Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirsa kenê xelkê anîn ji xwe re - tirşik
tirsa kenê xelkê anîn ji xwe re
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. wekî Kemasiya xwebaweriya meriv e. Gava meriv niyetê xwe tiştekî re tîne bona bike, ji xwe re dibêje gelo milet niha ji mi re çi bibêje, derheqê mi de çi bifikire, nikare gav bavêje loma ev karê de nikare ser bi keve.



mîna ku, Ez zaf şahid bûme, Gelek zar û ciwanan kurd dixwazin kurdî hîn bin. Lê gava wana xeber didin peyvekî şaş dikin yan jî zêde nikarin peyva ji devê xwe derxînin, derdorê wan de hinekî merivên nezan û bêaqil ji wan re dikenin, terane dikin ser vî mijar ê. bawer dikim Yek jî seba dûrketina zimanê kurdî ev e.



14.11.2014 23:17 | mîr

2. wekî li jor mîr jÎ gotiye kêmasiya xwebaweriyê ye. mesela xwendekarek tiştekî fêhm nake û nikare ji mamoste bipirse lewma dibêje ger ez vê pirsê bikim dÊ hevalÊn min ji ber ku ez vê tişta hêsan nizanim bi min bikenin. lê tişta divê, pirsîn e. ger mirov nepirsê ji wî re zirar e.

dîsa weke li jor mîr gotiye ev bûye sedem ku gelek kurd nikarin kurdî bi hêsanî bipeyivin. gelek kurd hene ku kurdiya wan ne tam e lê hinekî dikarin bipeyivin. yanî çenikekî ji kurdên anliyem ama konuşamiyem pêştir in. ev kurdana nikarin bipeyivin lewra dema gotinekê dikin kesên derdorê bi wan dikenin. ev jî dibe sedem ku ji xwe nebawer dibin.

lê tu hinek kesan dinêrî hema her gûyî dipirse an jî dike. lê tu tevgerî wî/wê an jî pirsÊn wî/wê dinêrî tuyê bêjî ev ne însan e ev ji bo mirovahiyê skandalek e. lÊ ew kes ji sedî sed bi xwe bawer e û jiyan ji bo wî xweş e. divê mirov ji xwe bawer be lê ne bi vÊ ecêbê..



15.11.2014 15:07 | mergehez

3. tirseke fizûlî ye. heta divê mirov bikaribe bi xelkê re tev, ji xwe bikene û ev yeka jî nîşaneke xwebaweriyê ye.



18.11.2014 12:13 | nazim tolhildan

4. mijara ku kengê navê wê bibînim dikevim nav fikarek kûr. heçko piçekî xelet...



18.11.2014 17:57 | simurg56

5. ji ber jixwenebawerî û kemasî û qelsî, cirnexweşî û xwekêmdîtinê pêk tê..

çendîn tiştekî berredayî, pûç û vala bibe jî di bingeha vê tirsê de sedemên maqul û derbasdar hene..

mesela dema fobiya we ya civakî hebe hûn ê nikaribin di nava civatê de bipeyivin tavilê tirsa hanê di dilê mariv de weka gamêşekî xwînmij rûdine..

tabî ji xeynî mirin û veqetînê dermanên hemû derdan hene..

divê mariv cara ewil li ser sedemên tirsa ha hûr bibe; gelo ez çima ditirsim? bi awayekî pisporane û profesyonel li ser wan yekan analîzek û nirxandinek bike û piştre bi vîneke biryardar li ser jiholêrakirina tirsa hanê têbikoşe..

tu yê paşê fêm bikî ku herkes mîna te ye û ji xeynî fîzikê tu ferqa te bi yên din re tune ye



18.11.2014 19:08 | ferhenga şikestî

6. agahî: navê mijarê li ser pêşniyara xwediyê mijarê bixwe, weke "tirsa kenê xelkê anîn ji xwe re" hat guhertin. (berê: tirsa kenandina ji xelkê ji xwe re)



18.11.2014 20:38 | simurg56

7. (bnr: sentaks)

(bnr: kurdiya resen)

(bnr: tirsa ku wê xelk li min bikenin)



18.11.2014 22:40 | ferhenga şikestî

8. tirsa ku divêt mirov jê xilas bibît.divêt mirov ewqas girîngiyê nedet kenîn û gotinêt xelk ê.ye'nî divêt mirov let ît go biket.



18.11.2014 23:40 | vêca çiyeeee

9. (bnr: tirsa nekarîna rastnivîsandina navê mijarê)

ji bo min bi xwe...



19.11.2014 00:11 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsa kenê xelkê anîn ji xwe re
» kenê reş
» anîn û birin
» xwehezkirin

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî