Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
cihêbûn - tirşik
cihêbûn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tebîrekî wekî malî, fînansî tê bi kar anîn. Kesên (Kurr) pêşiya mirina bavê xwe, heke mal û milkê bavê wî hebe û destûr bide, dikare para xwe jê bistîne.



Yan jî kesên li xaniyê bavê xwe de ji wan re dimîne û dixwaze ji xanîyê bavê xwe ve qet e.



17.11.2014 16:51 | mîr

2. peyveke ku li herema serhedê pir tê bikaranîn û a rast, di malbatekî de ji bo veqetadina yekî tê bikaranîn. ne tenê ji bo veqetandina fînansî, hema bêje ji bo her cûre veqetandinê mirov dikare bikar bîne. Ji bo veqetandina kur û bavan, ji bo veqetandina 2 heb birayan, ji bo veqetandina 2 heb xwîşkan û hwd.



18.11.2014 13:04 | nazim tolhildan

3. Tiştê ku êdî herkes dike.. piştî wextekî herkes dê vê yekê bike, lewra êdî kes naxwaze bi jinên xwe re li mala dê û bavên xwe bimîne..



18.11.2014 15:11 | mergehez

4. em dibe cebûn (bnr: cebûn) (na çebûn bi tîpa "C")

mînak: Çekdaro sala bere cebû û mâla xwe avakir.



18.11.2014 18:20 | hûteheftserî

5. (bnr: rastnivîs)

(bnr: cihêbûn)

heta bîst-sî sal berê jî dema zilam ji mala bavê xwe ligel jina xwe cihê bibûya gotegotên nêyînî li wan diqewîmîn lewra wan çaxan feqîrî û xizanî hebû, nan dihat parvekirin lewma jî ev yek wek nîşaneya artîsiyê bû; dihat gotin ku 'ma ew çi gû ye ji mala bavê xwe cihê bûye?' falan.. min ji mezinên xwe çîrokên di derbarê vê mijarê de gelek seh kiriye

niha ne wisa ye, kurdên bajarî dema ku dizewicin(heke pirr xizan nebin) tavilê maleke nû ava dikin, jixwe bûk êdî lisermalê qebûl nakin..



18.11.2014 18:48 | ferhenga şikestî

6. Veqetandina kur ji bav û biraya ye. Gelemperî kur yê dawî be, venaqete. Lê heke jê biçûktir birayên azib hebin vediqetin.

Cihêbûn derîde nemaye. Hama çawa bûkê tênin mala wê ji xwe cihê ye. Dema qîz-xwestine malbata bûkê cihêbûnê dixin ber bazarê. Dibêjin " ewê mala keşa min cûda be, mal tev raxistî be û rojekê jî nayê ser malê."

Cihêbûn, ji bo birayên tevde dixebitin nexweş e. Yên karê wan tevde di veqatandinê de pirsgirêka dijîn. Nîfaq dikeve neqeba wan. Li hev nakin û talî ji hev diqetin.



04.06.2020 00:45 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» cihêbûn

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî