45 | ferhenga şikestî

18. Min ji beşa dawî (beşa 5.) tebek fehm nekir.
Mina dubarekirina beşên kevn bû.



30.11.2019 20:44 | cinorek

19. Rêzefîlma ku min îro beşa wê ya pêncemîn temaşe kir. destpêka vê beşê ecêb xweş bû lê dawiya wê dubare kirina beşên din bû min jî fahm nekir çima wisa kirine. Wekî din jî mixabin lîstikvanî û Kurdiya hîn lîstikvanan mirov zahf aciz dike ew du sê kes her tiştî mahf dikin dilê mirov ji rêzefîlmê sar dikin.



30.11.2019 23:14 | biaqila malê

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mala mêriv
» minêkar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî