Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
xwendina pirtûkan - tirşik
xwendina pirtûkan
(5) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. mixabin di navê gelê me de nebûye karek xwezayî.

jixwe rêjeyek mezin qet nexwînin û heta beşeke girîng ji wan li dijî xwendinê ne jî. derbarê wan de heta niha gelek tişt hatine gotin lê ez dixwazim li vir qala tiştekî din bikim: yên ku pirtûk dixwînin.



ji bo vê beşa civakê jî xwendin ne tiştek xwezayî ye. xwendina piraniya van kesan jî ne mîna vexwarina avê an jî xwarina nên e. eslê xwe de ne pêdivî ye jî. lê ji ber ku ji astek derbas bûne, an jî li qenciya xwendinê hesiyane, mîna standina hebikên dermanan, pirtûkan distînin û dixwînin.

bi min wisa ye, jixwe ez bixwe jî wisa me. erê ji xwendinê û lêkolînê hez dikim lê ya rastî, gelek kêm caran ez jî dibim birçiyê xwendinê.



19.11.2014 20:45 | simurg56

2. tişta ku divê bibe parçeyeke jiyana mirov. weke simurg56 got, ji bo gelek kesan nabe weke vexwarina avê. hin kes qet naxwînin, hin kes jî dem bi dem dixwînin, hin kes jî di emrê xwe de demekê tenê dixwînin û paşê dev jê berdidin. ev yeka zêdetir bona xwandekarên zaningehan derbasdare. dema ku zaningeh xelas dibe û dest bi kar û bar dikin, di heman demê de dev ji xwandina pirtukan berdidin.



20.11.2014 11:54 | nazim tolhildan

3. eger mın biavêjınê giravekê u jı mın bibêjın ; jı me 3 tışt bıxwaze em ê bidin te.

Ez ê va her sê tişta bıxwazım :1. Pirtuk û Qur'an ê mın 2. Stran a 3. yemîn jî evîna mın*



20.11.2014 12:21 | azad30

4. Mîyanê kurdan de zehf kêm o. Semedê na zî wendeneya pirtûkê kurdî kêmtir o.



Ez pirtûkan ra heskena, la hîna zî zehf wextê min çin o, û hevesê min lez remeno.



20.11.2014 15:17 | endazyar

5. Eka her kurdê hewte de di kitap biwano ! Kurdîstan bîndestîya ra hîre rojan miyan de azad bena.



20.11.2014 15:48 | teberkerde

6. ne tu gelaş e, ma hûn ji nivîskarên kurd ên bakurê kurdistanê çêtir zanin?



20.11.2014 20:58 | uciezkvidyêvp

7. luks e.



01.02.2015 00:38 | seydayê_peyvan

8. belaş e.

(bnr: tirşik-danegeh)



01.02.2015 09:59 | simurg56

9. Ji min pir dûr e. Her çiqas li ber destê min hebin jî...



01.02.2015 21:44 | azadixwaz

10. kirina ku ev 2 mehin min nekiriye ye. dixwazim lê germ bibim lê ne bi kurdî germ dibim ne bi zimanekî din. xwedê kiriye ku ez azmûnê xelas bûme.



02.02.2015 22:44 | berxweda

11. xwendina pirtûkek kurdî, ji kuştina 10 neyaran bi sûdtir û çêtir e.



19.03.2015 15:54 | remlavêj

12. Ez kamcî wext biwaza kitab biwana badê çend rîpela hewnê mi yeno. Eno çî mi de bîyo nêweşî. Hina zaf keye de hina beno. Homa alîkarê mi bibo ez no halê xo rê zaf veşena.



19.05.2020 02:13 | kajav

13. Min jî demeke dirêj -wek ku nivîskarê peyama jor behs kiriye- ji ber xewariyê nema karibûm kitêban bixwînim, hetta dema min zanko xelas kir min got ezê çend meh kpssyê bixebitim lê min kengî li ber dersê xwe sor bikira xewa min dihat û dîtina min dît wa ez li ser nivîna xwe vezilandî me. Çawa min rûpela kitêbekê vedikir Hama bi destpêkirina xwendina hevokên ewilîn re bawîşk diketin li ser min carinan ji ber bawîşkan qramp diketin çeneyê min Yanî devê min ji hev dibû.

Şikir êdî bi şev saet du an sê jî bibe dema kitêb dixwînim xewa min nayê. Ez beriya ku rabim kitêb bixwinim bi qasî nîv xulekek ser û çavê xwe bi aveke sar î cemidî dişom dûre kitêb dixwînim.
Jixwe eger hûn her şev kitêb bixwînin Yanî xwendineke we ya stabil û standart hebe laşê we jî Yanî fizyolojiya we jî hînî vê rewşê dibe.



19.05.2020 12:40 ~12:41 | ferhenga şikestî

14. Kiryara ku gelekî jê hez dikim û wekî gelek kesan bi sûd dibînim. Lêbelê ev înterneta kambax hertim dikeve pêşiya wê û nahêle ez bi dilê xwe pirtûkan bixwînim mixabin. Dizanim ev yek jî di destê min de ye lê înternet şêrîntir tê :(



19.05.2020 13:31 | xabûrî

15. Bi xurtbûna desthilata sosyal medyayê re ji qewetê ketiye. Serdema lezê, tiştên kurt û bi derb e ku tev ji tiraliyê tê heçku. ez jî ji qewetê ketime û çendeke nikarim bixwînim, tevî ku dilê min gelekî dibijê jî.



17.09.2021 00:52 | hêvî

16. Kiryara ku qasî berê min serê xwe pê nediêşand lê dîsa hatime li ser vê yekê ku xwendin bi rastî jî dermanê her tiştî ye û gava meriv nexwîne hişê di serî dibe mîna kêrê ko ku naşê tiştekî bibirre.



17.09.2021 19:59 | pîroz

17. kêfek e lê wek li jorê jî hatiye gotin li gorî berê xwendina pirtûkan kêmtir bûye. bi pêşketina înternetê ve mirov wek berê ne bi sebr in ku bikarin li ser pirtûkekê biponijin, biramin an li ser mijûl bibin. çavên me, hişê me zû de ye hînê ekranê, hêsaniyê û lezê bûye. piştî demeke dirêj bawerim wê xwendina pirtûkan bibe wek nostaljiyekê di jiyana mirovan de.



18.09.2021 01:02 | xeyda

18. Li ber pacê, hewayekê hûnik, bi qehweyek û ji derve jî şilî hebe, xweş e…



19.06.2022 01:28 ~02:18 | evcebarê pirê

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwendina quranê

Kategoriyên mijarê:: pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî